Diyarî
Ji bo kesên ku
tariyan bi sersotka dilên xwe ronî dikin!
Ji bo kesên ku hîn
di xwîna wan de, tovê mirovahiyê dikele!
Ji bo wê, ya ez
tenê nas dikim!
2- Ji vir im
3- Ez û tu
4- Kanî?
5- Ken û girî
6- Sisê
7- bi şewatê
dijîm
8- Bêxew were!
9- Çavên te!
10- Kevoka min!
11- Hat û çû
12- Sibe!
13- Xewnek mirî
14- Biborîne!
15- Naçî ji
xeyalê
16- Çûn
17- Tenê namînim
18- Kanî tu?
19- Her tiştî
bibe,lê !
20- Helbesta dawî
21- Dojeha
bihiştî
22- Şevên serxweş
23- Xewndiz
24- Kî yî tu?
25- Kabûs
26- Sêdar
27- Roj xeyidiye
28- Gula kovî
29- Dadgerê evînê
30- Tenê
31- Hêvî
32- Vegere!
33- Sîma
34- Şev baş!
35- Ez û şev
36- Zîn
37- Ez diçim
38- Hesret
39- Dawî
40- Bablîsok
41- Noş
42- Tu nehatî!
43- Serkefçûn
Were!
Ji destpêkê
vebêjin çîroka
xwe
Çi bû? Çi nebû?
Dawiyê em
vegerînin serî
lê nepirse ji
min
çima berevajî digere xweza
sînor tev hev dibin
li nav bihiştê
dojeh peyde
dibe
ji pêtên ar
sorgul vedibin
ronahî û
taristan
bi hev re
dijîn
bi
xwe jî nizanim!
lê
tenê dizanim
ji
vir im
gulek geş im
ji dilê min dirije agir
ji vir im
cihê Xweda xwe nas kir
bê hejmar
Ezdan
bê
hejmar peyamber
hatin
vir
dîsa
mirin
li
vir
ji vir im
cihê Nûh
rizgarkarê
jîndaran
li vir
jînê dest pê
kir
dîsa dimire
li vir
mirovahiyê xwe geş kir
û
tê kuştin li vir
li vir
em bi xwe têr kenîn
me çêkirin
hemû dîn
niha jî
tofan e
agir
e
dojeh e
bihişt e
li vir
ji cihê
xwe
kelekê dest pê kir
bi hezaran Nûh
bi hezaran pêxember
bi hezaran Ezdan
amade ne
li vir
agir bû Xweda
roj bû Xweda
û
dîsa
dimînin
li vir
Vemale
reşiya şevê
ji
ser çavan
rake perdeyên
tarî
bi yek qederê
ez û tu
bendewarên sibê
dijîm şevên te
dikişînim êşa te
ez û
tu
û
yek
hêstir
li
çavên te
na!
li
çavên min
nizanim
hêstira te ye
ne jî ya min
li
nav dibînim te
tu jî min
şev
yekîtiya me ye
bi
perdeya reş
me dikin yek
êş û jan
êdî were!
bi hev re
dest bavêjin rojê
em
li nav dilê wê
bibin gul
her
geş bin
em!
Ax!
hêdî bese!
nifira kê ye
dihejîne li me dewran
kanî
ew civat?
kanî
ew şevbuhêrk?
kanî
ew rind û can?
ji kû
em dest bavêjinê
ji birînê xwîn divize
dil bidax!
ahîn û derd û
kovan
bi kû de çûn?
li kû çilmisîn?
sorgulên bihiştî
lala
û nêrgiz û rîhan
çima
dayê?
çima dişkîne bejna sorgulan?
şevnemê nabarîne beyan?
kanî dayê?
kanî?
Xebat Nezîr û
Sebriyê can
kanî yên din?
hemû hogir û
heval
kanî gula jînê?
kanî Nayîfê dilovan?
mom bûn
heliyan
liber
bejna te
ku têr nebû ji xwîna sorgulan
dîsa te bir
gulek geş
zarşêrîn jîr û rêzan
ken
li dev
dibeşişî bi roj û şev
Nayîf
bû ew gula ciwan
kanî?
bi kû
de çû ew jiyan?
hemû sorgul
yek bi yek
weşiyan
ber bê ketin
belav bûn
li Agirî Xelat û Botan
hem jî geş bûn
li Zagros Bêxêr û Sîpan
li bedena rojê xwe pêçan
bûn ronî û jiyan
bi tenê gulek bextreş
bêser û ber
ket
riya mirinê
winda bû, bêkes
jar û biyan
ma çawa dibe?
ceger mêlak û
dil
cuda
ji hev
dûr û
biyan
Ji bermayên hebûna xwe
yek hêstir kelegirî
min parastibû
ne sax
ne mirî
hêsîr mabû
ne dibû ken
ne dibû girî
û
ji nijkê ve
li bihara mina bê gul
te konê xwe danî
gulek bêhêvî çand
li nav dilê min danî
bû gulistan
û
tev çilmisî
tev çilmisî
bû çêreya lêvên bêken
roja te ya bişewq
dike tarî geliyê dilê min
dawî hat!
roj konê taristanê vedigire
ken mizgîna girî tîne
hêstira mina kelegirî
azad dibe
bi kenê xwe
te ez hokirim girî
lewma pirsên min
bêbersiv winda dibin
li dîwarê tunebûnê
bêdeng dimirin
qedera reş
hêviyê dikuje
hêviya mirî
xemla biharê dimije
evîn gunehkarî ye !
lewma te hêviya min
bi dar vekir
û
bû mij
dûmana xwe
kişand asîmanê bêstêr
pencên tariyê
bi ronahiya rojê ristin
ken bi girî kuşt
bihar ji gulan malişt
lê tu
dimînî tu
bê gul jî bî
biharî
bê ken jî bî
jiyanî
tu ez im
û
bê xwe
nikarim hebim
Di reşika çavên te de
min xewna xwe dît
qedera min e
hêviya bêhêvî
lê tenê hêvî
min dît
xwedayê bêhêvî
raketibû
liber çirûskan
çirûskên bînahiya çavan
seçok bûbû
bizarîn dinaliya
ey Ahorayê Mezin
digot!
şev xewmaş bû
sermest!
bêhay!
ket xewê
bêhiş
dibûn yek
mom û sema
tenê!
sê gul
hişiyar man
û
hatin
bêdeng
liber sema moman
girtin sema
ez û tu
û
hêviya geş
a sisê
xwedakî bêhêvî
miribû
mom jî raketin
lê em hişyar
bêsema
em hatin sema
liser baskên Ahora
em çûn
firiyan
hembêz kirin
em!
Lalişa Nûranî
Kaniya Sipî
rengên
kesk sor û zer
geliyê Lalişê
bû tewafa me
seranser
sema geş bû
hêvî xweş bû
xwedayê bêhêvî
diriha reş bû
bi me re heval
mest û serxweş bû
hemû Xweda û Ezdan
hatin!
lek bi lek
sema girtin
rêz bûn
bihuner û çek
pêldan!
serxweş dihejiyan
yekem car
Ahora Mezda
xwedayê Mezin
ket rêza Xwedan
sema girt!
serxweş ket!
giriya!
çav bûn derya!
yekem car
dîtin girî
çavên rojê
şîn girêdan
xwedan
tenê!
xwedayê bêhêvî
zikopişto ket
dikeniya!
dikeniya!
dikeniya!
û...
Dibe ku roj û şev
demkata xwe ji bîr bikin
û
ji hev dûr bikevin
dibe ku stêrk
cihê xwe winda bikin
û
ji asîmanan cuda bibin
belkî jî masî
ji avan derkevin
û
li bejiyan bê av bijîn
lê ez û tu dimînin yek
ez di giyana te de dijîm
laşê min cuda be jî
nefesa min bi giyana te ye
dilê min bi te dijî
tu gul î
ez ava jînê me
na ez sawa bê me
pelên te liber min dihejin
ez mom im
tu agir î
arê ku bedena min dihelîne
bi germiya xwe dawiya min tînî
hêdî hêdî dixwazî dûr herî
ji hêlîna min direvî
hêlînek din divî
lê bizani be
bi te re ye dilê min
li nav demarên te
digere xwîna min
liber pêjna te
lêdixe dilê min
tu dest davêjî kuştina min
lê tenê cendek dikujî
lew re giyana min
bi te re dijî
ey agirê şewata min
perperîkê!
ronahiya te ye
qedera min
ez xwe li şewatê digirim
bi şewatê dijîm
û
dimirim
jiyana min bi agir e
agirê min jî tu yî
û
bê te jiyan nîn e!
Bêxew were!
ez hogirê şevê
ax!
çi dirêj e şev!
kêlî
bi kêlî
ez im mêvanê
şevên te
çavên bêxew
direqisin li hêviya sibê
bêxew were!
hembêza min
dirêj ke
destên sar
nav
germiya dil
bila werin
xwar
hêstirên
germ
ji du
nêrgizên melûl
da
vemalim wan
ji rûyê sorgul
ez jî li hêviya sibê
lê dirêj e şev!
de were!
bêxew were!
em bi şevê re
yek bin
bi te
dibim bihar
were!
tu xemla bihara min
em geş bikin
şeva tarî
ax!
Şev dirêj e!
xeyalan dest
pê kir
tu hemû xeyalên min
çi bikim!
xeyal e!
tenê
xeyalan dijîm
were!
li
şevên tarî
bi
êşên te re
dinale dil
hêdî
westiya!
westiya mejiyê bikul!
dîsa şev dirêj e
tu roja min
dibî
armanca şevê
were!
bêxew!
bêje!
kî ye xeyala
te?
li şevên dirêj
kî ye xewna te?
eger ez im
bêxew were!
em bibin roj li şevê
bibin sibe
da
nehêlin bê jiyanê şev
were!
em
hogirên şeva reş
were!
bêxew
were!
Negire çavên xwe!
negire!
min winda neke!
li gerava deryayên bêbinî
bê te çare nîn e min
çavên te!
erê çavên te!
dibêjin ez lîstika wan im!
valacihê derd û xeman im
li valahî û derd û kovanan
li bîra wan im
demên tije
demên xweş
winda dibim
ji mejiyê te xerîb û biyan im
gelo ev e evîn?!
bila çavên min nebînin wê
ku hewqasî sivik û erzan im
çavên te!
erê çavên te!
dibêjin
hilgire birîna xwe!
nexwe xeman!
dûr nêzîk
em dûr diçin
me dîtiye rêya xwe
tu jî bibîne mirina xwe
çavên te!
erê çavên te!
ez anîm dinê
ji jiyanê sipartim mirinê
li biharê ez bel kirim
bi bahoz û bagerê
ez winda kirim
çavên te!
erê!
ez dizanim bi çavên te
dem hat têr bûn ji lîstika xwe
dixwazin bibêjin
me dîtiye cihê xwe
em bar dikin ji warê te
ranakin barê derdên te
lê çavên te!
erê çavên te!
şermok û dilovan in
çavên te!
dixwazin veşêrin
çi dizanin
çavên te!
dizanin!
bawerin!
li deryayên wan
çi melevan im!
lê dîsa
revok in çavên te
ji bihara min
direvin
çima?!
nizanim!
Ey kevoka sipî!
kevoka min!
çima difirî ji lûsê min?
te germ nake hêlîna min?
yan li te teng dibe dilê min?
te têr nake evîna min
dixwazî
ji çiyan hêniya Şerefdînê
ji deştan germiya Heranê
ji sûlavan Sersing û Bêxal
eger bixwazî
dibe sûra li bedena Amedê
evîna te ji min her tiştên
giranbiha çêdike
di dilê min de
çiya û daristanan dicivîne
hemû rengê gulan dibişkivîne
yên zistanî
yên biharî havînî û payîzî
ji hemûyan gulek afirandiye
rengê te lê daniye
ey gula mina bijartî!
rehên te ji xwîna dilê min
rengê sor diguhêzin
çawa dixwazî
kokên xwe bavêjî dilekî din
ma ne bese germiya dilê min
ku aşitan dihelîne
agir û berfê li hev dicivîne
ey gula rengê jîna min!
li Şerefdînê dibişkivî
li bin bedena berfa sipî
tu rengê jiyanê sor vedikî
hêdî kûr berde rehên xwe
binoş ji dilê min
hemû rengên mey û badê
sira jiyana te ye
bedena min
te jîn dikim
bi te jîn dibim
jiyan!
bi me dibe jiyan
bi evîna me dibe jiyan
Hat û çû
liba hejiya
gula yekşevî
dilopek xunav
jiser
rû xwe vedizî
bêhay!
keniya
giriya
serxweş e
gul
bêhiş ket
roj
li nîvê
şevê hilat
dema
tariyê dizî
Hat û çû
hêviya bazdayî
xewnên bitirs
cefilîn ji min
reviyan bê
pirs
şev bû
derew
roj bû
derew
bû
lêlan hêviya bedew
Hat û çû
bi yek peyvê
bihara min
kuşt
li yek kêliyê
hezar car ev dil birişt
her xalek
jiyana min
qûnaxek xwe hişt
li
yek şûnê
deh
bîranîn
li
şûna bîranînê hişt
Hat û çû
û
min dilê xwe hilgirt
ku herim
wê ji bîr
bikim
û
venegerim
lê bû
roj
bû heyv
bû stêr
bû sermed
liser banê
dil
V
E
N
I
Ş
T
Li navbera min û te
çiyak bilind dibe
navê wî sibe!
ax sibe!
tirsa min
ji sibe
rojê zû dernekeve!
bi xwe re neyîne sibe!
Sibe!
hêvî dibin
lêlan
xwezî dibin
xeyal
dernekeve roja sibe!
dernekeve!
sibe!
çi vedişêrî?!
li
benda te!
ber
bi te têm!
lê
tu
sibe!
hêviya daleqandî
bi te
tê dawî
mizgîna mirinê
li
dilê te neqişandiye
pêl dide
tê guhên min
sibe!
were sibe!
zû were!
te û mirina xwe dipêm
ji te bi hêvî
me
hêviya liber sêdarê
dadger hêvî bû!
gunehkar hêvî bû!
biryara sêdarê
hêviya bêhêvî
S
I
B
E
Li geliyê dilê min
pal da
şevek tarî
Stoxwar
bêheyv û
stêr
ne dibe
roj
ne dibe
bihar
ne dibe
jiyan
ewrên
tarî
bi xumxum
bêbaran
li nav giyana min
dan pêlan
li nav erê û
na
bêsînor man
ev çi
bar e?
çi çiya ye?
çi dîwar e?
rastî ye!
xewn e!
xeyal
e!
her tişt e
û
ne tişteke
ji rastiyê rastir e
ji xewnan
kûrtir e
ji
xeyalê dûrtir e
germ e
sar e
nêzîk e
dûr e
xweşî
û
agir
e
tê
û
dibuhire
li
nav dil sermed e
mejî
raman
û
hogir e
digere
dizîvire
tê
û
diçe
dest nagire
ew û mirin
li min dibin mêvan
ew û jiyan
dibin lêlan
li
bihara min
gul e
li birîna
min
kul e
ne
erê dibêje
ne na
bêdeng
tê
diçe
nêzîk dibe
dûr dibe
difire
Biborîne!
eger ez nebûm ken
liser lêva te
eger ez nebûm jiyan
ez nebûm bihar
û
min nexemiland dara te
Biborîne!
eger ez nebûm bilbil
ez nebûm hozan
ez nebûm bilûr
û
min şad nekir roja te
Biborîne!
eger ne jibo te be
ev jiyan
ne yê te be
ev giyan
eger li dêr
mizgeft
û
Lalişa te
nebim sofiyekî cangoran
sert e
bêbext e
ev jiyan
cuda dike laş û giyan
ji hev dûr dike
hiş û ziman
lê
bi sûnd
bi pêman
liber bejna te
agirê Zerdeşt im
sermed im
hebûn im
gul im
li Çiyayê Şerefdîn im
dibim dîwane
sermest dibim
dibim hozan
jibo te dixwînim
Biborîne!
Biborîne!
Biborîne!
ey arama jiyan
Dikenim!
digirîm!
dimînim!
direvim!
lê
tu
her liber çavên min
were!
here!
ey xewna revok
çi
dixwazî ji min
şiyar te
dibînim
razayî te
dibînim
nikarim te
bigirim
nikarim te berdim
tu xweşî û êşa
min
min dil da te
min jiyan da te
tu bû hêstirek daleqandî
li çavên min
ne
dibî mirin
ne dibî
jiyan
li çolên
bêbinî
tu lêlanok
î
direvî ji min
dest dirêj dikim
tu dûr dikevî
bêhêz
dibim
nêzîk dibî
lê dîsa
nagirin te
destên min
Bar kirin û çûn
şevek reş
bê silav û şop çûn
dûr ketin
bêveger
li şûn xwe hiştin
çend tişt û çûn
dilên liser dîwarên kevirî
neqişandî
axa ku ji maçên baranê
têr nebûyî
çend lîstikên zarokatiyê
çend dilop hêstir
hiştin û çûn
Çûn
bê xatir bi rê ketin
xweliya germ
dara sêvê
tûya hewşê
bê heval hiştin
û
çûn
kalê dilkeder
ku çerxa felekê negiriyandibû
çav bi hêstir
hiştin û çûn
Çûn
bêveger çûn
bi rê ketin
û
li wir hiştin dil
li hembêza çiyan
libin maçên baran û rojê
bi hêviya vegera bêhêvî
evînek qedexekirî hiştin
û
bêveger çûn
Ez û momek şermoke
li nav çar dîwarên girtî
ji asîman stêrek stoxwar
çavên xwe noq dike
ji pencereya biçûk
me temaşe dike
diponije û girtiye şîn
li nav hêstirên wê
rûdêmên te xuya ne
nizanim digirî
yan dikenî
li erdê min nemaye cî
dixwazim rakişim asîman
lê bê çeng û qiram
min dikişîne ser xwe erd
zagona dîn û hovan e
dixwaze bê cî û jiyan
bijîm li vir
na bê te, tenê namînim
mom û stêrk hevalên bê giyan in
bêdengiya dîwar jî
min lal dihêle
diçim tenê namînim
diçim tenê namînim
Wêneyek biçûk
bi çarçoveyek reş û zer
diyariya te bû
liber serê min
min dikişîne xeyalan
lê tu?
kanî tu?
dixwazim razim
bi xewnek xweş
vegerînim kêliyekê
ji wan rojan
lê mixabin
bêxew liser bîranînan
xewmaş dibim
şiyar xewnan dibînim
xwe li perê mejiyê min dide
dema bi te re
şiyar dibim
tenê wêneyê te ye
liber serê min
lê tu?
kanî tu?
Her tiştî bibe, lê...
Hevalê min!
na, hevalê xwe!
li bîra te ye
ku bi hev re em ketin rê?
me ji bîr kirin yar bira
xwîşk û dê
bi çiyan re dihat pîvan
baweriya me
wek agir û rojê
geş bû hêviya me
neke hevalê xwe!
neke!
tu çi dikî niha?
li nav demarên dilê min
digere devê te
dimijî xwîna min
dikujî mejiyê min
lê ew naşikîne tîna te
her tiştî bibe
her tiştî
lê baweriyê na
hêviyê na
ew nabin derman
jibo nexweşiya te
Peyvên tirsonek
û
cefilî
werin der û bibêjin
evîna qedexekirî
ber pêlên
deriya helbestan
biforînin
bipijiqînin
perdeya mirinê
bilivînin
û
hozaniya min
ji nû vejînin
Nobedara şevên min
li hêviya helbesta dawî
xew razandiye
û
hişiyar diponije
helbest jî
ji tirsa pênûsê
dilerize
pênûsa ku ji hêstirên
diya min rizî
li şûna lorandinê
şîn û girî
dibarîne
tenê hesret û kederan
dizane
û
dihûne
tenê liser evîna
qedexekirî
distirîne
digirî
û
dilorîne
Nobedara şevên min!
xemrevîna min!
ez ne hozan im
lê dîsa bi min
destanan didî hûnandin
helbestên min
liber kindirê sêdarê dilerizin
peyvên min tên bi dar vekirin
tên kuştin
û
ku mirin
liser gora wan
wêneyê xwe bineqişîne
daku ji nav xweliya gorê
zîl bidin
û
helbesta dawî
B
I
S
T
I
R
Ê
N
I
N
Bi dar veneke hêviya min
û nede bin piyên xwe xewna min
dema tîjkên rojê nû avêtin
bi hev re me avdidan gul
liber xwinava hûr
guliyên te bûn alên bihiştî
tevna evînê bi zerayiya rojê
ristin liser mil
mîna axa beyar û avis
min jibo te raxist dil
me xemiland bax û çîmen
û çandin renge reng gul
Xewn be jî, hêvî ya min e
nede bin piyên xwe
bi dar veneke hêviya min
Xwinava baranê têr nake
tîna dilê min
mîna perperîkek jar û baskşikestî
xwe davêjim ber agirê te
tu yî Kaba Qudis û Lalişa min
na na ev ne dîlana perperîka ye
tu dojeha bihiştî
perestgeha bawermend û sûfiyên
evînê
ez im baba derwêş
bê te dojeha bihiştî
nîn e stara min
kavil neke jiyana min
û
bi dar veneke hêviya min
Xew reviya
çav bûn nobedarên şevê
tu !!!
mêvana ji min dûr
serxweş dikî şeva min
bi te re me
te dibînim
dema mijankên te
bi xewek şêrîn
hev maç dikin
giyana min
mîna perperîkek serxweş
difire
bêçare liser te digere
guhdariya xewnên te dike
te diparêze ji hîv û stêrkan
te diparêze ji reşikê şevê
û
liber melodiya dilê te
sema digire
dema mijankên te ji maçkirinê
têr dibin
çavên te jiser hev radibin
lê dikene Afrûdêt
liber ronahiya wan
serçok dibe Ahora
û
vedide berbanga sibê
roj tê jiyanê
li derya çavên te
bi cih dibin
Quble Quds û Laliş
ku dikenin çavên te
bel dibe bexçê Irm
û
derdikeve seyranê
Xweda
lê ez?!
nobedarê şevên te
xewmaş
xwe disipêrin
derya çavên te
Berbanga sibê
gul nû vedibûn
ronahî maç dikirin
liser zimanê min
navê heskiriya min
li destên min
mistek ax
û
çavên min xewna serê sibê
dihûnan
li cihekî dûr
li zinarekî asê
bênav şehîd ketim
min tov avêt
û
ji nav tiliyên min
sorgul vebûn
lê birin!
ji min birin xewna min
li nav mija çiyan
liber piyên gurên boz
winda kirin hêviya min
ez şehîdê agir û rojê
talan kirin cendekê min
jiser rakirin navê min
navê heskiriya min
birin
sorgulên min
û
bin pê kirin xewna min
Kî yî tu ?
Çi yî tu ?
Xewn î tu
rastiyek ji xeyalê
hevala bê cî
bê
navnîşan
şewat î tu
bager î tu
mij û dûman
li pey şopa te
ber pêlên derya ketim
li ser ewr û
stêrka
li te
geriyam
heskiriya bêdil
tu mîna reşkê
şevê derketî
û winda bûyî
ez dizanim
digerim
li pey şopek
dûman
pey lêlanê
dikevim
û westiyam
li xwe
vedigerim
min nas kir
ku evîna te
xeyal bû
lê min kir rastî
û bi hêvî li pey geriyam
niha dawî hat
û ji bo min
nema jiyan
ez diçim
û baş dizanim
mirin jî min
rizgar nake
ji
derdan
min yek hêvî ji te heye
heskiriya ji xeyalê
ku ez mirim
were
ser gora min
momekê
pêxe
gulek tenê bavêje ser cendekê min
û bibêje
ji te hes
dikim
da ku
li gorê
rakevim
bi aram
Şiyar im?
Razayî me?
Yan kabûsa mirinê ye mêvana min?
Li yek kêliyê hezar car têm
kuştin
tu sebeba kuştina min!
Min bikuje!
Eger li xweşiya te tê mirina min
mirin şahiya min
min bişewitîne!
Agir dipijiqe ji dilê min
ey agirê bedena min!
Lê bizanibe!
Ariya cendekê min
wê biqîre û bibêje
ez ji te hes dikim
û ew e sebeba kuştina min
doh ez gul bûm
te av dida min
niha tu bûyî agirê bedena min
bişewitîne dilê min!
Bişewitîne!
Da ku carek din hes neke
ji gulên çiyayên wehşî
Ji xezalên kovî
ji periyên bê cî
bila êdî nebîne
heskirinên hovî
rojhilat ez hatim
rojava diçim
min xwe winda kir
bêveger roja min çû ava
û
silav li te mirin
bi xêr hatî
roj baş jiyan
bimîne bi xêr û xweşî
ku tu ji min direvî
didî min hewqas reşî
va diçim
bêveger diçim
eger tu li ber min dikevî
min bişewitîne berketiya min
min bişewitîne bê navber
bila bibîne jiyana bextreş
çawa dişewitin dil û ceger
û dîsa silav li te mirin
were
zû were
agir har dişewitîne
bila ji dilê min
bimîne cihê navê bihiştî
cihê çar tîpên xwedayî
Sin
Ezda
Mezda
Ahora
Li ber sêdarê
kindir da stoyê min
û temaşe dike li rewşa min
periyek
zalim
bêdil
qasidê ecela min
ne min dikuje
ne min dihêle
ez jî ne Eyûb
im
hewqas nîn e sebra min
pir bi wê xweş tê
azar û êşa min
dibîne
dibihîze
hes dike
lê dîsa pirs dike rewşa min
êdî bes e
dawî bîne
periya min
mîna dadgerekî
dadmend
pirs bike
daxwaza min
ezê dilê xwe li ber te vegirim
û bibêjim
ji te hes
dikim
û dev
li ken
herim
ji te hes dikim
ew e
gunehê
min
Dîsa min şev razand
ket temarê
û li nav
reşiya çavên wê
tenê
li
hêviya te dinalim
tenê
bêkes
gelek şevên
dirêj
ezê bi stêrkan
re bibim heval
rêwingiyê rojê
min roja xwe kir tarî
dizanim
bawer im
ez bûm hevalê
reşahiya şevê
bêkes
bi xeyal û hêviyên mirî
re
dimînim
dijîm
şevên dirêj
hîv jî
nakene
li ser
stêrkan digrî
ez digrîm
stêrk digrîn
hîv digrî
û nayê mêvaniyê roj
xeyidiye
ez gunehkar im
gunehgiran
nikarim xwe bibexşînim
qayîl nabe roj
xeyidiye
û ez
tenê
bê heval
birîndar
dimînim
mêvanê
şevê
Gulek kovî
daket ji çiyayên hovî
ji Şerefdînê
bablîsokên bêbext
dûr kir ji rojê
û li kolanên mirinê
silav da
bêguneh keniya
ez û gul bûn rêwingiyê rojê
li ber deriyê şevê
em kedî kirin
bazara jehrê
gul bû perî
bû melak
bû roj
û ez
ez Ahrîman
xwedayê tariyê
bûm evîndarê rojê
min roj dizî
kişand bin perdeya şevê
û tarî kir jiyana gulê
gunehkar im
mezin e gunehê min
bila agirê dojehê
bişewitîne canê min
ey Ahora xwedayê rojê!
bibexşîne!
bêguneh e gul
min
bişewitîne
ji gunehê
gulê
Sêdar rast kir
dixwîne gunehê min
dadgerê evînê
xweda bi dar vekirin
roj bi dar vekirin
ew
hîn dixwîne gunehê min
dawî hat
pirs kir ji min
xwest daxwaza min
qîriyam
bişewitîne helbestên min
bişewitîne dilê min
lê ez jê hes dikim
ez jê hes dikim
ev e gunehê min
li ser sêdarê
keniya roj
xweda keniya
navê şêrîn
nîvrê ma li ser zimanê min
û çûm hembêza rojê
Dirêje
derbas nabe dem
tenê dimînim
tenê rûdinim
tenê digerim
li her cihî
tê pêşberî min
bi tama qehwê re
di roniya momê de
bi şelîta dûmana çixarê re
te dibînim
li nav heytehola qehwexanê
dengê te dibihîsim
tenê rûniştî
dîsa li hember min î
tu bûyî hebûna min
hêza jiyana min
tenê bi te re dikarim bi aram bim
li ku dibim bila bibim
tu li nav dilê min î
Bi rê ketim
karwan dimeşiya
dema rojê
silav da
û gora min maç kir
min xewna hêviyê rist
bi çiya û binefşan re
min lorand
û helbesta azadiyê stirand
nîvco hiştin sirûda min
û bûn kabûsên mirinê
jan berdan dilê min
nehiştin têr bistirênim
û rojê hembêz bikim
ez şehîd bûm
lê niha dimirim
rê bidin!
rê bidin min, hevalên min!
ku kilama xwe bi dawî bînim
şîlan û sorgul
sema digirin
bihêlin ku ez û binefş
helbestan bibêjin
Vegere!
çi dibe?!
carek din vegere!
li sînga min
nexşeya lîstikên te dimîne
tu, Hêvî û Çeko
dengê zarokatiya we
li dil hatiye tomarkirin
hun çûn
ez mam
û li benda we
zivistan hat û çû
roj derket û çû
berf hat û çû
û dîsa hezar car
hatin û çûn
lê hun nehatin
ez li hêviya we mam
li vir lîstikên we mane
stiranên we mane
dengê we maye
û ez
nobedar im
tu dizanî dema roj
der tê û
dêmên min maç dike
dema baran sînga min dişo
dema berf
rûyê min sipî reng dike
te dibînim
zarokek biçûk
li ser dil û cegerê min
direqisî
dara te ber girt
sêv gihiştin û weşiyan
ketin ser sînga min
çilmisîn
kes nîn e bixwe sêvan
carek were
silav bide
xaniyên hêrifî
derî û pencereyên şikestî
bîranînên li dilê min neqişandî
ez nobedar im
lê li bin piyên hovan
dilerize dilê min
xewnên te li vir in
tu çû
Hêvî çû
Çeko çû
yên din çûn
ez mam
çav li rê
li benda we
aram nema
sînga min hilweşînin cinawir
Ez çûm
erê ez çûm
xerîb winda bûm
Hêvî û Çeko dibînim
li xewnên revok
wan dibînim
ez mezin bûm
lê ew hîn zarok in
li ber derî
li meydana gund
li dibistanê
em dilîzin
yan em lîstin?
dara min
dara sêvê
min û kalo çand
dixwazim
carek sêvê wê bixwim
lê ji te pirs dikim
hîn li wir e kalê min?
bi hesret im werim
li çem û zinarên te
vegerim
lê qedera min e
dilê min li wir
û ji xerîbiyê venegerim
Sîma
(
Zarokek hîn nehatî jiyanê )
Sîma,
kulîlka bihiştê
ku hîn venebûyî
melaka xeyalê
periya hêviyên mirî
tu li nav dilê rojê
dimînî
lê ez diçim
diçim
û
te nabînim
tenê,
navê te
zarokatiya te
ku ezê nebînim
li nav dilê xwe
dibim
û
diçim
li nav tevna xewnên
bi dar vekirî
me tu ristî
û
rastiyek ji kirasê xeyalê
tu anî jiyanê
lê me tu nedîtî
û
bi te şanebûn
melaka min biçûk
dibe ku rojek
tu bê
lê ez tune bim
li bexçê periya min
bibe gulek şeng
bîn bide rojên wê
ronî bike şevên wê
kezeba min biçûk
bihişta xeyala min
ku tu hatî
û
navek din li te bibe jî,
ji bo min
tu Sîma yî
S
Î
M
A
Şev baş!
şev baş melaka min!
bimîne bi xêr û xweşî!
li nav dilê min
û
ji min dûr
şevbaşek bêbersiv
derman nake
birînên kûr
te nabînim
dengê te nabihîsim
horiya min
dixwazim rakevim
da tu bê xewna min
lê,
çav ranazin
li hêviya
şev baş
û
şev baş jî,
pir dibînî ji bo min
roniya çavên min!
dîsa şev baş!
ezê şiyar bimînim
wêneyên te li dora xwe
bicivînim
agirê dilê xwe
bi girî vemirînim
û
şev baş!
şev
baş!
şev baş!
heta tu bê
bilorînim
Hoy stêra li asîman
Min şev derbas kir
tenê, li ber pencerê
li te temaşe dikim
sibe tê,
lê çi vedişêre ji
min?!
melûl melûl,
hêstiran nerijîne ser
min
yên min bes
in
ma te jî, winda kiriye dil?!
yan bêhêvî, bêçare dinalî mîna
min?!
doh min dît
îro çû û bir dilê min
gulek bihiştî
pêçayî bi agirê dojehê
na, melak bû
ahrîman pir bûn
reviya ji min
niha ez tenê
li benda sibê
sibe jî, dibe şev li min
ez şev im yan şev ez im?!
şev sibe ye yan sibe şev e?!
çi çi ye?! ez çi me?!
ji min re bêje
hevala tenahiya min!
Hoy bihişta bê bihar
periya bê dil
bê hes û bê war
ez bûm Mem
tu Zînek razayî
dilsar û xewar
dilkevir e Zîn
lê ez li kuçikê
agirdanka wê dibirijim
biryanî me
çira Zeredeşt im
gur dikim ar
Zîna min mir!
Ahrîman hatiye şûna wê
ma Ahrîman dibe Zîn?!
Ahrîman çi dizane ji evîn?!
Ew xwedayê reşahî û kîn
wê çawa bibe Zîn?!
wê çawa nas bike dilê bi evîn?!
Ax, êdî bes e!
Zîna min mir!
Xweda mir!
evîn mir!
ez çi dikim?!
ez çima dimînim?!
ez çima dijîm?!
lê tu Ahrîman!
tu zalimê bêdil!
tu hezar car bibî Zîn
tu hezar car bibî nifret û kîn
ji dilê min nastînî Zîn
tu nikarî bikujî evîn
ez dîwane me
dixwazim dîn bijîm
lê ne bêdil
ne bê evîn
hevala hevalkuj!
tu ew î?!
na, tu Ahrîman î bi kirasê wê
eger tu ne ew î
ka bi ku de çû Zîn?!
dirihreşk nabe sorgul
Beko nabe xwedî dil
tu jî nabî ew
ew mir!
erê ew mir!
lê tu çi dixwazî ji wê?!
derdikevî bi wêneyê wê
ew xweda bû
lê xweda mir!
ew evîn bû
lê evîn mir!
ew heval bû
lê hevala min mir!
Tu!
Tu hevalkuj î!
Dijmin î bi dil!
Dost î bi dev!
Ahrîman î, dijminê rojê
hevala şevê!
Li nav çavên te,
dojeh û rêwîtiya windabûyî
bask westiyayî
difirim
baskek li nav dilê te
li ba dibe
yek li agirê dojehê
diqijile
û çav...!
çav li dûriya hêviyê
zîz dibin
windabûna te
agirê dilê min dişewitîne
Hoy xewna min!
rastiya derewîn!
heşt salan li pey te
bêaram digerim
derew ya min bû
xewn ya min bû
xeyal ya min bû
min ji xwe bawer kir
û ketim şopê
heşt salan
heşt temenên windabûyî
heşt mirin
heşt rabûn
heşt rastiyên derewîn
heşt hêviyên mirî
Destpêka dawî
hebûn bû derew
xewn bû derew
ez bûm derew
û tu?!
tu rastiya derewîn
te ronahiya berbanga sibê
ji min revand
li navbera sînorê tarî û ronahiyê
tenahiya min hişt
ez bûm nobedarê veqetandina
şev û rojê
tenahiyê mijûl dikim
Bes e!
kuştina min dubare neke!
gulekê diyarî bide min!
bîranîna mirina min e!
mirina li nav dilê te
lê dilê te?!
gelo hîn lê dide?!
hîn rengê gulan nas dike?!
yan li nav xewnên min bû lêlan,
winda bû?!
bêser û ber ket riyên bêşop
rehet raza periya min!
ez rêwî me,
li ser sînorê mirin û jiyanê
dizîvirim!
têm tewafa dilê te
lê sar e mîna kevirê qublê
li hember dihêrifim
û dimînim nobedarê cudabûna
şev û rojê
yekîtiya dijberiyên gerdûnê
dirêsim
lê li ber dilê te
dihêrifim
dibim xweliya şûnmayên dîrokê
ez westiyam...!
westiyam û ber bayê dikivim!
li nav qirêja sedsala bîst û yekê
dibim derewa li ser zimanê
mirovên nûjen!
li bin piyê azadiya sexte
dihelim
wêran dibim
talan dibim
bêser û şop diçim
ber bi tunebûnê,
pêlan didim!
bi xatirê te periya min!
jiyan baş!
ez... di... çi... immmm
Hesreta şevên bêxew!
stêra min rijiya
li asmanê mişextiyê
serxweş bû xweda
ji cama kenê te
peyale li pey peyale
û miçiqî derya dilê min dema tu
çûyî
dîwane me ez melaka min
dîwaneyê kenê te yê xwedayî
û herdu çavên te
yek Laliş
yek Quble
min serçok dikişînin perestinê
kenê te min li ser Mîraca evînê
dibe Qudsê
Afrûdêt dişewite
ku dibîne revîna agirê dilê min
Ferdosî,
Helac,
Xanî,
û
Fexrê Adiya
bibin
pênûsa min
nikarim bînim ziman hesreta te
Dema Helac got: Ez heq im
hingî tu bûyî rastiya wî
Zîna Xanî,
Dilbera Feqiyê Teyra,
û Edûla Temir
Paşa tuyî
ez im Derwêş
şehîdê çavên te
Mişexte me li
şevên mişextiyê
dibim qulingê
Evdalê Zeynê
Ji bo çavên te ez bûm Eyûb
digerînim kurmên bedena xwe li
çolên penaberiyê
Ku ez mirim bikene melaka min!
ezê hezar car bêm jiyanê
û bigirim sema li ber kenê te
Dişewitim!
Digirîm!
Dimirim!
Lê bextewar im
ku
çend
rojan
min
dît
evîna
te
Ku ez şewitîm
bikene!
da ji nav tîjkên agir vebin
sorgul
Ku ez girîm
bikene!
da girî bimiçiqe û jiyan tev bibe
ken
Lê neçe!
serxweş neke serpêhatiya min!
Ku hilkişiyam ser sêdarê û ben
avêtin stoyê min
bikene!
da bişewite sêdar
Bikene!
bila bibihîse mirin kenê te
da ronî bibe gora min
bi kenê te mirin namîne mirin
dixemilîne kaniya hesretan kenê
te
û dibe bexçê Irm
Hesreta min!
mêvana şevên serxweş û bêgane!
Neçe!
Bê te digire şînê tenêbûna min
Ez ne ez im
li mişextiya bêbext biyan im ji
xwe
Te mişexte kirin şevên min
te mişexte kir ez ji min
Carek tenê,
were
li hembêza te,
bila ez vegere nava min
bila dawî bibe mişextiya min
û her bimîne ez
ji bo te
hesreta
dilê
min!
Tu,
tu ez bûm
tu çû
derya helbestan
tu bû
tu çû
pênûs
şewitî
xeyal
têk çû
derya
miçiqî
hêvî ?!
hêvî tu bû
tu çû
ji bo kê binivîsim?
çima binivîsim?
ji bo kê bibêjim?
çima bistirênim?
peyvên min
yek bi yek
te bi dar vekirin
kaniya helbestan
te miçiqand
û
tu
çû
êdî
nanivîsim
nastirênim
na
û
na
û
na ...!
şahiya şînê
Li nav dilê kederê,
ez kirim derya şînê
nixumand serpêhatiya min bi siya
poşmaniyê
xewnek xiniz,
li kanî û peravên dilê min,
raxist beriyên bêxêr û bêr
Soza biharê da min,
lê kenê mirinê berda ser lêva
jiyana min
Çi bû serpêhatiya min?
Em çawa hatin?
Em çawa diçin?
Destpêk, momek bû dipişivî,
noşistanek bêbext bû,
çirûskên xwe avêtin dilê
windabûyî
dilê ji rêwîtiyê têr nebûyî
hîn ji windabûnê diçû windabûnê
Bi xelekek vala,
riya bihiştê lê vebû
û ber bi dojehê siya poşmaniyê
ajot
li nav bexçeyê êşê
gula şînê kir ala tenahiya
bextreş
tenahî dinoşe meya tunebûnê
ez dibim tunebûn,
tunebûn dibe ez,
ez dibim tenahî,
tenahî dibe ez,
xeleka xewna xiniz
dirêj dibe,
dikişe,
dizîvire,
pêl dide,
tenahî û tunebûnê dorpêç dike
dibe gerdûnek ji êş û azarê
Û ez?!
Ez û şev û camên mişt ji meya
xewna xiniz
sermest dikin tenahiya stêrkan
Derbas dikin sînorê tunebûnê
Zagonên jiyanê tev hev dikin
Dilerize Xweda;
Hoy nenaso!
Hemwelatiyê nenasî û xewnan!
Nenas, bênav û tune,
çi dikî li gerdûna tunebûnê?
Min peyale hilda:
Noş tenahî û tunebûn!
Ez giriyam
Ez keniyam
Keniyam...Giriyam...
Giriyam...Keniyam...
Xewmaş;
li dest min peyala vala,
mom dipişivî,
li çarçoveyek biçûk, wêneyê te
xewna xiniz
dikeniya...Dikeniya...Dikeniya...
Û hîn stiran pê de diçû:
Xem û xeyalê te ez revandim
Li çol û bêlana te ez gerandim
Sersem
Ev çi ba ye diherike ji dilê şînê?
Bênavnîşan li hev siwar dike
rûbarên êşê
Nenasiya min bi têlên rêsayî
dirêj dike
Dike sînor bo giyanek bênav
Ev çi azar e ba dihûne?
Dibe bablîsok li dilê rojê
Rûpel rûpel ser hev radike
ferhenga axînê
Kûr diçe, dirêj diçe,
bênav hembêz dike şewata birînê
Ev çi ba ye digerîne dîlana şînê?
Bê hay,
bêalî xwe disipêre axîna şevê
xerîb dilerizîne hebûna min
Bi sirûda mirinê kefen dike
nasnameya min
Ev çi ba ye dihejîne peyalên vala
Mişt dike
Vala dike
Vala dike, mişt dike,
Dilorîne fîxana nalîna sorgulan
Li dilê şevê çengel dike konê
şînê
Ji dilê min dinoşe meya azarê
Û hîn zîz dibe dengê te,
şehîdê evîna nenas;
Di xew de ez çûme şûn wara
Nale nalê van dildara
Ax û ofên evan yara
Nedihat dengê van dildara
Nedihat dengê şivankara
Ba dibe bablîsok
Govenda şîna kuştiyên bênav
digerîne
Wê çi bike lorandina te dengbêjê
min
Eger bênav,
Peyale mişt ji xwînê,
mirov kaş bikin gorê
Xwîna serpêhatiyan dibe mey
Şev dibe tenahî,
Meyger nagerîne civata şevê
Şev dibe şano,
dirêj dibe,
bêdawî dikişe,
vedigire zagona tariyê
şanovanên tenahî û tunebûnê;
Ez, mom, peyale, çixare
û nalînên dengbêjê kederan
sermest dikin şevê
Bêhiş dibe Xweda
Ziko pişto dikene,
digirî,
diheje,
bêhay, xewmaş dibe
Lê ba;
Li dilê nalînên me geş dike
şahiya şînê
Vedenga soza mirinê ye,
dineqişîne wêneyê çûnê
Gelo wê li ku dawî bibe sînorê
bextreşiyê?
Bi ku ve diçe mirin?
Li ku dawî dibe?
Di valahiyê de dizîvire giyan
Bi birînek kujar ji xaka bênav
û yek ji periyek bijartî,
li hawîrkana bêbextiyê geş dike
govenda azarê
Rawestanek
Gelo hîn tê bîra te...?
Daristan,
berf,
çem,
noşgeh,...
Li odeya biçûk negqişandî ne
soz, êş û xweşiya me;
(Ez te nabexişînim ku rojekê min
bihêlî bi tenê)
te got
Lê te bi tenahî û tunebûnê dorpêç
kirim
Li şûn te sozên çav şiloyî ji
xwînê,
bi poşmaniya şevê re dibin yek
daristan diponije,
berf dipişive,
çem dinalin,
û noşgeh xemgîn e,
hembêz dike sermestiya min
Ez bablîsok im
Na bablîsok min kaş dike?
Bi ku ve diçim?
Ev çi hêz e kokên min dilerizîne?
Kanî û rûbar dilerizin
Janek bê derman e ev êş
Dibe derya
Difûre
Pêl har dibin
Hildiperikin bejna çiyayê nerêdar
Axîna gul û endekoyan bêdeng
diheje
Zagona mirinê ye
Lorandina te û bêdengiya şevê
Cih,
dem,
temen,
serpêhatî,
... û ez
tev di valahiyê de di zîvirin
Ji ku dest pê kir vê jana
bêderman?
Ji te yan ji xaka xewnan?
Ev kenê kê ye tenahiya min
dihejîne?
Tu yî yan Xewnistan e?
Min tu ew nas kirî û ew tu
Ev çi veqetandin e?
Li navbera te û te
Vedenga çûna bêveger e
Zîz dike ahenga Xewnistanê
Ez xewn,
tu xewn,
hatin xewn,
çûn xewn,
soz xewn,...
Gelo çawa xewn xewnan dijîn?
Li xewnistanê jiyan tev dibe xewn?
Li xewnistanê rastî tev dibe xewn?
Ma ev êşa kujar jî xewn e?
Veger
Jiyan baş melaka xewnan!
Jiyan baş xewnistana min!
Bi xewnan hatim
Bi xewnan diçim
Bi xewnan tunebûnê
disipêrim tenahiya şevê
Bi êş û azarên xewneyî
noq dibim nav hinavê xewnan
Ber bi destpêkê diçim
Dibim xewn
Tune dibim
...
Li dîlana şevek qeşmer,
xerîb hilavêtim lotkên serserî
tewlaz e gerdûn,
sermest dike hebûna min
Mey û badê bêhiş kirim
Ji ramanê dinoşim heta dilopa
dawî
Û bazar fireh dibe
Li ber melodiyên bîrdozê,
xwefiroş serçok dibin
Ahrîman digire şûna Xwedê
Raman diponije,
li koşeyek jibîrkirî bêhiş diheje;
Kî me ez?
Ez dînim, yan dîn ez im?
Çi ye ev Sermestî?
Qeşmer digerînin şîna min
Meyxane dîn dibe
Daristan dîn dibe
Û xwefiroş digerînin dîwana şevê
Şevbuhêrk dibe qehbexane
Daristan dibe qehbexane
Şîna rûmetê ye,
meyxane digerîne govenda qeşmeran
Wey ezê winda!
Li ser sînorê welatê bênav,
bênav diçim zikê şevê
Dibim xwarinek bênav
li ser ferfûrên xwefiroşan
Bazar, bazara namûsê ye
Li ser cendekê wê rêz dibin
qertel
Werin!
Kî dikire?
Kî difiroşe?
Şev jî qeşmer e,
li şîna rûmetê digerîne govenda
xwefiroşan
Ma kî dizane ki çi ye?
Ma kî dizane çi çi ye?
Mirov xwefiroş e, yan xwefiroş
mirov e?
Mirov qeşmer e, yan qeşmer mirov
e?
Lê werin;
Xwefiroşên cihanê bibin yek
Noş rûmeta xwefiroşan
Min birêse ji bo xewnên bêgane û
tenêbûna tazî
Ez hêstirek şînê me li çavên te
Ji tunebûna xwe,
bihara te dixemilînim
Li zozanên birçî dibim gulek
bêbîn
Şeva şînê navnîşana min e
Heyv û stêrk digirîn
Li hêviya bişirîna mirina min
diponijin
Û tu nehatî
Hêstirek windabûyî li çavên
okyanosa
Pelek payîzî li ber bayê mirina
biyaniyê
Ez bendewar im
Bêdawî dirêj dibe tenêbûna min
Şahiya qeşmer digerîne şîna min
Li çavên min sariya mirinê
Û jiyan dibe çerxa lîstikên nûjen
Dem bûye kirîn û firotin
Û dîsa tu nehatî
Ma dixwazî ez jî, bibim etar?
Ezê çi bifiroşim li bazara
nûjeniyê?
Xwe, yan te?
Bazar tije evînfiroş e!
Welat,
bîrdoz,
mirov,
her tişt heye
Û ez?
Ez çi bikim?
Ez dibim kenê mirinê li ser lêva
gulên çilmisî
Tenahî û tunebûnê dikirim û
difiroşim
Û tu?
Tu nehatî!
Tazî neke birîna min
Ji ronahiya çavên te şev
dibişkive
Mişt dibe ji girî û gazinan
Hezar carî navê te tevî îske
îskên dîl dibe
Vedenga dîwarên bêdeng, razên
bêgane
ahenga têkçûnê pêşwazî mirinê
dikin
Ma çawa te bîr bir, min bisipêrî
cendekê
helbestan
ji bermayên dilê min bikolî navê
xwe
ev kavilên bêşênî û wêran
ku te kirin wargehê tevnepîrê
Çawa te ew perestgeh wêran kir?
Lê kenê te yê xwedayî, periya
min,
li ku zîz dibe?
Bi nazên xwe,
têkçûna kê dirêsî?
Ji bermayên xwe,
kenê te li ser perestgehek bêşênî
dikolim
kavilê dilê min e ev perestgeha
wêran
Û ji dûr, ji nav vedenga kenê te
tîpên kelegirî dilerizin:
Ev der Evînistan e!
Li vir serkeftina herî mezin
têkçûn e!
Li nav tevnepîra ewan kavilên
talankirî,
sêgoşeyek bedbext berz dibe;
Ez, tu û xaka jibîrkirî;
Tev Qedexe ne!
Em berhemê tovekî qedexe ne
Ji pêçekên qedexe firiyane
Û ev giyana berz û têkçûyî,
ji qedexeyan şîr mijtiye
Yekîtiyek xwedayî ye;
Bîna te û bihara qedexe,
germiya te û tîna xweliya qedexe,
çavên te û roka qedexe,
xiniziya te û ezê qedexe,
ez û tu û welatê qedexe,
Ma çawa wê dil nebe şopa
tevnepîrê?
Hestî û goştê bedena me li
qedexistanê,
tar û mar dibin,
bi tovê xiniziyê şên dibin,
li xakê, qedexe dibin gulistan
û qedexe diçimisin.