Helbest

Gotar ZimanLêkolîn      
 
 

Destpêk

 KURDÎ

 DEUTSCH

عربي

 AGENDA

KONTAKT

PIRTÛK

LINK

PRESE

 

 
   
     
     
 

Selîm Biçûk

 

RÊZIMANÊ KURDÎ - KURMANCÎ-

 

 

 

Weşanên Instîtûta Kurdî Ji bo Lêkolîn û Zanist – Berlin
Çapa yekemîn: Adar 1997
ISBN: 3-930943-19-0

 

 
 

Naverok

Pêşgotin

1. Ziman, rêziman û hêmanên zimanê kurdî

1.1 Ziman çi ye

1.2 Hêmanên zimanê kurdî

1.3 Rêziman çi ye?

1.2.1 Tîp û deng

1.2.1.1 Abc ya kurdî

1.2.1.2 Tîpên dengdar

1.2.1.2.1 Kurtedeng

1.2.1.2.2 Dirêjedeng

1.2.1.3 Tîpên dengdêr

1.2.1.4 Pevdengtîp

1.2.1.5 Siwartîp

1.2.1.6 Cêwîtîp

1.2.1.7 Rastnivîsandina tîpan

1.2.1.7.1 Tîpên gir û hûr

1.2.1.7.2 Tîpên dengdar li pey hev
1.2.1.7.3 Yekgirtina tîpan

1.2.1.7.4 Cîguhertina tîpan

1.2.1.7.5 Bihevguhertina dengdaran

1.2.2 Kît

1.2.2.1 Bêjeyên yekdeng

1.2.2.2 Bêjeyên dudeng

1.2.2.3 Bêjeyên sêdeng

1.2.2.4 Bêjeyên çardeng

1.2.3 Peyv

1.2.3.1 Nav

1..2.3.1.1 Beşên navan

1.2.3.1.2 Zayend
1.2.3.1.3 Zêder

1.2.31.4 Piçkolekirina navan

1.2.31.5 Hejmar

1.2.3..6 Tewandina navan

1.2.3.1.7 Darêja berkarî

1.2.3.1.8 Navên kirdeyî û berkarî

1.2.3.2 Cînav

1.2.3.2.1 Cînavên kesok

1.2.3.2.2 Cînavên bêhêl

1.2.3.2.3 Cînavên nîşandek

1.2.3.2.4 Cînavên pêgehîn

1.2.3.2.5 Cînavên pirsiyariyê

1.2.3.2.6 Cînavên nependî

1.2.3.2.7 Cînavên xwemalîn

1.2.3.2.8 Tewandina cînavan

1.2.3.3 Rengdêr

1.2.3.3.1 Rengdêrên pesinde

1.2.3.3.2 Rengdêrên dumil

1.2.3.3.3 Rengdêrên nîşandek

1.2.3.3.4 Rengdêrên hejmarî

1.2.3.3.5 Rengdêrên pirsiyarî

1.2.3.3.6 Rengdêrên nependî

1.2.3.3.7 Rengdêrên xwedanî

1.2.3.4 Hejmar

1.2.3.4.1 Beşên hejmarê

1.2.3.4.2 Tewandina hejmaran

1.2.3.5 Lêker

1.2.3.5.1 Veguhastina lêker

1.2.3.5.2 Di lêkeran de rader

1.2.3.5.3 Raweya fermanî û KDN

1.2.3.5.4 Komên lêkeran

1.2.3.5.5 Di lêkeran de dem

1.2.3.5.6 Di lêkeran de rawe

1.2.3.5.7 Di lêkeran de nakirin

1.2.3.5.8 Lêkera bûn

1.2.3.5.9 Lêkera hebûn

1.2.3.5.10 Lêkekerên derhingêv

1.2.3.5.11 Çend lêkerên hîmî

1.2.3.6 Hoker

1.2.3.6.1 Hokerên demîn

1.2.3.6.2 Hokerên cihîn

1.2.3.6.3 Hokerên çawanî

1.2.3.6.4 Hokerên hejmarî

1.2.3.6.5 Hokerên pirsiyarî

1.2.3.7_Daçek

1.2.3.7.1 Daçekên lêkerî

1.2.3.7.2 Daçekên raweyî

1.2.3.7.3 Daçekên navdêrî

1.2.3.7.4 Daçekên erênî

1.2.3.7.5 Daçekên nayînî

1.2.3.7.6 Daçekên pirsiyarî

1.2.3.7.7 Daçekên egerî

1.2.3.7.8 Daçekên vekitî

1.2.3.8 Gihanek

1.2.3.8.1 Gihanekên xwerû

1.2.3.8.2 Gihanekên dubare

1.2.3.8.3 Gihanekên daçekî

1.2.3.9 Bang

1.2.3.9.1 Bangên gazîkirinê

1.2.3.9.2 Bangên dilxweşî û şahiyê

1.2.3.9.3 Bangên êş nifrîn û kovanan

1.2.4 Hevok

1.2.4.1 Avahiya hevokê

1.2.4.1.1 Hevokên lêkerî

1.2.4.1.2 Hevokên navdêrî

1.2.4.1.3 Hevokên bangê

1.2.4.2 Di hevokê de niqteşanî

Çavkanî

 

Pêşgotin

Gelê Kurdistanê ji berbanga dîrokê ve di bin nîrê bindestiyê de êş û zorê dikişîne. Her tiştên  Kurdan ketine ber bayê talan û wêrankirinê. Badev û firtoneya koledariyê serax û binaxa me bi  bêbextî dimale. Dijmin, kelepor û kevnetoreyê me jibo xwe bi kar tîne. Hebûn û kesbûna me di bin seqem û berfa mêtingeriyê de dilerize û bêçare hêdî hêdî diçilmise û tê pişavtinê. Zimanê me jî, mîna endamekî bingehîn ji hebûna me ya netewî  dibe armanca êrişên hovane. Jiber ku ziman hêlîna gel e. Hêlîna dîrok,  çand, tore û hemû nirx û bihayên netewî ye. Lew re bûye armanca yekemîn ji lêdanên mêtingeran re. Jibo ku dijmin gelê me ji meydanê rake, lêdana mirinê avêtiye  zimanê kurdî. Lew re baş zanibû ku kuştina zimanê kurdî, kuştina netewa kurd bi xwe ye. Kuştina kurdayetî û  kesbûna kurdî bi xwe ye. Ev rastiyek e ku mirov nikare jiber çavan bixe. Di dirêjahiya dîroka  Kurdistanê de, dijmin ev  ramyarî bi rê ve biriye. Di  dema serdariya Ereban de, Omerê Kurê XETAB, zimanê kesê ku bi kurdî dipeyîvî jê dikir. Herwiha piştî binkevtina serhildana Dêrsimê, pêşniyaza I. INONU ew bû ku qirkirinên sipî bên pêkaninê. Jibo kuştina giyana serhildêr û berxwedêr li cem Kurdan qişleyên leşkerî hatin avakirinê û sêwiyên ku dê û bavên wan hatibûn kuştinê bi mejî û ramana kemalî tê de hatin xwedîkirinê. Armanca yekemîn ji van dibistanên di nav qereqolên leşkerî de ew bû ku tore, ziman, dîrok û kesbûna Kurdayetî bi nifşên kurdî  bidin jibîrkirinê. Lê tevî van êrîş û qedexekirinan jî, zimanê kurdî liber xwe da. Di çiya, şikeft û asêgehên Kurdistanê de, ji hêla gelê Kurdistanî ve hat parastin. Ev jî, encama resenî û xwezayiya zimanê kurdî û taybetiyên gelê kurd in.

Zimanê me zengîn, pak, ciwan û xweş xwe gihand îro, lê mixabin ku heta niha abc û rêzimaneke yekbûyî û hevgirtî jibo wî peyde nebûye. Ev  jî, ji rewşa bindestîya welat tê. Bi tenê ev daxwaz di nav welatekî serbibxwe û azad, ji hêla dezgeheke netewî ve pêk tê. Îro hoyên xweyî û babetî derfet û karînan didin jibo birêvebirîna vî karî. Di vê derbarê de pêwîst e, ku herkes çi dizane bide gelê xwe. Lew re ku pêdiviya zimên jibo Kurdan mîna  xwarin û vexwarinê ye.

Gelek rewşenbîr û zimanzan ji vê xebatê ditirsin. Çêkirina rêzimanekî bê kêmayî dikin bihane û li dijî vî karî derdikevin. Gelek jî, dityarên nexweş yên mîna :" Pêwîstî bi gelek zimanzanan nîn e " tînin ziman. Zimanzanî jî,  mîna her zanistîşax merc û hoyên wê hene. Lêkolînên ku dibin, giring e bi awayekî zanistî bin.

Ez jî, mîna kurdekî welatperwer xwe berpirsiyarê pêşvebirina vê xebatê dibînim. Li gor karîn û derfetên xwe, çiqas kêm bin jî, ezê xwe berdim nav gulistana zimanê Kurdî. Xwe bi gul û çîçekan bixemilînim. Herdem jî, mezintirîn mamosteyê min di vê derbarê de zimanzan û têkoşerê serxwebûn û azadiya Kurdistanê Osman Sebrî ye.

Min rêzimanê CELADET BEDIRXAN bingeh girtiye û bi dîtinên zimanzanên din temam kiriye. Di gelek cihan de min kêmayî li gor ramana xwe dagirtine. Helbet, ev lêkolîn ne bê kêmayî ye, lê hêviya min ew e ku bigihîje armanca xwe û xwendevanên zimanê kurdî jê sûd bigirin.

Selîm Biçûk

 

 

1. Ziman, rêziman û hêmanên zimanê kurdî

1.1. Ziman çi ye?

Ziman, desteka têgihîştina mirovan e. Bê vê destekê jiyan û pêşveçûna bajarvanî nabe. Ziman bi dengên ku ji dev, lêv, dinan, qirik, ziman û bêvil dertên pêk tê. Herwiha bi van dengan zimanê devikî ( axaftin, peyîvîn ) çêdibe. Lê jibo zimanê nivîskî her dengekî ku tê bihîstinê liser kaxezê, bi nîşanekê tê naskirinê. Ev nîşan jî, bi tîp (herf ) tê bi navkirinê. Dema ku em dibêjin: Aş, em du dengan dibihîzin, dengê tîpa ( a ) û dengê tîpa ( ş ). Her yek bi nîgarekê tê nivîsandinê: A, ş

Jibo zimanê kurdî (31 ) sî û yek tîpên latînî hatine danînê. Zimanzanê birûmet CELADET BEDIRXAN sî û yek deng di zimanê kurdî de pejirandine. Bi rastî, ev in dengên bingehîn di kurdî de. Lê hîn ( 6 ) şeş dengên din hene, ew jî ev in: Xw  Ç  K  P  R  T.Tîpa pevdeng û pênc tîpên cêwî, yên ku cihê du dengên nêzî hev digrin kêm in. Ji bilî van tîpan sê dengên din ku ji zimanê erebî ne, cihên xwe di nav dengên zimanê kurdî de digrin: A(ع), X(غ), H(ح).

Her tîpek dengdar yan jî, yekgirtina bêdengan bi dengdarekê re dengekî çêdike, mîna:
A    Av - ketin  ( ke - tin ). Jibo vî dengî kît ( birge ) tê gotinê. Her çend kîte bêjeyekê
( peyvekê ) çêdikin, mîna: Serxwebûn                Ser - xwe - bûn.

Rêzkirina çend peyvan jî, hevokek xwedî wate çêdikin mîna: Em serxwebûn û azadiyê dixwazin. Axaftin jî, bi rêzkirina hevokan pêk tê:

Jibo pelixandina bêrûmetiya sedsalan, jibo jiyaneke bişeref û rêzdar, jibo gihîştina karwanê mirovahiyê, me bi destekî pênûs û bi yê din qilêş hilgirtiye. Berê me li çiyayên Kurdistanê, hêlînên baz û şêran. Me ev rê girtiye. Em bi xwîna sor vedikin û dişopînin, jiber ku: Ji serxwebûn û azadiyê bi rûmetir tiştek nîn e.

 

1.2. Hêmanên zimanê Kurdî

Mîna ku li jor diyar dibe, di zimanê kurdî de ( 4 ) çar hêmanên  bingehîn hene  ku liser
ava dibe û pêk tê:

 

1.2.1. Tîp

1.2.2. Kît

1.2.3. Peyv

1.2.4. Hevok

 

1.3. Rêziman çi ye?

Tevahiya bend û rêzanên rastaxaftin û rastnivîsandina zimanekî bi Rêziman tê bi navkirinê. Rêzimanê kurdî rastaxaftin û rastnivîsandina zimanê kurdî bi bend û rêzanan şirove dike.

 

1.2.1. Tîp û dengên zimanê kurdî

Tîp nîşanên ku liser kaxezê bi nivîsandin dengên zimên didin nasîn.Tevahiya van tîpan
abc ya kurdî pêk tînin. Abc ya kurdî ya latînî ji ( 31 ) sî û yek tîpan tê sazkirinê:

 

A   a   Tîpa yekemîn e , ji abc ya kurdî. Bi serê xwe dengekî dirêj, ji kûraniya qirikê,
bi vekirina dev derdixe. Bi lêvkirina vê tîpê re ba ji nav devê mirov dertê û vekirina dêv
hinekî dom dike : Av, al, agir, Alan, Azad, ax, aram, aş ...

 

B   b   Tîpa duyemîn e, di abc ya kurdî  de. Bi  anîna her du lêvan ser hev peyde dibe
û bi serê xwe tu dengan nade : Bav, baz,  berber, baran, Botan, barbar,...        

 

C   c   Bi serê zimên ji hêla jorîn ve peyde dibe, yan ku bi danîna serê zimên ser perçeyê
 jêrîn ji nav devî. Ev tîp dengekî bi çingênî derdixe: Can, cer, ciwan, cercer, co,   cobar,...

 

Ç   ç   Mîna ( c ) bi alîkariya  serê  zimên peyde dibe û dengekî bi çingênî derdixe. Bi du
 awa tê bikaranînê:

Awayê nerm:

Çêlek - çîrok - çîn - çivîk - çilmisîn...

Awayê sert :

Ço - çol - çîmen - çayê - çal - çayir ...

 

D   d   Bi alîkariya serê zimên ku li dinan dikeve peyde dibe: 

Dad, derd, dem, dê, dîmen, dûman,  dadvan,...

 

E   e   Dengdareke xweser e. Bi vekirina dev û     rakirina lêv û dinan ji ser hev, dengekî
kurt yekcar ji baniyê qirikê derdixe: Ez, em, ezber, erzan, encam, efsane,...

 

Ê   ê   Tîpeke dengdar e. Ji baniyê qirikê, bi vekirina dev û rakirina lêv û dinanan ji ser
hev dengekî dirêj derdixe: Êl, êm, êvar, êzing, êş, êrîş, êrdim, …

 

F   f    Ev deng bi alîkariya lêv û dinanan çêdibe. Lêva jêr dikeve navbera dinanên jêr û jor û hinekî tê qerisandinê.Lêva jor jî, hildayî dimîne: Fener, ferman, fêrbûn, Ferfûr, Fanos, ...

 

G  g    Ev deng liser nîvê zimên ji jor ve çêdibe.   Nîvê zimên bi ser şikefta devî ya jor de tê qerisandinê û lêv û dinan vekirî dimînin: Ga, gur, gul, guh, gel, gamêş, ger, gez, …

 

H   h   Ev deng ji qirika mirov bi hûkirinê dertê. Herwiha dev, lêv û dinan vekirî dimînin:

Hawar, huner, hozan, hêz, herêm, hêvî , hêja, …

 

I   i     Ev dengdar bi vekirina dev dengekî kurt û yekcar ji nîvê qirikê derdixe. Di destpêka peyvên kurdî de nayê bikaranînê. Herwiha di dawiya peyvan de jî, ji bilî çend daçekan nayê bikaranînê, mîna: Bi, ji, çi, di,...

Kirin, birin, mirin, bilbil, dirinde, Dimdim...

 

Π  î     Ev dengdara  xweser bi vekirina dev, lêv û dinandengekî dirêj ji nîvê qirikê derdixe:
 În, îşev, îsal, înan, îcar, îsot...

 

J  j     Ev deng ji pişt dinanan peyde dibe. Mirov binê zimanê xwe bi ser pişta dinanan
 ve hinekî diqerêse û vî dengê bi xuje xuj derdixe: Jar, jîn, jiyan, jîjo, jêr, jor, jîr,jajî

 

K   k    Ev deng ji nîvê pişta zimên bi alîkariya şikefta dev ya banî peyde dibe.
Ev tîp cihê du dengan digre.

Awayê nerm: Ker (nabihîse), kil, kor, kin, ka (pûşê hûr), kadîn, kavil, kar (çêlika bizinê)...     

Awayê sert : Ker (bar radike), kum, kun, kar (îş), kole, kol, kaxez, ka (bide min),

 

L   l     Ev deng bi alîkariya serê zimên ji nîvê zimên dertê: Lal, lale, lûle, Leyla,
 Lezgîn, leylan, Lor...

 

M   m  Ev deng bi girtina dev û dinan û danîna lêvan ser hev ji bêvilê dertê:

         Mar, mêr, mal, mê, Memo, Med, meymûn, mom...

 

N   n   Bi alîkariya serî û nîvê pêşzimên bi hildana lêvan ji ser hev ji bêvilê dertê:

         Nan, narîn, nalîn, Nermîn, nûner, nîşan, Nişmîn...

 

O   o   Ev xweser dengekî dirêj ji nav dev bi vekirina lêv û dinan derdixe:

         Ol, ode, Oso, ocax, olk, oldar...

 

P   p   Ev deng bi danîna her du lêvan ser hev dertê û bi du awa tê bikaranînê:

Awayê nerm: Pîr (bi emir), pepûk, pîvaz, pêlav, pembû, pîrejin...

Awayê sert: Pere, por, pirç, perçe, pûş, poşman, pîr (rêberê dîn)

 

Q   q   Ji nîvê qirikê dertê: Qaz, quling, qîz, Qamişlo, qirik, qijik, qîrên, qoq,...

 

R   r    Ji serî û nîvê pêşzimên peyde dibe û bi du awa tê bikaranînê:

Awayê nerm: Rol, reben, rêwî, rê, rik, rim, rimbaz

Awayê sert: Reş, rewş, rabûn, rewşenbîr, req...

 

S   s    Ev deng ji nav dinan bi fîtîkdanê peyde dibe: Sal, sor, sar, sol, sîr, sersal, sosin...

 

Ş   ş    Ji pişt dinanan û  bi alîkariya binê zimên peyde dibe: şor, şûr, şîr, şar, şir, şêr,
 şoreş, şeş,...

 

T   t    Bi alîkariya dinanan û serê zimên peyde dibe û bi du awa tê bikaranînê:

Awayê nerm: Tîr, tirî, tûr, tîtî, tilûr, tîj...

Awayê sert: Tirş, teşî, teşt, tor, ter...

 

U   u   Ev dengdara xweser bi vekirina lêv û dinan ji nav dev yekcar û kurt derdikeve.
 Di pêşiya peyvan de nayê bikaranînê.Di dawiya peyvan de jî, bi awakî sinorkirî tê mîna:
Tu,  ku, du,...

Kur, gur, kum, xurde, gumgum, qure

 

Û   û   Ev dengdara xweser bi vekirina dev, dinan û lêvan ji  nav dev dirêj derdikeve û
vekirina dev hinek dom dike: Ûrg, kûr, rû, mû, dû, çûn, bûn...

 

V   v   Ev deng bi alîkariya lêv û dinan peyde dibe. Lêva jêr em dikin navbera dinanên jêr
û jor û hinek diqerêsin: Vedan, volkan, viyan, vîn, veşartin, valabûn...

 

W   w  Ev deng  di nav lêvan de peyde dibe. Bi alîkariya dengdaran tîpên siwar çêdike 
û  ew bi xwe jî, nîv dengdar e: Wa, we, wê, wi, wî, ew, -êw.

Bi alîkariya tîpên bêdeng jî, pevdengan çêdike, wek: Xw, kw, gw.

Wan, welat, wêran, windabûn, wî, ew,

Xwarin, xweser, xwê, xwîn, xwinav

Gwêz, gwîtin, kwîr, kwînêr...

 

X   x   Ev deng ji nîvê qirikê dertê:Xanî, xort, xebat, xizim, xunav, xirab, xezal,....

 

Y   y   Ev deng ji nîvê pişta zimên peyde dibe. Nîvdengdar e û bi alîkariya dengdaran tîpên siwar çêdike: Ya, ye, yê, yi, yî, ey.

         Yar, yek, gulîyên sor, neteweyî, eywan...

Z   z    Tîpa dawî ye ji abc ya kurdî. Dengê wê ji nav dinanan peyde dibe.

Zozan, zevî, zor, zindan, zerzûr, Zerê, 

 

1.2.1.1.  Abc ya Kurdî

Abc ya kurdî ( 31 ) sî û yek tîp in û li du beşan par ve dibin:

 

Tîpên  gir ( girek ):

A B C Ç D E Ê  F G H I Π J K L M N O P Q R S ş T U Û V W X Y Z

 

Tîpên hûr ( hûrek ):

a b c ç d e ê f g h i î j k l m n o p q r s ş t u û v w x y z  

 

1.2.1.2.  Tîpên dengdar

Di zimanê kurdî de ( 8 ) heşt tîpên dengdar hene:

A E Ê I Î O U Û

Bi lêvkirina van tîpan mirov devê xwe ji hev vedike. Her tîpek jî, bi serê xwe dengekî derdixe.

A    a  kar               şar

E     e ker               şer

Ê     ê kêr               şêr

I      i  kir                şir

Π     î  kîn               şîn

O    o  kor               şor

U    u  kur               gur

Û    û  kûr               şûr

Li gor Kurtî û dirêjahiya dengê van tîpan di nav xwe de, li du beşan par dibin:                      

 

1.2.1.2.1. Kurtedeng: E   I   U

E   e   ez, em, ber, şer, berber, ezber, pale

I    i    Dimdim, bilbil, dil, mirin, kirin, min

U  u    tu, gul, guh, kum, kur, Kurd, durust

 

 

1.2.1.2.2. Dirêjedeng: A   Ê   Π  O   Û

A    a  av, al, ap, Alan, bav, Dara, baran

Ê    ê   êl, êm, êrîş, dêm, rê, mêr, Bêrîvan

Π    î   în, îro, îşev, dîn,jîn,şîn, zîn, sîr, şîr

O   o   ol, ordek,olk,Oso,Soro, Bozo,sor

Û   û   ûrg, tûr, şûr, rû, mû, kûr, dûr, hûr

 

1.2.1.3. Tîpên Dengdêr:

Di zimanê kurdî de (23) bîst û sê tîpên dengdêr hene. Ev tîp bi serê xwe tu dengî nadin.
 Tîpên dengdêr ev in: B  C  Ç  D  F  G  H  J  K  L  M  N  P  Q  R  S  Ş  T  V  W  X  Y  Z

 

1.2.1.4. Pevdengtîp

Ev tîp ji yekgirtina du tîpên bêdeng û dengdarekê çêdibin:

xw     xwa, xwe, xwê, xwi, xwî.

gw     gwê

kw     kwî

 

Xwa: Xwarin, xwazgîn,xwas,...

Xwe: Xwere, xweser, xwelî, ...              

Xwê: Xwêdank, xwêsî, ...         

Xw : Xwinav, xwirde, xwirdekar,...

Xwî: Xwîn, xwînxwar, xwînî, ...          

gwê   gwêz  
gwî    gwîtin  
kwî    kwîr kwînêr

 

1.2.1.5.  Siwartîp

Ev tîp bi yekgirtina tîpên ( y, w ) û dengdaran çêdibin:

Y : Ya, ye, yê, yi, yî, ey.

W: Wa, we, wê, wi, wî, ew, êw, aw.

Y       yar, yek, Darayê Kurd, mayin, çiyayî, meydan,...

W       Wan, welat, wêne, windabûn, wî, xew, dêw, daw

 

1.2.1.6.  Cêwîtîp

Ev tîp bi du awa tên bilêvkirinê û di ziman de cihê du dengan digirin. Cêwîtîp ev in:

Ç     K     P      R         T

Her tîpek ji van du dengan derdixe, dengekî nerm û yekî sert

 

Tîp

Awayê nerm

Awayê sert

Ç

çem     çêlek     Çîrok

ço        çap       çep

K

ker      kil         kezeb

ker      kum      kol

P

pîr       pêlav     pîvaz

pîr       per        pirç

R

rût       rûn       rêzan

reş       rewş     razan

T

tûr       tîr         tirî

têr        tor         teşî

 

 

 

1.2.1.7. Rastnivîsandina Tîpan

 

1.2.1.7.1. Tîpên gir û hûr:

Di nivîsandina kurdî de, ji van rewşên ku em li jêr rêz bikin û pê ve her gav tîpên hûr tên nivîsandinê:

 

1. Nasnav ( Navên bernas ):

Ev nav bi tîpa gir dest pê dikin û tevayî jî, tîpên gir bên nivîsandinê, rast e. Wek:

Azad > AZAD
Xebat > XEBAT                           
Şêrîn > ŞÊRÎN                  
Amed >AMED

Qamişlo > QAMIŞLO           
WAN > WAN

Botan > BOTAN                                   
Bagok >BAGOK
                           

2. Hevok (Pevek):

Herdem bi tîpa gir dest pê dike.

Wek:Şoreşa Kurdistanê xwe gihandiye koçbera şerê gelî. Di şerê gelî de jî, hemû hêzên civatê dibin eniyên cengê. Îro li Kurdistanê her gund, her bajar li hember dijmin, eniyeke cengê vedike.   

 

3. Dema mirov bixwaze bêjeyekê  yan jî, navekî di hevokê de berçav bike jibo balkêşîyê bi tîpên gir di navbera du kevanên biçûk de dinivîse. Wek: Li welat " ÇAPKIRIN "a pirtûkan qedexe ye.

Ji " SERXWEBÛN " û " AZADI " yê bi rûmetir tiştek nîne.  

 

4. Sernivîsên  gotar û nivîsaran bi tîpên gir dest pê dikin yan jî, tevahî bi tîpên gir tên nivîsandinê.

Wek: Enîşka Rêzimanî > ENÎşKA RÊZIMANÎ.

 

5. Navên pirtûk, rojname û kovaran bi tîpa gir dest pê dike yan jî, tevayî bi tîpên gir tê nivîsandinê.

Rêzimanê Kurdî  >  RÊZIMANÊ KURDÎ

Rewşen > REWşEN             Lêkolîn > LÊKOLÎN

Welat    > WELAT              Avaşîn  >  AVAşÎN

 

6. Textik û tepikên rêklam û bangeşiyê û balkêşan (lafte ) bi tîpên gir dest pê dikin yan jî, tevayî bi tîpên gir in :

BIJÎ SERXWEBÛN Û AZADIYA KURDISTAN

 

1.2.1.7.2.  Hatina tîpên dengdar li pey hev

Di zimanê kurdî de du  dengdar di bêjeyekê de yan jî, di bêje û paşgînekê de li pey hev  nayên,di vê rewşê de tîpên :    

( Y,W, H  ) dengdaran ji hev dûr dikin.Mîna:

Gî - an                   Giyan.

Du - emîn               Duwemîn.

Dirêja - î                 Dirêjahî

Tîpa (w ) dema bi vê delametê radibe bi tenê li pey van dengdaran  ( o, u, û ) tê, jibo ku lêvkirina bêjeyê neyê guhertinê. Mîna:

Ez di rêza duwemîn de bûm.

Duwekî tarî ji agirê petrolê dertê.

Min serşoweke fireh ava kir.

Tîpa (H) di şûna tîpa (Y) de tê bikaranînê , di bêjeyên  mîna:

Dirêj             dirêjayî                   dirêjahî

Teng            tengayî                  tengahî

Reş              reşayî                    reşahî

Ji hêla din ve gelek bêjeyên kurdî yên ku bi tîpa  ( h ) dest pê dikin, bi demê re ev tîp ketiye û bi dengdarekê dest pê dikin, mîna :

Êrîş              hêrîş   

Awa             hawa

Ûrde             hûrde

Êl                 hêl

Evîn             hevîn

Elb               helb 

Avêtin          havêtin

Dema ev bêje dibin berbarê vê rêzanê vedigerin ser reseniya  ( eslê )  xwe. Mîna:

Bi êrişên tund gerîla dijmin dipelixîne.

Bi hêrişên tund gerîla dijmin dipelixîne.

Bi awakî sert ez rabûm.

Bi  hawakî sert ez rabûm.

Pêavêtin       Pêhavêtin

 

Tîpa ( Y ), di hemû rewşên din de, bi delameta jihevdûrkirina dengdaran radibe. Mîna:

Gundiyekî got : " Çiya em in , me bombe bikin ".

Bêjeyên ku bi dengdaran dest pê dikin, dema li dû daçekan tên, ev daçek dikarin
dengdarên xwe bavêjin. Mîna :

Ajotin           bi ajo               bajo

Anîn             bi îne               bîne

Axaftin          biaxife             baxife

Di nivîsandina kurdî de zêder ( a, ê, ên ) mîna paşgînan tên pejirandinê, dema dawiya
 bêjeyê dengdar be, tîpa " y " dikeve pêşîya zêderê . Mîna: Çiyayê  Cûdî pîroz e .

 

1.2.1.7.3. Yekgirtina Tîpan

Di kurdî de du tîpên mîna hev di bêjeyekê de, li dû hev nayên. Di vê rewşê de yek
jê dikeve. Mîna:

Xurt - tir                xurttir                    xurtir   

Paş  - şîv                paşşîv                   paşîv

Deng - gir               denggir                   dengir

Derd - dar               derddar                  derdar

 

Di zimanê kurdî de çend tîpên ne ji hev digihîjin hev û dengekî nû çêdikin yan jî,
cih didin tîpeke nû.  Ji yekgirtina tîpên ( xw) û (gw ) bi dengdaran re pevdeng çêdibin :     Xwa, xwe, xwê, xwi, xwî.     

Gwê, gwî, Kwî, kwê.

 

1.2.1.7.4. Cîguhertina tîpan

Di zimanê kurdî de gelek dengên nêzî hev hene. Di peyvajowê de gelek caran li gor devok û zaravên  kurdî cihê xwe bi hev guhertine. Mîna :

( v ) û  ( f )            Hevt             heft

                            Sekevtin       serkeftin

                            Hevsar          hefsar

                            Hêrivandin     hêrifandin

(v) û (b)                 Av               ab

                            Bav              bab

                            Lêv              lêb

                            Gulav            gulab

( z ) û ( s )             Leyiztin         leyistin

                            Paraztin        parastin

                            Bihîztin          bihîstin

( j ) û ( z )              Jîrek             zîrek

                            Jeng             zeng

                           Jehir             zehir

( v ) û ( w)             Serkevtin      serkewtin

                            Av               aw

(b) û ( w)               Xirab            xiraw

 

1.2.1.7.5. Bihevguhertina dengdaran

Tîpên (eh) dema di yek bêjeyê de, li dû hev bên, ev herdû tîp dikevin  û cihê xwe didin tîpa  (a).

Çehv            Çav

Xwehr           Xwar

şehr             şar

Kehr             Kar

Behr             Bar

Mehr            Mar

Çehr             Çar

           

Tîpên (ih)  dibin ( î )

Cih                        Cî 

Sih                        Sî 

Mih                        Mî 

Bih                        Bî

Rih                        Rî 

Tirih                      Tirî

 

Tîpên (uh) dibin (o) yan jî  ( û )

Cuh                     Co

Duh                     Do

Buhtan                 Botan

Duhtmam             Dotmam

Cuhtkirin              Cotkirin

Cuhtin                 Cûtin

Nuh                     Nû

Di van rewşan de kurtedeng cihê xwe dide  dirêjedengê.

Dema di bêjeyekê de dirêjedengên ( î, û ) dikevin pêşiya dengdareke din û bi tîpên
( y, w )  ji hev tên vekitandinê, ev dirêjedeng cihê xwe didin kurtedengên ji babeta xwe ,
anku ( î )dibe( i ) û     ( û ) dibe (u). Wek:

Çiyayîyê mêrxas       Çiyayiyê mêrxas                         

Gundîyek                          Gundiyek

Dûwek                             Duwek  

Mûwek                             Muwek             

Bûwer                             Buwer 

Bêjeyên mîna (dê, rê ...) dibin:

Diya                                Riya

Diya min                           Riya min

Di navên nêr de , dema tîpa  (a) hebe, bi tewandinê dibe     ( ê ).

şervan                             şervên           

Ga                                  Gê       

Nan                                 Nên      

Gavan                             Gavên 

Derman                            Dermên        

Alan                                Alên

Dîwar                              Dîvêr

 

Lêkerên pirkîte, dema dengê dawî ne ( i ) be ,di fermaniyê de tê zîvirandin û dibe ( i ).

Axaftin        axaf               axif              diaxife       baxife

Cemedîn        cemed          cemid           dicemide    bicemide

Li gor hin devokan ev tîp dibe ( ê ) .

Baxêfe          Balêse ( Alastim )

 

Lêkerên derhingêv yên ku bi ( andin ) dawî dibin di  fermaniyê de ( a ) dibe ( î ) .

kelandin                  dikelînim                 bikelîne     

Gerandin                 digerînim                 bigerîne

Kenandin                 dikenînim                bikenîne                  

Revandin                 direvînim                 birevîne

 

 

1.2.2 Kît

Kît di bêjeyê de parçeyê biçûktirîn e ku nema tê parçekirinê, ev jî, bi tîpên dengdar pêk tê.

Xebat: Bêjeyeke dudeng e ( xe - bat ). ( Xe ), dengê yekemîn e. ( Bat ) jî,
dengê dûwemîn e. Her dengek ji van nema tê parçekirinê. Em nikarin (xe), wiha parçe bikin:           x - e.

Herwiha ( bat ) jî, nayê parçekirinê.

Ba: Bêjeyeke yekdeng e, nayê parçekirinê. Di bêjeyê de çend tîpên dengdar hebin, hewqas deng  hene, liser vî bingehî bêjeyên kurdî li gor hejmara tîpên dengdar bi vî awayî  tên parkirinê:

 

1.2.2.1. Bêjeyên Yekdeng

Di van bêjeyan de tîpeke dengdar heye. Mînak:

Dê , bav, bar, av, xak, ap, şar, dar, ji, bi, li, yek, kir, bir, mir, çû, bû, deng, bang,...     

   

1.2.2.2. Bêjeyên Dudeng

Hacer                    Ha  -  cer

Baran                    Ba   -   ran

Karwan                  Kar  -  wan

Hêvî                      Hê  -  vî   

Di van bêjeyan de du tîpên dengdar hene û bi du dengan tên parçekirinê.

 

1.2.2.3. Bêjeyên Sêdeng

Serkevtin                ser  -  kev  -  tin

Hilpişkîn                  hil  -  piş  -  kîn

şoreşger                 şo  -  reş  -  ger

Berxwedan              ber  -  xwe  -  dan

 

1.2.2.4. Bêjeyên Çardeng

Serîhildan                         se   -  rî  -  hil  -  dan

Bajarvanî                          ba  -  jar  -  va  -  nî

Welatparêz                       we  -  lat  -  pa  -  rêz

Koçbarkirin                        koç  - bar  -  ki  -  rin

Di van bêjeyan de çar tîpên dengdar hene û bi çar dengan parçe dibin.

Herwiha bi vî awayî bêjeyên pênc deng jî, tên parçekirinê.

 

 

1.2.3. Peyv 

a. Di zimanê kurdî de peyv çi ye?

Di  Nîsana 1990 î de , li derdorên Bêytûlşebabê, lehengê nemir Sebrî ( Cemîl ) gihişt
karwanê şehîdên nemir. Rêhevalê Sebrî mîna hemû şehîdên me, navê xwe bi tîpên ji agir  di singa dîroka Kurdistanê de neqişand..."

Ji rêzên jor diyar e ku hevok ji çend bêjeyên xwedî wate saz dibe. Bi hevketina van bêjeyan hevok wateya xwe distîne, lê dema em bêjeyekê ji hevokê berçav bikin, mîna Sebrî. Bêjeya Sebrî ji çend tîpan saz bûye: S E B R Π di nav van tîpan de du tîp dengdar in ( e, î ) jibo vê jî, lêvkirina vê bêjeyê parçe dikin : Seb - rî. Em dibêjin ev bêje du deng e. Ji hêla din ve bêje xwedî wate ye. Gava em navê Sebrî dibihîsin em dizanin ku kesekî şoreşger pê tê binavkirinê û ev kes şehîd ketiye. Herwiha hemû bêjeyên ku di rêzên jorîn de hatibûn mîna : Bêytûlşebab, Nîsan, 1990 î ,li, bi, ji, leheng, şehîd, hemû, gihişt , .... 

Her bêjeyek ji van  ji çend tîpan saz dibe, çend dengan dide û wateyekê nîşan dike. Li gor vê em dikarin peyvê (bêjeyê) bi vî awayî bidin nasandin:

Peyv ji çend tîpan saz dibe, çend dengan derdixe û wateyekê berçav dike.

b. Peyvên hevdeng

Lêvkirin û nivîsandina van bêjeyan yek e, lê wateya wan ji hev cuda ne.

şîn                şîn               şîn 

Ber               Ber               Ber            Bîr                  Bîr 

Pir                Pir 

şor               şor 

Cot              Cot 

 

c. Peyvên hevwate

Wateya van bêjeyan yek e, lê lêvkirin û nivîsandina wan ji hev cuda ne.

Bêje         Peyv     şor    Xeber   Qise    Axif

Pir            Gelek       Zehf

Gerdûn     Dinya      Cihan

Rûmet      şeref

şerm         Fihêt

Zû            Bilez

 

ç. Peyvên dijhev

Ev bêje bi wateya xwe dijî hev in .

Reş                       Sipî

şer                        Aşitî

Sar                        Germ

Sivik                      Giran

Birûmet                  Bêrûmet

Mezin                     Biçûk

Nezan                    Zana

 

parçeyên axaftinê di kurdî de  (koma  peyvan) :

Koma hemû peyvên ku di axaftin û nivîsandina kurdî de peyda dibin parçeyên axaftina kurdî ne.  Ev jî,  neh  beşên bingehîn in, di zimanê kurdî de. Emê van parçeyan li jêr rêz bikin û bi firehî  liser rawestin.

 

1.2.3.1   Nav

1.2.3.2   Cînav 

1.2.3.3   Rengdêr

1.2.3.4   Hejmar

1.2.3.5   Lêker

1.2.3.6   Hoker

1.2.3.7   Daçek

1.2.3.8   Gehandek

1.2.3.9   Bang

 

 

 

1.2.3.1  N a v

Kêliyek ji Bihara Gundê min

Serê sibê ye. Rojê şaxên xwe yên zêrîn diavêtin mêrg û palên çiyê. Ox ... Xweş ! Ev çi awaza bêmirin e, tê guhên min; Marêna bizin û karikan, borîna çêlek û dewaran, barbara berx û mihan, çîwçîwa çivîk û şalûlan.         

Dengê bilûrek bi awazeke girînî û xemgîn mîna pêlên bayê guhên min hênik dike. Haho! Strana " lo lo lawiko " bi dengekî stûr û giran pêl dide. Di nav re qebqeba kewekî ji kontara çiyê bilind dibe. şêrîn bang dike Narînê.Gulê bang dike Perwînê. Ewt ewta segên gund , qid qidq mirîşkan. wey bavo! Dengê zeriyeke delal ji riya kehniyê tê, bi strana
" Her hebin pêşmergên me " xwe mijûl dike. Wey hesteyên min, ez çi bihîdzim, ez çi berdim?! Bi hev re ox yeh! Sinfonîyeke xweristî bêmirin e. Dengê Zeriyê, wey xweziya min bi we Pêşmergeno! Bilûra şivên ?! Na, dengê kewan?! Na, na ... wey lo dilo!
Ev çi ye?! Ev çi  bûye?! ...

            

Dema em ji nivîsa jorîn van bêjeyan berçav dikin: Bihar, gund, roj, mêrg, çiya , awaz, guh, kehrik, berx, şivan, şêrîn, Gûlê, kew, hest ...

Em dibînin ku her bêjeyek ji van kesekî , cihekî yan jî, tiştekî dide nasînê. Ev kes, cih û tişt bi vê bêjeyê tê binavkirinê. Di zimanê kurdî de nav  ji van bêjeyan  re tê gotinê. Herwiha nav bi vî awahî tê nasdan:

Nav parçeyek e ji axaftina kurdî ( yek ji bêjeyên zimanê  kurdî ye). Tiştek , kesek, lawirek yan jî, cihek bi vê bêjeyê tê naskirinê.

 

1.2.3.1.1  Beşên Navan

Di zimanê kurdî de du beşên navan hene:

Navên ku mirov bi her pênc hesteyên ( hisên ) xwe dikare nas bike, an ku hebûneke wan berçav hebe, ji van navan re şênber (madî) tê gotinê. Mîna: Av , nan, çiya, ba, çêlek, berx, çivîk, bilûr ...

Navên ku mirov nikare bi her pênç hesteyên xwe nas bike, yan ku hebûneke wan ya berçav tuneye, lê mirov di raman û mêjiyê xwe de wan nas dike. Razber (manewî) ji van navan re tê gotinê. Mîna: Giyan ( rih ), jîrî, hiş, sewda, bext, raman....

 

A. Navên şênber

Navên şênber yên xwedî giyan:

Jin                        Narîn, şêrîn, Gulê, Perwîn, Zînê,

Mêr                       Azad, Hogir, Xebat, Hawar, Reşo,

Mirovên nêr             Mêr, xort, bav, bira, xal, ap,

Mirovên mê             Jin, keç, bûk, xwîşk, dotmam, ....

Lawirên nêr             Beran, nêrî, ga, beraz, dîk, hesp...

Lawirên mê             Bizin, çêlek, mih, mehû, mirîşk, 

 

Navên şênber yên  bêgiyan

Mêza                     Av, baran, berf, beroş, ode, cam ...

Nêrza                     Kon, nan, kevir, agir, êzing,

 

B. Navên Razber

Ev nav tiştekî bêrih û can, bêleş û giyan bi nav dikin. Tiştekî ne berçav e, lê mirov
di ramana xwe de nas dike. Mînak: Hêvî, tirs, mêranî, raman, saw, merdî, cangorî.....

 

Navên razber sê beş in:

1. Navên Ramanî

2. Navên ku bi paşgînên " atî, tî û î " tên sazkirinê.

3. Navên  raderî


1. Navên ramanî

Nêrza           Sewda, rih, derd, hiş,...

Mêza            Hêz, hêvî, tirs, saw,...

 

2. Navên jêbirînî

atî               Reşatî, serokatî , koratî, mirovatî,....

tî                 Hevaltî , biratî, zavatî, feqîrtî,..

î                  Erzanî,  xweşî, hogirî, giranî, rebenî,...  

 

3. Navên raderî

Ev nav raderên lêkeran bi xwe ne.

 n                çûn, man, bûn, dan,..

in                birin, kirin, hatin, firotin,..

în                anîn, kirîn, nalîn, revîn, firîn,...

andin            kelandin, tirsandin, kenandin,

Bi du awayên din nav di zimanê kurdî de par dibin. Nasnav û gelempernav:

 

a. Nasnav

Ev nav mirovekî yan tiştekî bi tenê binav dikin û ew tişt yan ew kes bi wî navî xuya ye. Nasnav, navên tiştan, jinan, mêran û welatan in. Mînak:

Kurdistan, Afrîn, Koban, Hêzil, Ferad, Bagok, Botan, Qamişlo, şêrîn, Zêrîn, Azad, Reşo, Dîcle,..

Nasnav herdem bi tîpa gir dest pê dikin û dibe ku bi tevayî  jî, gir bên nivîsandinê.

 

Di kurdî de nasnav ev in:

1. Navên kesan( Rastnav )

Ev navên mirovan in. Mînak:

Hacer, Bêrîvan, Egîd, Simko, Rewşen, Sêvê, Temo, Cesûr, Azad, Raperîn, Rêwîn,...

Ev nav ji sê navan pêk tên:  

1. Navê pêşî          Azad ( navê kesekî ye )

2. Navê bav           şivan ( şivan bavê Azad e )

3. Navê malbatî     Temo ( şivan ji mala Temo ye )

Azadê şivanê Temo  yan jî, Azadê kurê şivanê Temo.

 

2. Navên malbatî

Bedirxanî, Osmanî, Pehlewî, şikakî,...

 

3. Navên nijadî

Kurd, Faris, Ereb, Tirk, Ermen,...

 

4. Navên erdnîgarî

Navê welatan          Kurdistan, Misir, Filestîn, Çîn,

Navê bajaran           Amed, şirnex, Qamoşlo,             
Navê çiyan              Bagok, Gebar, Cûdî, Agirî,

Navê çeman            Hêzil, Ferad, Dîcla, Xabûr,

Navên cih û deran    Botan, Xerzan, Hesinan,

Herwiha navên gundan jî, ji nasnavan tên hejmartinê.

 

b. Navên Celeb

Ev nav her tiştên ji beşekî, babetekê yan jî, celebekî binav dikin. Mîna:

Çiya, Bajar, welat, mih, bizin, beran, ga, mirov,

Navên celeb bi du beşan tên parkirinê:

 

1. Navên Beş

Ev nav bi kêrî navkirina tiştên ji celebekî yan beşekî tên. Mînak:

Mih, balinde, çiya, mirov, lawir, candar,...


2. Navên kombêj

Ev nav bi kêrî navkirina parçeyekî yan jî, komekê ji navekî beş tên. Mîna:

Lek, kerî, ref, selef,...

Kerîyek pez.

Refek balefir.

Selefek siwar.

Navên Celeb bi awayekî din bi sê beşan tên parkirinê:


A. Navên Cih ( lûs )

B. Navên Alav ( amraz )

C.Navên dumil


A. Navên Cih

Ev nav derekê, ciyekî yan jî, warekî bi nav dikin. Mînak:

Xanî , meydan, dibistan, forotgeh, nexweşgeh, mûristan, çayxane,...

Navên cih du beş in:

1. Xweber

Navên cihîn xweber bi xwe cihekî yan jî, derekê bi nav dikin. Mînak:

Keleh, bazar, bênder, xanî, şikeft,...

 

2. Sazber

Navên cihîn sazber ji nav û bêjeyên din bi yekgirtina paşgînan tên çêkirinê. Paşgînên ku navên cihîn  saz dikin ev in: Istan, geh, zar, xane, lîn, dîn,..

 

Istan Kurdistan, Hindistan, Erebistan, gulistan,   goristan, mûristan, karistan, daristan,...

Geh    Dengeh, lîzgeh, çêregeh, bargeh,   Zanîngeh, kargeh, tomargeh, nexweşgeh,...

Zar     Çîmenzar, gulzar,...

Xane  Mêvanxane, nexweşxane, dermanxane,

Lîn      Kulîn, hêlîn, xwêlîn, biriqlîn,...

Dîn      Kadîn,...

 

B. Navên Alav

Ev nav bi kêrî navkirina alavekî (amraz, destek) tên. Mînak:

şûr, kêr, birek, badek, xame,...

Ev jî, du beş in:

 

1. Alavên Xweber

Navên ku ji xweber alav in, wek:

Qelem, kevçî, bivir, tevşo,...

 

2. Alavên Sazber

Ji bêjeyên din bi alîkariya paşgînan çêdibin. Paşgînên ku navên alav saz dikin ev in:                 

Ek, dan, cîv, ing, ar,.. 

 

Ek      Birek,badek, pêçek,

Dan    Çaydan, xwêdan, xwelîdan, kildan, kevçîdan

Çîv     Kilçîv

Ing     Bêjing, hevring,

Ar      Xîzar  

Gelek nav bi  (ing)  dawî dibin, lê ne alav in. Wek: Ziving, rojing,...

 

C. Navên Dumil

Navên dumil bi du awan çêdibin:

 

1. Hevbend

Ev nav bi çar awan çêdibin:

- Nav û rengdêr      Girsor, rûreş, dilpak,

- Du  nav               Marmasî, sîrdim, biramak,

- Nav û hoker         Berçavk, bermalî, navmalî,

- Nav û lêker          Gerav, bager, dermansaz..

 

2. Navên xurdezad:

Ev nav bi alîkariya paşgînan çêdibin. Mîna:

 

Gûn             Argûn, pargûn

 N                Xewn, tevn  

 

                                                                 

1.2.3.1.2. Zayend  

Di zimanê kurdî de du zayend hene: Nêr û mê.  Ev zayend bi du beşan par dibin:

 

Rasteza  

Navên ku bi rastî nêr in yan jî, mê ne. Mînak:

Navên bi rastî nêr     : Xort, mêr, ga, beran,

Navên bi rastî mê     : Keç, jin, çêlek, mih, bizin,..

 

Gumanza

Navên ne nêr û ne mê ne. Lê di ziman de mîna rastezayan hin nêr û hin mê tên bikaranînê. Dema em bixwazin navekî ji van nas bikin ku nêr yan mê ye, emê hevokekê bi vî navî saz bikin. Gava paşgîna " ê " bistîne, ev nav  nêr e, lê gava " a " bistîne mê ye. Mînak:    

Dil      :  Dilê germ.

Çiya    :  Çiyayê Cûdî.

Çem    :  Çemê Dîcle pêlan dide xwe.

Navên: Dil, çiya, û çem ne nêr û ne mê ne, lê di ziman de mîna navên nêr tên bikaranînê, jiber ku di hevbendiyê de      " ê " distînin.

Av      : Ava kaniya me zelal e.

Şoreş : Şoreşa Kurdistanê pêş de diçe.              

Gul     : Gula  sor.                                                

Navên  Av, şoreş û gul  ne nêr û ne jî, mê ne , lê di ziman de mîna navên mê tên bikaranînê û paşgîna " a " di hevbendiyê de distînin.

        

Navên Nêrza

Navên nêrza du beş in:

 

Rastezayên nêr

Ev nav bi rastî zayend nêr in. Nêrza jî, di Kurmancî de ev in:

Navên mirovên nêr :  Mêr, law, kur, zilam, zava,

Navên mêran        : Azad, Zerdeşt, Hogir,

Navên lawirên nêr     : Beran, nêrî, ga, dîk, beraz,

 

Gumanzayên nêr    

Ev nav bê zayend in, ne nêr û ne mê ne. Lê di ziman de mîna navên nêr tên bikaranînê. Mînak: Xanî, guh, çiya, çem, nan, dil, serî, kevir, dest, kon, gopal,..

Navên nêr paşgîna " ê "  di forma hevbendî de distînin. Mînak:

Xortê şoreşger.

Lawê Medya.

Reşoyê şehîd

Hogirê leheng.

Beranê tov.

Gayê cot.

Nanê sêlê.

Çemê Ferat.

 

Navên mêza

Navên mêza du beş in:
Rastzayên mê û gumanzayên mê.

Rastezayên  mê bi rastî zayend mê ne. Rastezayên mê jî, ev in:

Navên kesên mê   : Jin, keç, bûk, dê, xûşk, met,

Navên jinan          : şêrîn, Narîn, Dîcla, Gulê,

Navên lawirên mê   : Mih, bizin, çêlek, mirîşk, dêl,...

 

Gumanzayên mê

Ev nav bi rastî ne nêr û ne mê ne, lê di ziman de mîna navên mê tên bikaranînê û paşgîna  " a " 

distînin. Mînak:

Teşt, çal, dar, rê, pênivîs, berf, av, şoreş, tirs, hêvî, birin, kel,...

Ji gumanzayên mê re rêzanek heye. Ew jî ev e:

Ev beşên navên razberî herdem mê  ne:

Navên jêbirînî

Navên ku bi  " atî, tî û  î " dawî dibin. Ev nav herdem mê ne û paşgîna  " a " distînin. Mînak:

Serokatî, koratî, mirovatî, reşatî, hevaltî, biratî, bijartî, zavatî, erzanî, xweşî, hogirî, giranî,...

 

Navên raderî

Navên raderî raderên lêkeran in û herdem mê ne. Mînak:

Kirin, çûn, hatin, man, hebûn, firîn, firotin, ketin, lerizandin, damezirandin, firandin, kelandin,...

Navên zayend mê di hevbendiyê de herdem paşgîna " a " distînin. Mînak:

Çala avê.                Berfa sipî.

Keça şervan. Jina azad.

Bizina kej.               Miha  qer.       

şêrîna jîr.                Hacera şehîd.

Hevaltiya gelan.    Serokatiya hemdemî.

Xweşiya  çiyan.       Hebûna ziman.

Çûna şoreşê. Hilkişandina çiyan.

 

Navên duzayend ( Nêremê )

Navên du zayend li gor kesê ku mirov liser daxive carna nêr û carna mê ne, yan ku jibo nêr û jibo mê jî, tên bikaranînê. Mîna navên : Heval, yar, dijmin, dost, karker, mamoste, şervan, hogir, şoreşger, ...

Ev nav û yên mîna wan dema bi navekî nêr re hevbend dibin " ê " distînin û dema bi yekî mê re be paşgîna " a " distînin. Mînak:

Hevalê dilsoz  ( dema heval nêr be - xort, mêr )

Hevala dilsoz  ( dema heval jin be )

Herwiha em dibêjin:

Yarê delal                                  Yara delal

Dostê çeleng                              Dosta  dilsoz

Mamosteyê dibistanê                   Mamosteya  dibistanê

Şervanê azadiyê                         Şervana  azadiyê

Karkerê jîr                                  Karkera  jîr

Şoreşgerê  kurd                          Şoreşgera  kurd

Dijminê hov                                Dijmina  hov

Evîndarê welat                            Evîndara  welat

Xebatkarê hêja                           Xebatkara  hêja

Têkoşerê gernas                         Têkoşera  gernas

Hogirê min                                 Hogira  min

 

Navên nêr

1- Navên mirovên nêr         Bav, ap, xal, zava,

2- Navên candarên nêr       Ga, beran, dîk, ...

3- Navdêrên hejmarî           Du, sê, çar, pênc, deh, sed, hezar,... lê  yek mê ye.

4- Navên rengan               Sor, zer, kesk (heşîn ), qehweyî, agirî...

5- Navên gewher û madenan         Hesin, zêr, zîv,    derî vê rêzê hilberînên petrol û komirê mê ne: Mazot, benzîn, komir, ..

6- Berhemên candaran        Goşt, penîr, mast, nîvişk, şîr, lê derî vê rêzê:  hêk, hirî û liva mê  ne.

7- Mêweyên ( fêkî ) hişk     Hejîr, mewîj, ...

8- Darên hişk                    Dar, tîrek, ço, ..

9- Hemû avên herik  Çem, cobar, ...

derî vê rêzê  co û sûlav  mê ne.

10- Qût û dexil û hemû celeb navên wan : Qut, dexil, genim, ceh,

11- Endamên laşê mirov yên der ve hemû  nêr in   Serî, çav, guh, dest, çerm, zik, ...

 

Navên mê

1- Mirovên mê û navên wan Dê, xwîşk, met, bûk, şêrîn, Lîlav, şermîn, Nermîn, Çîmen, Sûlav, Laliş,...

2- Hemû candarên mê        Mî, bizin, çêlek, mirîşk, mehîn, dêlik,...

3- Avên aram ( sekinî ) derya, gol, bîr, çal, Derî vê  rêzê delav nêr e .

4-Navên erdnîgarî  yên bajar, gund, çiya, deşt û welatan: Amed, Xanik, Bagok, Heran, Kurdistan,...derî vê rêzê  navên çeman  nêr in.             

5- Êwirgeh   şikeft,... derî vê  rêzê kon, xanî, axwir û stewl nêr in.

6-  Navgînên siwariyê  Otomobîl, taksî, tirên, firok, keştî....

7- Tiştên ji asîmanan tên jêr û heyînên asîmanî: Baran, berf, stêr, roj, heyv, derî vê  rêzê ba û ewir û asîman  nêr in.         

8- Nexweşî, êş û navên nexweşiyan

9- Xwarinên pijandî  û tiştên xwaringehê, lê  nan, goşt, kefçî û çetel  nêr in.

10- Navên mûzîk  û nivîsandinê.

11- Navên sîleh û çekan, lê çekên sipî: şûr, gurz,

doqik, bivir, şeşperî ,...  nêr  in.

12- Navên ku bi " î " , " ahî ", " tî " û "atî" dawî dibin:Erzanî, meznahî, hevaltî, biratî...

13- Navên tîpên  abc

14- Darên heşîn ( ter )

15- Navên gulan

16-Navên pirtûk  û pergalên nivîsandinê: pel, kaxiz, pênûs,...

17- Pût û celebên giyayên ku dibin pût jibo candaran, lê ceh nêr e

18- Hemû navên raderî ( raderên lêkeran ) : çûn, hatin, birin ,...

19- Endamên laşê mirov yên hundir tev mê ne :

ceger, rovî, kezeb, ...lê  dil  nêr e.

20- Navên sal, hefte, rojên hefteyê, meh û demsalan hêmû mê  ne.

 

1.2.3.1.3. Zêder

 

Çiya

Çiya yek ji pîrozayiyên gelê Kurdistanê ne. Îro, mîna hemû koçberên dîrokî, çiyayên Kurdistanê bûne bargehên gerîlayên me yên leheng ku şerê  Serxwebûn û Azadiyê bi rê ve dibin. Herwiha bav û bapîrên me jî, di demên zor û astengiyan de, xwe dikişandin çiyan û serî didan berxwedanê, jibo parastina ziman, çand, dîrok, tore, hebûn û hemû biha û taybetiyên xwe yên netewî.

Îro, şoreşa Kurdistanê  dîsa dide xuyakirinê ku çiyayên me ne tenê parastgehên pîroz in, lê belê kelehên berxwedanê ne jî, jibo pêkanîna êrîşên serkeftinê, berbi avakirina Kurdistaneke serbixwe û azad ve ...   

 

Koçberên dîrokî.

Gerîlayên me.

şerê serxwebûn û azadî yê pîroz.

şoreşa Kurdistanê  ya  nûjen.

Dema em van hevokan berçav dikin, em dibînin ku:

Hevoka yekemîn ji du navan saz dibe:

Koçber û dîrok,  lê bêjeya "ên" girêdanek di navbera wan de çêkiriye û dide famkirinê ku gelek koçber bi vî rengî derbas bûne. Herwiha hevoka duwemîn jî, bi bêjeya " ên " girêdanek di navbera  nav û cînavekî de çêdike (Gerîla û me). Bêjeya  " ên " dîsa wan bi hev girê dide û dide nasîn ku gelek gerîla ne, lê vê carê jiber ku gerîla bi tîpeke dengdar dawî dibe pêşiya " ên "  tîpa " y " girtiye. Em dizanin ku koçber mêza ye, jiber ku em dibêjin: koçbera hovîtiyê.

Bêjeya gerîla dibe nêr û mê, em dibêjin:" Gerîlaya me " yan jî :" Gerîlayê me" .

Di encamê de tê nasînê ku bêjeya  "ên" jibo koma ( pirhejmar ) herdu zayendan tê bikaranînê, jibo koma nêr û mê çêdibe. Mîna: Keçên kurd û xortên kurd.

Hevoka sêyemîn jî,  ji du perçeyan pêk hatiye: şer û serxwebûn , şerê  serxwebûn û azadî  û pîroz di herdu parçeyan de "ê" girêdanekê çêdike, anku dibe amraza hevbendiyê (xistine pal) û dide zanîn ku bêjeya şer yekhejmar e û  zayend nêr e. Tê nasîn ku "ê" jibo nêrzayê yekhejmar tê bikaranînê.

Hevoka çaremîn, dîsa ji du parçeyan e: şoreş û Kurdîstan. şoreşa Kurdistanê û nûjen, di her du caran de bêjeya " a " hevbendiyê di navbera van bêjeyan de dike û dide nasîn ku şoreş bêjeyeke mê û yekhejmar e. Tê nasînê ku bêjeya "a" jibo mêzaya yekhejmar tê bikaranînê.

Ev bêjeyên li jor hatine hejmartinê: a, ê, û ên. Zêder ji wan re tê gotinê. Di encamê de em dibêjin:

Zêder bêjeyeke biçûk e, du navan, navekî û rengdêrekî yan jî, navekî û cînavekî bi hev dide girêdanê, an ku hevbendiyê di nav wan de çêdike û hejmar û zayenda van nav û rengdêran diyar dike. Hevok herdem bi zêderê tê tewandinê.

 

A. Zêdera  pendî

Zêdera pendî navekî yan rengdêrekî bi tenê , ku em baş nas dikin berçav dike û zayend û hejmara wan  dide nasîn. Dema em dibêjin: " Dîroka Kurdistanê " em liser dîrokeke nas daxivin ku ew dîroka gelê Kurdistanê ye. Zêdera "a" hevbendiyê di navbera (dîrok û Kurdistanê ) de çêdike. Ev dîrok pal dide ser Kurdistanê, an ku Kurdistan palgeh û dîrok palvedêr e , "a"  jî, amraza jibo vê ( bendek ) jê re tê gotinê, ji hêla din ve " a " dide nasîn ku dîrok yekhejmar û mêza ye.

Zêdera pendî ev e:

1. Jibo yekhejmara mêza " a " ye. Mînak:

Gula sor: Em dizanin liser kîjan gulê daxivin, an ku ev gul ji hêla me ve tê naskirinê. Peyva "a" jî,

hevbendiyê dike navbera navekî (gul) û rengdêrekî (sor) û dide zanîn ku guleke bi tenê û mêza ye. Herwiha em dibêjin:     

Keça kurd.

Pênivîsa min.

Xweşiya çiyan.

Biratiya kurdan.

Serhildana gel.

şervana ARGK.                                                 

 

2. Jibo yekhejmara  nêrza  " ê " ye. Mînak:

Çiyayê Cûdî.

Dilê min.

Agirê Newrozê.

şervanê  ARGK.

Çemê Dîclê.

 

3. Jibo koma herdu zayendan ( nêr û mê ) "ên" tê bikaranînê. Mînak:

Gulên sor.

Dilên pak.

Çiyayên Kurdistanê.

Golên xwînê.

Gorên şehîdan.

Gayên cot.

Çowên bêbext.

Dema dawiya bêjeya pêşî tîpeke dengdar be  ( y,w ) pêşiya zêderê digre. Mînak:

Sorowê cotkar. ( Soroyê  cotkar )

Birayên delal.  

Ronahiya zanistiyê.

Xameya min.     

Mirovahiya hemdem.

Bêjeyên mîna : dê, rê û mî dibin : di, ri, mi.

Diya min.

Riya min.

Miya qer  ( miha qer ).

Zêder nav û cinavekî bi hev girê dide û xwedîtiyê ber çav dike:

Gula min, çiyayê me, bavê min, diya min,...

Yan nav û rengdêrekî bi hev girê dide:

Gula sor , çiyayê bilind , zozanên xweş ,

bihara geş,...   

Yan jî, du navan bi hev re girê dide:

Simkoyê şikakî , çiyayên Kurdistanê ,

 

 

B. Zêdra nependî (nediyar)

Di zêdera pendî de me got: Gula sor, jiber ku me guleke bi tenê berçav dikir û me nas dikir kîjan gul e, lê dema em gulê bi sinor nekin û neyê naskirinê, em liser kîjan gulê daxivin , em dibêjin: Gulek sor. Ev bêjeya biçûk ku hevbendiyeke bi vî awayî çêdike: Zêdera nependî jê re tê gotinê.

Zêdera nependî ev e: ek, eke, ekê, ekî, ine, na, in.

Yekhejmar

Ek û ekî jibo nêr. Ek, ekê û eke jibo mê.

Xortekî gul çinî.

Marekî  bi şêrîn veda.

Azadekî  serî hilda.

Xortek tivingê hildigre.

şoreşgerek dijmin ditirsîne.

Gayek kayê dixwe.

Keçekê mar kuşt.

Bizinekê şîr rijand.

Malekê xwarin da.

Keçek nan dixwe.

Gulek avê vedixwe.

şêrînek teşiyê dirêse.

Min keçeke bedew dît.

şoreşgereke hêja hat gund.  

 

Kom

Di komê de nav " ina, in " distîne.

Xortin  sêvan dixwin.

Keçin pembû diçînin.

Lawina dar birîn.

Keçina kizwan çinîn.  

Xortin hatin.

Keçin çûn.

Gulin çilmisîn.

Zarokin dibezin.                

Salo darin birîn.                

Memo gurin kuştin.                

Osman leşkerina dikuje.     

Zînê mihina didoşe.

Memo ji kurina pirsî.               

Şêro bi xortina  dikene.                

Ciger dê ji bajarina derbas bibe.     

Di navên nêr û mê yên nependî de, em (ekî) û (ekê) di rewşa tewandinê de bi kar tînin.                    

 

1.2.3.1.4. Piçkolekirina  navan

Navê piçkole bi danîna paşgînekê çêdibe. Piçkolekirina navan bi armanca hez kirin, xweş kirin, ciwan kirin û pîs kirin û kêm kirinê çêdibe. Mînak:

Baxçe           ji navê bax

Darik             ji navê dar

Çetiko           ji navê çeto (çeter)

Hogirko         ji navê Hogir

Perwînkê       ji navê Perwîn

Paşgînên biçûkirina navan ev in:

ek, ok, kok, ole, kole, ik, çe, çik, ko, kele, leke, ûle, oke, k, iko, kê, ikê.

ek               destek, bendek, perdek, pêçek,

ok                zarok, canok, danok, gulok, şemamok,

kok              xweşkok, reşkok, delalkok,

ole               Reşole, gêjole, hişkole, mêşole,

kole             reşkole, piçkole,...

ik                darik, dasik, xweşik, reşik, dilik, keçik,

çe              baxçe, navçe,

çik               rêçik , derçik

ko               Hesenko, rebenko,

kele             sûrkele,

leke             çoleke,

ûle               mêşûle, zerûle,

oke              baroke,       

k                 gulîk, dargulîk, bijîk, cok,   

iko               xortiko, xweşiko, reşiko,

kê                dilvînkê, Nermînkê,

ikê                xweşikê, sêvikê, gulikê,

        

 

 

1.2.3.1.5. Hejmar ( kom û yekhejmar )

Di zimanê kurdî de du hejmar hene:Yekhejmar û pirhejmar.Yek yekhejmar e û ji yekê û jor de kom e.

Yekhejmar

Navê yekhejmar mirovekî, tiştekî yan jî, lawirekî tenê bi nav dike. Navê yekhejmar nayê guhertin mîna xwe dimîne. Lê di tewandinê de, navê nêr (î) û yê mê (ê) distîne. Navên nependî (ek) û (eke) distînin  û di tewandinê de,( ekî) û ( ekê ) distînin: Keç, xort, gund, keçek, xortek, keçeke, keçê, xortî, gundî, keçekê, xortekî, gundekî,...

 

Kom

Bêtir ji yekî ji mirovan, tiştan yan jî, lawiran bi nav dike. Dema nav diyar be, paşgîna  " an " distîne. Lê dema nediyar be "nan" distîne. Navê kom di hevbendiyê de ( xistinepal ) paşgîna " ên " distîne: Keçan, xortan, keçinan, xortinan, keçên dilsoz, xortên çeleng,...

 

 

1.2.3.1.6. Tewandina navan       

Navê kom dibin hin mercan de tê tewandinê:

1. Nav, dema ku kirdeyekî bi berkar be di buhêrkê de tê tewandinê.          

şoreşgeran sîxurek kuşt.           

Gundiyan serhildan çêkir.

Palan nîsk çinîn.

Xort(î)  çek rakir.

Keçê nan pijand.    

Keçekê dijmin lerizandin.    

Xortekî şêrgo dît.                

şoreşgerinan sîxurek kuşt.    

Gundînan serhildan çêkir.  

 

2. Eger nav kirdeyekî bê berkar be, di herdeman de şût dimîne û  nayê tewandinê.

Cotkar hatin.  

Xwendevan rabûn.    

Rêwî diponijin.                

Dijmin dê bimirin.                 

Di vê rewşê de em kombûna nav ji kombûna lêker nas dikin, jiber ku lêker " n "a kombûnê distîne: hatin, rabûn, ponijin, mirin,...

 

3. Eger nav di hevokê de kirdeyekî xwedî berkarekî durust be, di nihok û mandê de, nayê tewandinê.

Mêr çekan  amede dikin.     

Jin şoreşgeran bi nan dikin.    

Keç xortan dibînin.   

Koçer dê biçin zozanan.   

Xort dê biçin çiyan.                

Gerîla dê dijminan bikujin.               

 

4. Eger nav berkarekî durust be, di buhêrkê de şût dimîne û di nihok û mandê  de tê tewandinê..

 

Buhêrk                 

Gundiyan noker kuştin.           

Kurdan caş dîtin.                                  

Min şervan dîtin.

Min keç dît.      

Min xort dît.                  

 

Nihok:                    

Ez şoreşgeran dibînim.

Em gulan diçînin.

Xort keçan pîroz dikin.    

 

Mand:                  

Ez dê şoreşgeran bibînim.                 

Em dê gulan biçînin.                                  

Ez keçê dibînim.                 

Ez xort(î) silav dikim.                 

 

5. Eger nav di hevokê de berkarekî ne durust be, di her çaxan de tê tewandinê.

Buhêrk :  

Min ji xwendekaran pirsî.                 

Min  li şehîdan silav kir.

Min bi şervanan re nan xwar.                  

Min ji keçê re got.                   

Te ji xort(î) pirsî?                 

 

Nihok:                   

Ez ji xwendekaran dipirsim.              

Ez li şehîdan silav  dikim.

Ez bi şervanan re nan dixwim.

 

Mand:

Ez dê ji xwendekaran bipirsim.

Ez dê  li şehîdan silav bikim.

 

 

Veguhastina navan (Tewang)

Nav mîna xwe namîne, di bin hin rewş û hoyan de tê guhastinê.Jibo têgihîştina veguhastina navan, emê bi hev re hevokên jêr berçav bikin.

1. şêrînê! Tu şoreşgeran dibînî ?    

şêrin     >      şêrînê

Azado were vê derê !        

Azad     >      Azado    

Keçno, werin dîlanê!                   

Keç       >     Keçno

Xortno,  ev govenda mêran e.!               

Xort      >     Xortno

2. Hêvînê tiving hilgirt.                                                 

Hêvîn    >      Hêvînê  

Ez nameyê dinivîsim.                                           

Name    >      Nameyê

Min xebat li Botanê dît.                                       

Botan    >     Botanê

Zoro ji  Hewlêrê ye.                                          

Hewlêr  >      Hewlêrê

Li vî xortî temaşe bikin.                                          

Xort      >     Xortî 

Vî bajarî ez gêj kirim.                                            

Bajar     >     Bajarî

3. Ez çûbûm çiyê .                                                         

Çiya       >    Çiyê

Min ji hevêl re got                                                            

Heval     >     Hevêl

Min ji ava çêm vexwar.                                           

Çem      >   Çêm

4. Min ji Hogir re got.                                          

Hogir     >     Hogir re

Ez di Qamişlo re çûm Dêrikê.                               

Qamişlo >      Qamişlo re   

Stirî di piyê Gulê re çû.                                                      

Gulê      >     Gulê re

5. Em bi  Zêrê ve çûn.                                         

Zêrê     >      Zêrê ve

şûr di pişta Ristem ve çû.                                               

Ristem  >      Ristem ve

6. Kesbûna şoreşgerî di Nezîr de pêk hatibû             

Nezîr    >       Nêzîr de                                     

Me çayê di beroşê de çêkir.                                 

Beroş   >       Beroşê de

7. Keçan çek hilgirtin                                                      

Keç       >     Keçan

Gerîlan dijmin hejand.                                                     

Gerîla    >      Gerîlan

Goşt di saringê de bû.                                       

Saring   >      Saringê de  

Koma yekemîn ji hevokên ku me rêz kirine, di darêja bangê de ne; şêrînê , Azado, keçno û xortno, van navan di vê darêjê de paşgînên: ê, o, û no  standine. Em ji van hevokan digihîjin vê derencamê:

Nav di darêja bangê de, tê guhastinê. Navê mê yê yekhejmar paşgîna (ê) distîne, mîna:

şoreşê!

Yadê !

Xwîşkê !

Hevalê !

Yarê !

Navê nêr yê yekhejmar paşgîna (o) distîne, mîna:

Kurdo !

Rizgaro !

Welato !

Mileto !

Hevalo !

Koma herdu zayendan ( nêr û mê ) paşîna (no) distînin, mîna:

Hevalno!

Dayîkno!

Kurdno!

Miletno!

Koma duyemîn ji hevokan, navên ku di darêja berkariyê de hatine tewandinê dicivîne: Hêvînê, nameyê, Botanê û Hewlêrê , navên mê ne. Ev nav bi paşgîna " ê " hatine tewandinê. Lê xortî, nanî û bajarî navên nêr in û bi paşgîna  " î "   hatine tewandinê.

Derencam:

Nav di darêja berkariyê de tên tewandinê. Navê mê paşgîna " ê " distîne û navê nêr paşgîna  " î " distîne.

Koma sêyemîn ji hevokan tewandina navên nêr ku tîpa " e " yan " a " tê de hebe berçav dike. Çiya bûye çiyê. Çem bûye çêm. Her wiha heval bûye hevêl.

Derencam:

Navê nêr ku tîpa " e" yan  " a " di wan de hebe di tewandinê  de " e " û  " a " dibin " ê "

Gavan           >        Gavên              

şivan            >        şivên               

şervan          >        şervên

Xebat           >        Xebêt

Çem             >        Çêm

 

Koma çaremîn ji hevokan rewşeke cemhevî ku bûyer tê de pêk hatiye berçav dike. Jibo vê darêjê awayê bi hev re tê gotinê. Di awayê bi hev re de nav paşgîna " re " distîne  û bersiva van pirsan dide:

Bi kê re ?      Tu bi kê re çûyî çiyê?   Ez bi Egîd re çûm çiyê .

Bi çi re ?      Tu bi çi re difirî ?         Ez bi ewran re difirîm.

Ji kê re ?      Te ji kê re got ?          Min ji Zînê re got.

Di ku re ?      Tu di ku re çûyî?         Ez di Qamişlo re çûm.

Di çi re ?      Te derzî di çi re kir?      Min derzî di ber kumê xwe re kir.

 

Koma pêncemîn ji hevokan yekîtiyekê di navbera bûyerê û kesê ku bûyer hatiye serê wî de berçav dike. Awayê tevayî ji vê darêjê re tê gotinê. Di awayê tevayî de nav paşgîna        " ve " distîne û bersiva van pirsan dide:

Di ku ve ?      şûr di ku ve çû ?  Şûr di pişta Ristem ve çû ?

Bi  çi ve ?     Te ker bi çi ve girêda ? Bi sing ve.

Di çi ve ?      şûr di çi ve çû ?   Şûr di balgih ve çû.    

Di kê ve ?     Gule di kê ve çû ? Gule di şîno ve çû.

Koma şeşemîn ji hevokan cihê ku bûyer tê de pêk hatiye berçav dikin. Jibo vê darêjê awayê   cîwarî tê gotinê.

Nav di vî awayî de paşgîna (de) distîne û bersiva van pirsan dide:

Di çi de ?  Goşt di çi de ye ?  Goşt di beroşê de ye.

Di kê de ?    Kesbûna şoreşgerî di kê de ye ? Di Nezîr de ye.

Di ku de ?    Şoreşger di ku de ne?  Şoreşger di mala Dilgeş de ne.               

Koma heftemîn ji hevokan, dîsa mîna ya duyemîn, navên ku di darêja berkariyê de hatine tewandinê, dicivîne. Lê vê carê nav pirhejmar e. Di vê rewşê de navê kom bi paşgîna
( an ) hatiye tawandinê.

Gerîla                     Gerîlan              

Keç                        Keçan

 

Nav di awayê raderî de:

Di darêja raderî de, nav mîna xwe dimîne, nayê guhastinê û bersiva van pirsan dide:

Kî çi dike ?                        Kî dibîne ?      Keç dibîne.

Çi çi  pê hat ?                   Çi ket ?         Xanî ket.

Çi di çi rewşê de ye ?         Çi şikestiye ?  Derî şikestiye.

Kî di çi rewşê de ye ?         Kî hişyar e ?   Gel hişyar e.


Nasîn:

Di awayê bi hev re , tevayî û cîwarî de , nav bi daçekan tê tewandinê. Em dikarin jibo van darêjan awayê daçekî bibêjin.                

Guhestina navên mê " keç "

Rêz

Awa

Pendî-Yek

Nependî-Yek

Pendî-Kom

Nependî-Kom

1

Rast

keç

keçek

keç

keçin

2

Bang

keçê

...........

keçno

..........

3

Tewandî

keçê

keçekê 

keçan

keçinan

4

Bihevre

keçê re

keçekê re

keçan re

keçinan re

5

Tevayî

keçê ve

keçekê ve

keçan ve

keçinan ve

6

Cîwarî

keçê de

keçekê de

keçan de

keçnan de


Guhestina navên nêr " xort "

Rêz

Awa

Pendî-Yek

Nependî-Yek

Pendî-Kom

Nependî-Kom

1

Rast

xort

xortek

xort

xortin

2

Bang

xorto

---------

xortno

---------

3

Tewandî

xort(î)

xortekî 

xortan

xortinan

4

Bihevre

xort(î) re

xortekî re

xortan re

xortinan re

5

Tevayî

xort(î) ve

xortekî ve

xortan ve

xortinan ve

6

Cîwarî

xort(î) de

xortekî de

xortan de

xortinan de

Guhestina navên nêr ( nan )

Rêz

Awa

Pendî-Yek

Nependî-Yek

Pendî-Kom

Nependî-Kom

1

Rast

nan

nanek

nan

nanin

2

Bang

nano

---------

nanino

---------

3

Tewandî

nên(nanî)

nanekî 

nanan

naninan

4

Bihevre

nên re

nanekî re

nanan re

naninan re

5

Tevayî

nên ve

nanekî ve

nanan ve

naninan ve

6

Cîwarî

nên de

nanekî de

nanan de

naninan de

 

 

1.2.3.1.7. Tewandina navan - darêja berkarî

Di darêja berkarî de nav tê tewandinê. Navê mê paşgîna (ê) distîne û yê nêr paşgîna (î) distîne.

Eger navê nêr tîpên ( e ) yan ( a ) tê de hebin, ev tîp dibin ( ê ). Di rewşên jêrîn de nav dikeve darêja berkariyê:

 

1. Di buhêrk de, eger nav bi lêkerê derhingêv re kiryar be dikeve darêja berkariyê û tê tewandinê.

 

Navê mê:

Keçê çeka şoreşê hilgirt.               Keçê           

Çêlekê ka xwar.                          Çêlekê

şêrînê gul av dan.                       şêrînê                           

Ev hevok bi vî awayî dikarin bên ziman:

Çeka şoreşê ji hêla keçê ve hat hilgirtinê.

Ka ji hêla çêlekê ve hat xwarinê.

Gul ji hêla şêrînê ve hatin avdanê.

 

Navê nêr:

Vî xortî çeka şoreşê hilgirt.            Xortî

Vî hogirî gul av dan.                     Hogirî          

Ev hevok bi vî awayî dikarin bên ziman:

Çeka şoreşê ji hêla vî xortî ve hat hilgirtinê.       

Gul ji hêla vî hogirî ve hatin avdanê.

Navê nêr ku ( a ) di wan de heye:

Gê ka xwar.                               Ga      >   Gê

Êş genim kir ard.                         Aş      >    Êş

Nasîn: Peyvên bav, xal û ap derî vê rêzanê ne. Ev peyv mîna navên mê ( ê ) distînin, yan ( o) distînin.

Apê / Apo çek hilgirt.

Bavo / Bavê gul çandin.

Xalê / Xalo av vexwar

 

2. Eger nav di demên nihok û pêşedemê de berkarekî durust be dikeve darêja berkariyê û tê tewandinê.

 

Navê mê

Nazê tivingê heldigire.                  Tivingê

şînoyê çêlekê bibe mêrgê.             Çêlekê

Gulê bizinê didoşe.                       Bizinê

 

Navê nêr

Nazê goşt(î) dixwe.                     Goşt ( î )

Nermînê wî giyayî dikelîne.             Giyayî

Soro nên dixwe                           Nên ( nan )

Gulê dên dikelîne.                        Dên ( dan )

3. Eger nav berkarekî ne durust be, di herdemê de tê tewandinê.

Navê mê

Memo li şêrînê dike hawar.           şêrînê             

Huner ji Hêvînê pirsî.                     Hêvînê             

Emê li Botanê bibin mêvan.            Botanê              

 

Navê nêr             

Huner ji Azad(î) dipirse.              Azad(î) 

Ezê li gundî bibim mêvan.            Gundî

Qenco ji êş hat.                        Êş (aş )               

Ez ji zimên hez dikim                   Zimên                 

Guro li Osmên xist.                      Osmên                

 

4. Di darêja zêderî de, navê dawî tê tewandinê.             

Navê mê

Mala jinê.                                  jinê                             

Kirasê şêrînê.                             şêrînê              

Nanê sêlê.                                 Sêlê

 

Navên nêr

Êşa dil ( î ).                                Dil ( î )

Dîtina çav(î).                              Çav ( î )

Çûna êş.                                   Êş ( aş )

Sima gê.                                   Gê ( ga )

Hilgirtina bêr.                             Bêr ( bar )

Gurana nêrî.       

Êşa serî.        

        

Navê nêr ku ( e ) yan ( a ) di wan de heye, dema bi rengdêreke nîşandinê yan  rengdêreke hejmarî re bên bikaranînê, herdem bi ( î ) tên tewandinê.  

Ez ê hêsp bikirim.               Ez ê vî hespî bikirim.  

Berên ceh xwar.                Sî beranî ceh xwarin.

Ez ji berên ditirsim.             Ez ji vî beranî ditirsim.                

         

 

 

1.2.3.1.8. Navên kirdeyî û berkarî

 

Navên kirde

Ev nav bi karekî radibe. Pîşekî yan jî, delametekê pêk tîne. Navên kirdeyî bi hatina paşgînên ku ji koka lêkeran e li dû navan saz dibin. Bi yekgirtina nav û paşgînan, navekî nû saz dibe ku hem wateya nav û hem jî, ya lêker dide. Ev navên lebatî û livbaz bi bizavekê radibin û jibo wan "navên kirde" tê gotinê. Paşgînên ku navên kirde çêdikin, ev in:
Van             Aşvan, dergehvan, hozanvan, bilûrvan, gavan, şervan, xwendevan,    dilovan, şoreşvan, dadvan, rojnemevan, bêrîvan,....

Wan            karwan, pêhlewan,...

Kar              Cotkar, xwendekar, serkar, nivîskar, tewankar, xebatkar, hesinkar

Ker              Karker, tevinker, şoreşker, spîker,   dagirker, zêrker, şermker,...            

Ger             Rojnameger, dadger, şanoger, hesinger, şoreşger, meyger, werger,...

Gêr             Wergêr, çapgêr, xwegêr, ...

Gir              Masîgir, rexnegir, wênegir, dengir,...     

Bêj              Dengbêj, çîrokbêj,...       

Baz             Hîlebaz, livbaz, rimbaz, serbaz, canbaz,...       

Pêj              Xwarinpêj, nanpêj,       

Pij               Nanpij,

Kêş             Wênekêş, barkêş, zehmetkêş,...      

Dar             Dildar, koledar, serdar, zordar, dengdar, dikandar, kujdar,...

Dêr             Rengdêr, çavdêr, fermandêr,...

Nas             Kurdnas, rojhilatnas, civatnas, mafnas,...

Zan             Kurdzan, zimanzan, dengzan, zemînzan, dîrokzan,...

Guhêz         denguhêz, nûçeguhêz, wêneguhêz, ...

Bir              Darbir, destbir, qolbir, rêbir, porbir, namebir,...

Bîr              Rewşenbîr, ronakbîr, ...

Firoş           Gulfiroş, meyfiroş, zembîlfiroş, nanfiroş, şîrfiroş,...

Der             Jander, hewleder,...

Saz             Pîşesaz, dermansaz, plansaz,...

De               Dirinde, bexşînde, girîde

Bar             Xembar, tewanbar, ...

Ber             Rêber, fermanber,...

E                 Xwende, xwere, beze, firoke,

Yar             Hişyar, biryar, mafyar,...

War             Bendewar,...

Wer             Serwer, bîrawer, pêşwer, ...

A                Zana, şareza, hosta,...

Ar               Xewar, kevnar,...

Ok               Kenok, gerok, revok, serok,...

Mend           Hişmend, hunermend, aqilmend, siyamend,...

Er                Daner,...

 

                                 

 

Navê  berkar

Ev nav buyerek tê serê wî û dikeve bin barê lêkerê ji babeta xwe. Navê berkar bi danîna paşgîna " î " li dû lêkeran saz dibe. Herwiha navekî nû tê çêkirinê, mîna:

Ketî                >               Yê ku ketiye.

Lêkera   ket      +      î  >    Navê  berkar

Di navê berkar de, lêker bi xwe dibe nav. Mînak:

Hilgirtin         >        hilgirt           >        hilgirtî

Hilbijartin       >        hilbijart         >        hilbijartî

Vexwarî

Xwarî             

Dîtî              

Mirî              

Kenî              

Dema em dibêjin : Hilbijartî, tê wateya yê ku ketiye bin hîkariya hilbijartinê.

     

1.2.3.2. Cînav   

Cînav, di zimanê Kurdî de peyveke şûna navan digire. Mîna:

Hogir diçe şoreşê.     

Ew diçe şoreşê.            

Hacer qehreman e.     

Ew qehreman e.             

Hacer ala şoreşê bilind kir.     

Wê ala şoreşê bilind kir.             

Gelê Kurd dijmin lerizand.     

Wî dijmin lerizand.              

Wek tê xuyakirinê, cînavên: Ew, ew, wê û wî şûna Hogir, Hacer û gelê Kurd digirin û di hevokê de bi delameta van navan radibin.

 

 

Beşên cînavan     

1.2.3.2.1. Cînavên kesok (kesanî):                

Ev cînav şûna navên kesan digirin. Ew  jî, du awa ne:       

1. Awayê rast:          

A- Yekhejmar

Kesê yekemîn, yê ku dipeyive     Ez               

Kesê duwemîn, yê ku pê re tê axaftinê Tu    

Kesê sêyemîn, yê kû axaftin liser e û ne amade ye    Ew                                               

 

B - Kom 

Kesên yekemîn, yên ku dipeyivin      Em

Kesên duwemîn, yên ku bi wan re tê axaftinê   Hûn

Kesên sêyemîn, yên ku liser wan tê axaftinê û ne li wir in   Ew                          

 

2. Awayê tewandî                 
A - Yekhejmar              
                           

Kesê yekemîn, yê ku dipeyive    Min

Kesê duwemîn, yê ku pê re tê axaftinê  Te          

Kesê sêyemîn, yê ku axaftin liser e lê ne li wir e       

jibo nêr        

jibo mê      

 

B - Kom      

Kesên yekemîn, yên ku dipeyivin   Me                                                                   

Kesên duwemîn, yên ku bi wan re tê axaftinê     We

Kesên sêyemîn, yên ku liser wan tê axaftin û ne amade ne     wan 

                                                 

1. Awayê rast 

Bi lêkerên derhingêv re                                                 

Di dema berê(buhêrk) de berkarê durust tên:                                         

Xebat(î) ez dîtim.               wî ez dîtim.                                                                                                                                                      

Şêrînê tu dîtî.                    wê tu dîtî.

Dilberê ew dît.                   wê ew dît.                                         

Hewesê em dîtin.               wê em dîtin.                                          

Comerd(î) hûn dîtin.           wî hûn dîtin.                                                   

Şevger(î) ew dîtin.             wî ew dîtin.                            

Cînavên: Ez, tu, ew, em, hûn û ew di hevokên jorîn de berkarên durust in.                                       

Di dema niha de (nihok) kirde (kiryar)  tên:                                           

Ez xebat(î) dibînim.             Ez wî dibînim.

Tu şêrînê dibînî.                 Tu wê dibînî.

Ew Dilberê dibîne.               Ew wê dibîne.

Em Hewesê dibînin.             Em wê dibînin.

Hûn comerd(î) dibînin.         Hûn wî dibînin.

Ew şevgerî dibînin.             Ew wî dibînin.

Cînavên: Ez, tu, ew, em, hûn û ew di hevokên jorîn de kirde(kiryar) ne.        

Di mandê de (pêşedemê de) kirde tên                                          

Ezê gulê av bidim.             

Ezê wê av bidim.                            

Tuyê (tê) sêvê bixwî.                  

Tuyê wê bixwî.                

Ewê Amedê pîroz bike        

Ewê wê pîroz bike.                         

Emê serxwebûnê bibînin.    

Emê wê bibînin.                         

Hûnê şoreşê pêş de bibin.

Hûnê wê pêş de bibin.                 

Ewê Newrozê geş bike.            

Ewê wê geş bike.             

Cînavên: Ez, tu, ew, em, hûn û ew di hevokên jorîn de Kirde ne (Kiryar in).

        

Bi lêkerên nederhingêv re :

Di herdeman de kiryar ( kirde ) tên. Mînak:         

Nihok

Ez difirim.                                                

Tu difirî. 

Ew difire.      

Em difirin.     

Hûn difirin.      

Ew difirin.

 

Pêşedem      

Ezê biçim

Tuyê( tê ) biçî.         

Ewê biçe.       

Emê biçin.      

Hûnê biçin.     

Ewê biçin.      

 

Bûhêrk

Ez ketim

Tu ketî.          

Ew ket.          

Em ketin.        

Hûn ketin.              

Ew ketin.

                  

Ev awayê cînavan di herdeman de bi lêkerên  nederhingêv re tên bikaranînê, lê bi lêkerên derhingêv re, tenê di dema nihok û pêşerojê de tên bikaranînê. Herwiha bi navan re bi alîkariya lêkera "bûn" tên bikaranînê. Mînak:

Ez kurd im.

Tu kurd î.     

Ew kurd e.    

Em kurd in.   

Hûn kurd in.  

Ew kurd in.   

Ez im.

Tu yî. 

Ew e. 

Em in.

Hûn in. 

Ew in.

Ez pale me.

Tu pale yî.            

Ew pale ye.             

Em pale ne.      

Hûn pale ne.            

Ew pale ne.             

 

2. Awayê tewandî

Ev awayê cînavan tenê bi lêkerên derhingêv  re tên bikaranînê: 

a. Di dema berê (buhêrk)de  kirde ne ( kiryar in ).

Min al hilgirt  

Te al hilgirt.     

Wê al hilgirt.

Wî al hilgirt.       

Me al hilgirt.        

We al hilgirt.      

Wan al hilgirt.             

b. Di dema niha ( nihok ) de berkarê durust in.

Nazê min dibîne.

NazNazê te dibîne.   

Nazê wê dibîne.      

Nazê wî dibîne.       

Nazê me dibîne.      

Nazê we dibîne.      

Nazê wan dibîne.     

c. Di pêşedemê( mandê ) de berkarên durust tên:

Gulê dê min bibîne.

Gulê dê te bibîne.    

Gulê dê wê bibîne.   

Gulê dê wî bibîne.    

Gulê dê me bibîne.   

Gulê dê we bibîne.   

Gulê dê wan bibîne.

d. Di herdeman de berkarên ne durust tên:

Azad (î) li min dixe. ( Nihok )        

Şêrînê li te xist. ( Buhêrk )

Şermînê dê li wî bixe. (Pêşedem)

Ev awayê  cînavan bi navan re nayên bikaranînê. Em dibêjin:   

Ez şoreşger im.

Tu  kurd î.    

Ew bedew e.          

Di Kurmancî de nabe, em bibêjin :

Min şoreşger im.      

Te kurd î.     

Wê bedew e.

Cînav hemû bêzayend in ( bêcins in ), tenê  di awayê tewandî de, kesê sêyemîn
( wî, wê ) bizayend e." Wî " jibo nêr û " wê " jibo mê tê bikaranînê. Mînak:

Hawar dijmin lerizand.         Wî dijmin lerizand.

Hacer dijmin lerizand.          Wê dijmin lerizand.

Cînavên kesok herdem kirde yan jî, berkar in.        

 

 

 

1.2.3.2.2. Cînavên bêhêl

Cînavên bêhêl di kurdî de herdem berkar in û şûna cînavên kesok digirin. Cînavên bêhêl ev in:     Ê, hev, êk, xwe.

 

Ê

Ev cînavê bêhêl, herdem yekhejmar e, li dû lêkeran tê û şûna " wî " û " wê " digire. Mîna:

Min tiving da Sozdarê.   Min tiving da wê.        Min tiving dayê.

Min gul da Azad.  Min gul da wî.        Min gul dayê.                      

Sozdarê       ->               wê              -> ê   

Azad           ->                wî              -> ê   

Ev cînav bi daçekên ( ji, li, bi, di ) re dibe yek û bi vî awayî cînavên lihevxistî tên çêkirinê. Mîna:

Li wî xist                          Lê xist

Li wê xist                         Lê xist

Bi wî çû                           Pê çû 

Bi wê çû                          Pê çû 

Di wî de çû                       Tê de çû      

Di wê de çû                      Tê de çû      

Ji wî pirsî                          Jê pirsî         

Ji wê pirsî                         Jê pirsî

Li wî ( li wê )                    Lê

Bi wî ( bi wê )                   Pê     

Di wî ( di wê )                   Tê     

Ji wî ( ji wê )                    Jê      

Mînak:

Min li dijmin xist.               

Min li wî xist.                    

Min lê xist.    

Şêro ji şêrînê pirsî.                      

Şêro ji wê pirsî.                          

Şêro jê pirsî.           

Ez bi pênûsê dinivîsînim.    

Ez bi wê dinivîsînim.           

Ez pê dinivîsînim.     

Ez di zanîngehê de me.      

Ez di wê de me.               

Ez tê de me. 

Cînavê bêhêl " ê " şûna berkarên durust digire. Mîna:

Min gula sor da Hêvînê.               

Min gula sor da wê.           

Min gula sor dayê.

Lê ev cînav bi daçekan re şûna berkarên ne durust digire. Mîna:

Min ji Gulê pirsî.                

Min ji wê pirsî.                           

Min jê pirsî.

 

 

Hev

Ev cînav ji ( hev û din ) ku di şûn de bûye: hevdin , hatiye kurtkirinê  û bûye hev. Hev, şûna berkarên durust jî, û yên ne durust jî, digire. Mînak:

Me hev dît.

Gulê û Hacer hev dîtin.

Gerîla û gundiyan hev dîtin.

Me li hev xist.

şêrînê û Sozdar ji hev pirsîn.         

Gundî û polîs bi hev çûn.    

Cînavê  "hev" bi daçekan re dibe yek û cînavên lihevxistî çêdike.

Bi hev                    Pev    

Ji hev                     Jev    

Di hev                    Tev   

Li hev                     Lev    

Mînak:

Em bi hev re çûn.     Em pev re çûn.

Ji hev çûn.                       Jev çûn.

Di hev de bûn.                  Tev de bûn.

Li hev hatin.                     Lev hatin.     

        

 

Êk

Ev cînav jî, bi wateya " hev " tê . Ji (êk û din) ku di şûn de bûye ( êk din ) hatiye kurtkirinê û bûye

êk . Ev cînav jî , mîna hev tê bikaranînê. şûna berkarên durust digire.  

Mînak:

Noşîn û Hêvî  êk dîtin.        

Cegermij û Noşeng êk pîroz kirin.

şûna berkarên ne durust jî, digire. Mîna:   

Me ji êk (jêk) pirsî.   

Roşeng û Noşeng li êk ( lêk ) xistin.

Cînavê bêhêl " êk " bi daçekan re dibe yek û cînavên lihevxistî çêdike .

Bi êk                                Pêk

Li êk                                Lêk

Ji êk                                Jêk

Di êk                               Têk

Mînak:

Em bi êk hatin                   Em pêk hatin.

Em li êk hatin                    Em lêk hatin.

Em ji êk çûn                     Em jêk çûn.

Em di êk de çûn                Em têk de çûn.

        

Xwe

Ev cînavê bêhêl bi cînavê (rajêr) tê binavkirinê. Cînavê "xwe" şûna nav û cinavên nêr û mê kom û yekhejmar digire. Mînak:

Min al da destê hevalê xwe.

Ez ji gelê xwe re dibêjim:" An kurdistan, an Kurdistan ".

Dema ku kirde û berkar di hevokê de yek kes be, cînavê "xwe" şûna berkar digire. Mîna:

Min xwe nas kir.      

Te xwe dît.   

Wî xwe şişt.

Cînavê "xwe" herdem berkar e, lê carnan bi kirdeyekî din re dibe kirde, dema du kes bi kar radibin. Mînak:

Ez û hevalê xwe çûn çiyê.  

Min û hevala xwe pirtûk xwend.    

        

Nasîn

1. Dema çend cînav di hevokê de hebin, li gor kesan rêz dibin:

Ez, tu, ew, em, hûn, ew.

Min , te, wî, wê, me, we, wan.

Mînak:

Ez û ew, em çûn bajêr.

tu û ew heval in.     

2. Eger di hevokê de çend lêker bi kirdeyekî pêk hati bin, kirde careke tenê tê gotinê.Wek:  

Ez çûm, gihîştim û vegeriyam.       

Lê eger lêkerin derhingêv û hin nederhingêv bin li gor lêker cînav tê bikaranînê:        

Ez çûm , min dît.

Ez çûm , min xame kirî.

Hevoka : Em çûn , me hesp ji xwe re kirî. Hin bi vî hawayî bikar tînin:

Me çû hesp ji xwe re kirî.

 

1.2.3.2.3. Cînavên nîşandek 

Ev cînav şûna navên dûr û nêzîk, bi awakî ku van navan nîşan dikin digirin. Ev cînav ev in:

1. Cînavên ku dûrbûn û nêzîkbûna navê ku şûna wî digrin, diyar nakin, lê tenê hejmar û zayenda navdêr diyar dikin. 

jibo zayendê nêr û yekhejmar :   

Yê ku te dît hevalê min bû.            

Jibo zayendê mê û yekhejmar : ya

Ya ku te dît şoreşger bû.

Jibo koma herdu zayendan : yên   

Yên ku te dîtin gerîla bûn.    

Ev cînav bi serê xwe nayên. Herdem bi cînavên girêdanê ( ku ) re tên û kirde ne.

2. Cinavên nîşandek jibo navdêrên nêzîk : Ev

Ev hat.

Ev hevalê min e.

Ev hevala min e.

Ev cînav li gor navderê ku nîşan dide, tê tewandinê:

Jibo nêr yekhejmar dibe: Evî

Evî kalî got.  

Jibo mê yekhejmar dibe: Evê        

Evê keçê ez dîtim.   

Jibo nêr û mê  kom: Evan

Evan keç û xortan got.      

Gelek caran tîpa "e" ji " evî, evê, evan " tê avêtinê û dibin: Vî, vê, van.

Jibo kûrkirin û xurtkirina hizra nîşandinê "ev" bi zêderê re tê û dibe : eva, evê, evên.              

Evê hat heval e.

Eva hat şervan e       

Evên hatin gerîla ne.  

Carna "ha" dikeve dawiya cînavê nîşandek û zêderê û ew jî, dibe cinavekî nîşandek :                         

Evê ha, eva ha, evên ha.

Evê ha Azad e.       

Eva ha şêrîn e.   

Evên ha Azad û şêrîn in.

3. Cînavên nîşandek jibo navderên dûr: Ew

Ew xort kî ye?

Ew hevala min e.

Ew heval hatin.       

Ev cînav jî, li gor navê ku nîşan dike, tê tewandinê.

Jibo nêr, yekhejmar dibe: Ewî

Ewî xortî çi got?         

Jibo mê, yekhejmar dibe: Ewê

Ewê keçê  xelat girt.

Jibo nêr û mê kom dibe: Ewan

Ez ewan keç û xortan hez dikim.            

Ji bo kûrkirin û xurtkirina hizra nîşandinê  "ew"  bi zêderê re tê û dibe: Ewê, ewa, ewên.        

Ewê hat xortekî jîr e.

Ewa hat keçeke bedew e.

Ewên hatin xort û keçên gundê me ne.

"Ha"dikeve dawiya cînavê nîşandek û zêderê û ew bixwe jî, dibe cînavekî nîşandek: Ewê  ha, ewa ha, ewên ha.  

Ewê ha li ber xwe dide.

Ewa ha xebatê dike.

Ewên ha têkoşer in. 

"Ew",di awayê xwe yê tewandî de, gelek caran "a" davêje û dibe:  Wî, wê, wan

Wî xortî xweş got.

Wê keçê tiving hilgirt.        

Wan keç û xortan serî hildan.       

Di vê rewşê de, ji wateya hevokê mirov cudayî dixe navbera cînavên kesok
( wî, wê, wan ) û cînavên

nîşandek ( wî , wê, wan ) .

Cînavê nişandek ( ev, ew ) kirde jî, û berkar jî, tên bikaranînê.

 

Lêkerên derhingêv bi evî, evê, ewî, ewê  re

Nihok

Di nihokê de, ev cînav şûna berkarên durust û ne durust digirin:

Ez ewî (ewê) dibim dibistanê.

Ez evî (evê) dibim seyranê. 

Beran li ewî ( ewê ) dixe.    

Beran li evî ( evê ) dixe.

Buhêrk

Di buhêrkê de, ev cînav şûna kirde digirin:

Evî (evê) nan xwar.

Ewî (ewê) pîvaz xwar.       

Di vê rewşê de şûna berkarê nedurust jî, digirin:

Berên li evî ( evê) xist.

Berên li ewî ( ewê) xist.     

Pêşedem

Di vê demê de şûna berkarên durust û nedurust digirin:

Ezê ewî (ewê) bitirsînim.

Ezê ewî (ewê) bibînim.

Mamoste wê ji ewî( ewê) bipirse.

Mamoste wê ji evî (evê) bipirse.    

 

Lêkerên derhingêv bi (ev, ew) re

Nihok

Di nihokê de şûna kirde digirin:

Ev nên dixwe.

Ew avê vedixwe.

Pêşedem

Di pêşedemê de, şûna kirde digirin.

Evê min bigire.

Ewê te bibîne.

Buhêrk

Di buhêrkê de, şûna berkarê durust digirin:

Min ev dît.

Min ew xwar.

 

Lêkerên nederhingêv bi ( ev, ew ) re

Herddem şûna kirde digirin.

Ev çû welat.

Ew ji Botanê tê.

Ev diçe dibistanê.

Ew difire.

Evê bikeve avê.

Ewê ji bajêr derkeve.

Lêkerên derhingêv bi (evan,ewan) re

Buhêrk

Di buhêrkê de şûna kirde digirin:

Evan xwar.

Ewan em dîtin.

Nihok

Di nihokê de şûna berkarê durust û ne durust digirin:

Ez evan dibînim.

Ez ji wan dipirsim.

Pêşedem

Di pêşedemê de şûna berkarê durust û ne durust digirin

Ezê evan bişînim welat.

Ezê ji wan bipirsim.

 

Nasîn

Hin cînavên nîşandek di devok de awayên xwe winda kirine û ketine awakî din:

Evê ha          vîna             vaya

Eva ha          vêna            vaya

Evên ha        vêna            vana         evana

Ewê ha         wîna             waya

Ewa ha         wêna            waya

Ewên ha        wêna            wana        ewana

Lê ya durust ev e:

Ev, evî, evêha, evê, evaha, evan, evên, evênha.

Ew, ewî, ewêha, ewê, ewaha, ewan, ewênha.

Cînavê nîşandek "ev" bi bêjeyên : şev, roj û sal re dibe         " î ".

Ev şev                   îşev

Ev roj                     îroj

Ev sal                     îsal

 

1.2.3.2.4. Cînavên pêgehîn ( girêkî )

Cînavê pêgeh dikeve paşiya navdêr an cînavekî din û wan bi hevoka di pey wan re girê dide. Cînavê pêgehîn di zimanê kurdî de yek e. Ew jî, ev e: Ku

Cînavê  "ku" di hevokê de, carna kirde û carna berkar e.

Kirde  

Ê ku tu dîtî heval bû.

Mirovê ku tu dîtî heval bû.

A ku tu dîtî şoreşger bû.

Keça ku tu dîtî şoreşger bû

Berkar

Ê ku te dît gerîla bû.

Kesê ku te dît gerîla bû.

A ku te dît şehîd ket.

Keça ku te dît şehîd ket.

Evê ku tu dibînî mamoste ye.

Cînavê (ku) bi zêderê re tê bikaranînê :

Ê ku, a ku, ên ku, êd ku

Cînavê (ku) bi cînavên nîşandek re tê bikaranînê: Evê ku, eva ku, ewê ku, ewa ku, evên ku, evêd ku, ewên ku, ewêd ku,.

Mînak:

Xameya ku min kirî sor e.

Hespê ku te kirî boz e.

Ev çiyayê ku tu dibînî Cûdî ye.

Azadê ku tu nas dikî hevalê min e.

 

Di zimanê kurdî de, ji cînavê pêgeh û pê ve

(ku)yeke din heye pêwend (gihanek) e ev (ku)

du hevokan digihîne hev û herdem li pey

lêkeran tê. Mîna:

Em hatin ku em bixwînin.

Em diçin çiya ku em azad bibin.

 

Carna (ku) bi wateya heke  tê ,

hingê (beriya lêker) jê re tê gotinê.

Ku gel serî hilde emê azad bibin.

Ku gerîla bên gund emê dilşad bibin.

 

1.2.3.2.5. Cînavên pirsiyariyê

Cînavên pirsiyariyê di hevokên pirsiyarî de,