Rastnivîs · Kurdî

Nav û rastnivîsandina navan 2

Nav û zêder

Zêder bêjeyeke biçûk e, du navan, navekî û rengdêrekî yan jî, navekî û cînavekî bi hev dide girêdanê, an ku hevbendiyê di nav wan de çêdike û hejmar û zayenda van nav, cînav û rengdêran diyar dike. Hevok herdem bi zêderê tê tewandinê.

Zêder di kurdî de ev in:

- Ji bo mê yekhejmar –pendî/diyar : a ( Gula rengîn, hevala min, keça Reşo)

- Ji bo nêr yekhejmar –pendî/diyar: ê ( Çiya bilind, hevalê min, kurê Reşo)

- Ji bo nêr û kom mê –pendî/diyar: ên ( Gulên rengîn, çiyayên bilind, hevalên min

A. Zêdera pendî

Zêdera pendî navekî yan rengdêrekî bi tenê ku em baş nas dikin berçav dike û zayend û hejmara wan dide nasîn. Dema em dibêjin: " Dîroka Kurdistanê " em liser dîrokeke nas diaxivin ku ew dîroka Kurdistanê ye. Zêdera "a" hevbendiyê di navbera (dîrok û Kurdistanê ) de çêdike. Ev dîrok pal dide ser Kurdistanê, an ku Kurdistan palgeh û dîrok palvedêr e , "a" jî, amraza ji bo vê ( bendek ) jê re tê gotinê, ji hêla din ve " a " dide nasîn ku dîrok yekhejmar û mêza ye.

Zêdera pendî ev e:

1. Jibo yekhejmara mêza " a " ye:

Gula sor: Em dizanin liser kîjan gulê diaxivin, an ku ev gul ji hêla me ve tê naskirinê. Peyva "a" jî, hevbendiyê dike navbera navekî (gul) û rengdêrekî (sor) û dide zanîn ku guleke bi tenê û mêza ye. Herwiha em dibêjin:

Keça kurd.

Pênivîsa min.

Xweşiya çiyan.

2. Jibo yekhejmara nêrza " ê " ye:

Çiya Cûdî.

Dilê min.

Çemê Dîclê.

Agirê Newrozê.

3. Ji bo koma herdu zayendan ( nêr û mê ) "ên" tê bikaranînê:

Gulên sor.

Dilên pak.

Çiyayên Kurdistanê.

Golên xwînê.

Gorên şehîdan.

Gayên cot.

Çoyên bêbext.

Dema dawiya bêjeya pêşî tîpeke dengdar be ( y ) pêşiya zêderê digire:

Soro cotkar

Birayên delal.

Ronahiya zanistiyê.

Xameya min.

Mirovahiya hemdem.

Bêjeyên mîna : dê, rê û mî dibin : di, ri, mi.

Diya min.

Riya min.

Miya qer ( miha qer ).

Zêder nav û cinavekî bi hev girê dide û xwedîtiyê ber çav dike:

Gula min, çiya me, bavê min, diya min,...

Yan nav û rengdêrekî bi hev girê dide:

Gula sor , çiya bilind , zozanên xweş , bihara geş,...

Yan jî, du navan bi hev re girê dide:

Simko Şikakî , Çiyayên Kurdistanê

B. Zêdra nependî (nediyar)

Di zêdera pendî de me got: Gula sor, jiber ku me guleke bi tenê berçav dikir û me nas dikir kîjan gul e, lê dema em gulê bi sinor nekin û neyê naskirinê, em li ser kîjan gulê diaxivin , em dibêjin: Gulek sor. Ev bêjeya biçûk ku hevbendiyeke bi vî awayî çêdike: Zêdera nependî jê re tê gotinê.

Zêdera nependî ev e: ek, eke, ekê, ekî, ine, na, in.

Yekhejmar

Ek û ekî ji bo nêr. Ek, ekê û eke jibo mê.

Xortekî gul çinî.

Marekî bi Şêrîn veda.

Azadekî serî hilda.

Xortek alê hildigre.

Gayek kayê dixwe.

Keçekê mar kuşt.

Bizinekê şîr rijand.

Malekê xwarin da me.

Keçek nan dixwe.

Gulek avê vedixwe.

Şêrînek teşiyê dirêse.

Min keçeke bedew dît.

Kom

Di komê de nav " ina , in " distîne:

Xortin sêvan dixwin.

Keçin pembû diçinin.

Lawina dar birîn.

Keçina kizwan çinîn.

Xortin hatin.

Keçin çûn.

Gulin çilmisîn.

Zarokin dibezin.

Salo darin birîn.

Memo gurin dîtin.

Zînê mihina didoşe.

Memo ji kurina pirsî.

Şêro bi xortina dikene.

Ceger dê ji bajarina derbas bibe.

Di navên nêr û mê yên nependî de, em (ekî) û (ekê) di rewşa tewandinê de bi kar tînin.

Zêder bi nav ve tê nivîsandin, tenê dema palgeh û paldêr ji hev dûr dikevin zêderê bi serê xwe û tenê tê nivîsandin.

Gula sor, gul û pesnê gulê (sor) li pey hev tên, zêder (a) bi gulê ve tê nivîsandin.

Gula min a(ya) sor, li vir gul û pesnê xwe (palgeh û paldêr) ji hev dûr retine ji bo vê yekê zêder (a/ya) bi serê xwe tê nivîsandin.

Piçkolekirina navan

Navê piçkole bi danîna paşgînekê çêdibe. Piçkolekirina navan bi armanca hez kirin, xweş kirin, ciwan kirin û pîs kirin û kêm kirinê çêdibe:

Baxçe ji navê bax

Darik ji navê dar

Çetiko ji navê Çeto (Çeter)

Hogirko ji navê Hogir

Perwînkê ji navê Perwîn

Paşgînên biçûkirina navan ev in:

ek, ok, kok, ole, kole, ik, çe, çik, ko, kele, leke, ûle, oke, k, iko, kê, ikê.

ek destek, bendek, perdek, pêçek,

ok zarok, canok, danok, gulok, şemamok,

kok xweşkok, reşkok, delalkok,

ole Reşole, gêjole, hişkole, mêşole,

kole reşkole, piçkole,...

ik darik, dasik, xweşik, reşik, dilik, keçik,

çe baxçe, navçe,

çik rêçik , derçik

ko Hesenko, rebenko,

kele sûrkele,

leke çoleke,

ûle mêşûle, zerûle,

oke baroke,

k gulîk, dargulîk, bijîk, cok,

iko xortiko, xweşiko, reşiko,

Dilvînkê, Nermînkê,

ikê xweşikê, sêvikê, gulikê,

Hejmar ( kom û yekhejmar )

Di zimanê kurdî de du hejmar hene:Yekhejmar û pirhejmar.Yek yekhejmar e û ji yekê û jor de kom e.

Yekhejmar

Navê yekhejmar mirovekî, tiştekî yan jî, lawirekî tenê bi nav dike. Navê yekhejmar nayê guhertin mîna xwe dimîne. Lê di tewandinê de, navê nêr (î) û yê mê (ê) distîne. Navên nependî (ek) û (eke) distînin û di tewandinê de,( ekî) û ( ekê ) distînin.

Paşgînên tewandinê: î, ê, ek, eke, ekî, ekê bi nav ve tên nivîsandin:

Keç, xort, gund (keçek, xortek, keçeke, keçê, xortî, gundî, keçekê, xortekî, gundekî,...)

Kom

Bêtir ji yekî ji mirovan, tiştan yan jî, lawiran bi nav dike. Dema nav diyar be, paşgîna " an " distîne. Lê dema nediyar be "inan" distîne. Navê kom di hevbendiyê de (xistinepal) paşgîna " ên " distîne.

Paşgînên tewandinê: an, ên, inan bi nav ve tên nivîsandin:

Keçan, xortan, keçinan, xortinan, keçên dilsoz, xortên çeleng,...

Tewandina navan

Navê kom di bin hin mercan de tê tewandinê:

1. Dema ku nav kirdeyekî bi berkar be di buhêrkê de tê tewandinê.

Xortan gund ava kirin.

Gundiyan serî hildan.

Paleyan nîsk çinîn.

Xort(î) çek rakir.

Keçê nan pijand.

Keçekê dijmin lerizandin.

Xortekî Şêrgo dît.

Xortinan gund ava kirin.

Gundînan serî hildan.

2. Eger nav kirdeyekî bê berkar be, di her deman de şût dimîne û nayê tewandinê.

Cotkar hatin.

Xwendevan rabûn.

Rêwî diponijin.

Gul dê bibişkivin.

Di vê rewşê de em kombûna nav ji kombûna lêker nas dikin, jiber ku lêker "n"a kombûnê distîne: hatin, rabûn, ponijîn, bişkivîn,...

3. Eger nav di hevokê de kirdeyekî xwedî berkarekî durust be, di nihok û mandê de, nayê tewandinê.

Mêr çekan amede dikin.

Jin şoreşgeran bi nan dikin.

Keç xortan dibînin.

Koçer dê biçin zozanan.

Xort dê biçin çiyan.

Xwendevan dê pirtûkan bixwînin.

4. Eger nav berkarekî durust be, di buhêrkê de şût dimîne û di nihok û mandê de tê tewandinê.

Buhêrk

Gundiyan noker şermezar kirin.

Kurdan caş dîtin.

Min şervan dîtin.

Min keç dît.

Min xort dît.

Nihok:

Ez şoreşgeran dibînim.

Em gulan diçînin.

Xort keçan pîroz dikin.

Mand:

Ez dê şoreşgeran bibînim.

Em dê gulan biçînin.

Ez dê keçê bibînim.

Ez dê xort(î) silav bikim.

5. Eger nav di hevokê de berkarekî ne durust be, di her çaxan de tê tewandinê.

Buhêrk :

Min ji xwendekaran pirsî.

Min li şehîdan silav kir.

Min bi şervanan re nan xwar.

Min ji keçê re got.

Te ji xort(î) pirsî?

Nihok:

Ez ji xwendekaran dipirsim.

Ez li şehîdan silav dikim.

Ez bi şervanan re nan dixwim.

Mand:

Ez dê ji xwendekaran bipirsim.

Ez dê li şehîdan silav bikim.

Nav bi daçekan re (ji, bi, di, li…) dibe berkarê nedurust ji ber ku ev daçek hevalbendekî nav di rewşê de çêdikin.

Veguhastina navan (Tewang)

Nav mîna xwe namîne, di bin hin rewş û hoyan de tê guhastinê. Ji bo têgihîştina veguhastina navan, emê bi hev re hevokên jêr berçav bikin.

1. Şêrînê! Tu stêrkan dibînî? Şêrin > Şêrînê

Azado were vê derê ! Azad > Azado

Keçno, werin dîlanê! Keç > Keçno

Xortno, ev govenda mêran e.! Xort > Xortno

2. Hêvînê xame hilgirt. Hêvîn > Hêvînê

Ez nameyê dinivîsim. Name > Nameyê

Min Xebat li bajêr dît. bajar > bajêr

Zoro ji Hewlêrê ye. Hewlêr > Hewlêrê

Li vî xortî temaşe bikin. Xort > Xortî

Vî bajarî ez gêj kirim. Bajar > Bajarî

3. Ez çûbûm çiyê . Çiya > Çiyê

Min ji hevêl (hevalî) re got Heval > Hevêl (hevalî)

Min ji ava çêm vexwar. Çem > Çêm

4. Min ji Hogir re got. Hogir > Hogir re

Ez di Qamişlo re çûm Dêrikê. Qamişlo > Qamişlo re

Stirî di piyê Gulê re çû. Gulê > Gulê re

5. Em bi Zêrê ve çûn. Zêrê > Zêrê ve

Şûr di pişta Ristem ve çû. Ristem > Ristem ve

6. Me çayê di beroşê de çêkir. Beroş > Beroşê de

7. Keçan çek hilgirtin Keç > Keçan

Pêşmergeyan dijmin hejand. Pêşmerge > Pêşmergeyan

Goşt di saringê de bû. Saring > Saringê de

Koma yekemîn ji hevokên ku me rêz kirine, di darêja bangê de ne; Şêrînê , Azado, keçno û xortno, van navan di vê darêjê de paşgînên: ê, o, û no standine. Em ji van hevokan digihîjin vê derencamê:

Nav di darêja bangê de, tê guhastinê. Navê mê yê yekhejmar paşgîna (ê) distîne:

şoreşê !

Yadê !

Xwîşkê !

Hevalê !

Yarê !

Navê nêr yê yekhejmar paşgîna (o) distîne:

Kurdo !

Rizgaro !

Welato !

Mileto !

Hevalo !

Koma herdu zayendan ( nêr û mê ) paşgîna (no) distînin:

Hevalno!

Dayîkno!

Kurdno!

Miletno!

Koma duyemîn ji hevokan, navên ku di darêja berkariyê de hatine tewandinê dicivîne: Hêvînê, nameyê, Botanê û Hewlêrê , navên mê ne. Ev nav bi paşgîna " ê " hatine tewandinê. Lê xortî, nanî û bajarî navên nêr in û bi paşgîna " î " hatine tewandinê.

Derencam:

Nav di darêja berkariyê de tên tewandinê. Navê mê paşgîna " ê " distîne û navê nêr paşgîna " î " distîne.

Koma sêyemîn ji hevokan tewandina navên nêr ku tîpa " e " yan " a " tê de hebe berçav dike. Çiya bûye çiyê. Çem bûye çêm. Her wiha heval bûye hevêl.

Derencam:

Navê nêr ku tîpa " e" yan " a " di wan de hebe di tewandinê de " e " û " a " dibin " ê "

Gavan > Gavên

şivan > şivên

şervan > şervên

Xebat > Xebêt

Çem > Çêm

Koma çaremîn ji hevokan rewşeke cemhevî ku bûyer tê de pêk hatiye berçav dike. Ji bo vê darêjê awayê bi hev re tê gotinê. Di awayê bi hev re de nav paşgîna " re " distîne û bersiva van pirsan dide:

Bi kê re ? Tu bi kê re çûyî çiyê? Ez bi Egîd re çûm çiyê .

Bi çi re ? Tu bi çi re difirî ? Ez bi ewran re difirîm.

Ji kê re ? Te ji kê re got ? Min ji Zînê re got.

Di ku re ? Tu di ku re çûyî? Ez di Qamişlo re çûm.

Di çi re ? Te derzî di çi re kir? Min derzî di ber kumê xwe re kir.

Koma pêncemîn ji hevokan yekîtiyekê di navbera bûyerê û kesê ku bûyer hatiye serê wî de berçav dike. Awayê tevayî ji vê darêjê re tê gotinê. Di awayê tevayî de nav paşgîna " ve " distîne û bersiva van pirsan dide:

Di ku ve ? Şûr di ku ve çû ? Şûr di pişta Ristem ve çû ?

Bi çi ve ? Te ker bi çi ve girêda ? Bi sing ve.

Di çi ve ? şûr di çi ve çû ? Şûr di balgih ve çû.

Di kê ve ? Gule di kê ve çû ? Gule di Şîno ve çû.

Koma şeşemîn ji hevokan cihê ku bûyer tê de pêk hatiye berçav dikin. Ji bo vê darêjê awayê cîwarî tê gotinê.

Nav di vî awayî de paşgîna (de) distîne û bersiva van pirsan dide:

Di çi de ? Goşt di çi de ye ? Goşt di beroşê de ye.

Di kê de ? Kesbûna mirovahî di kê de ye ? Di Azad de ye.

Di ku de ? Şoreşger di ku de ne? Şoreşger di mala Dilgeş de ne.

Koma heftemîn ji hevokan, dîsa mîna ya duyemîn, navên ku di darêja berkariyê de hatine tewandinê, dicivîne. Lê vê carê nav pirhejmar e. Di vê rewşê de navê kom bi paşgîna (an) hatiye tawandinê.

Pêşmerge Pêşmergeyan

Keç Keçan

Nav di awayê raderî de:

Di darêja raderî de, nav mîna xwe dimîne, nayê guhastinê û bersiva van pirsan dide:

Kî çi dike ? Kî dibîne ? Keç dibîne.

Çi çi pê hat ? Çi ket ? Xanî ket.

Çi di çi rewşê de ye ? Çi şikestiye ? Derî şikestiye.

Kî di çi rewşê de ye ? Kî hişyar e ? Gel hişyar e.

Nasîn:

Di awayê bi hev re , tevayî û cîwarî de , nav bi daçekan tê tewandinê. Em dikarin ji bo van darêjan awayê daçekî bibêjin û di vê darêjê de paşgînên (de, re, ve) cuda tên nivîsandin.

Guhestina navên mê " keç "

RêzAwaPendî-YekNependî-YekPendî-KomNependî-Kom
1Rastkeçkeçekkeçkeçin
2Bangkeçê...........keçno..........
3Tewandîkeçêkeçekêkeçankeçinan
4Bihevrekeçê rekeçekê rekeçan rekeçinan re
5Tevayîkeçê vekeçekê vekeçan vekeçinan ve
6Cîwarîkeçê dekeçekê dekeçan dekeçnan de

Guhestina navên nêr " xort "

RêzAwaPendî-YekNependî-YekPendî-KomNependî-Kom
1Rastxortxortekxortxortin
2Bangxorto---------xortno---------
3Tewandîxort(î)xortekîxortanxortinan
4Bihevrexort(î) rexortekî rexortan rexortinan re
5Tevayîxort(î) vexortekî vexortan vexortinan ve
6Cîwarîxort(î) dexortekî dexortan dexortinan de

Guhestina navên nêr ( nan )

RêzAwaPendî-YekNependî-YekPendî-KomNependî-Kom
1Rastnannaneknannanin
2Bangnano---------nanino---------
3Tewandînên(nanî)nanekînanannaninan
4Bihevrenên renanekî renanan renaninan re
5Tevayînên venanekî venanan venaninan ve
6Cîwarînên denanekî denanan denaninan de

Tewandina navan - darêja berkarî

Di darêja berkarî de nav tê tewandinê. Navê mê paşgîna (ê) distîne û yê nêr paşgîna (î) distîne.

Eger navê nêr tîpên (e) yan (a) tê de hebin, ev tîp dibin (ê). Di rewşên jêrîn de nav dikeve darêja berkariyê:

1. Di buhêrk de, eger nav bi lêkerê derhingêv re kiryar be dikeve darêja berkariyê û tê tewandinê.

Navê mê:

Keçê çeka şoreşê hilgirt. Keçê

Çêlekê ka xwar. Çêlekê

Şêrînê gul av dan. şêrînê

Ev hevok bi vî awayî dikarin bên zimên:

Çeka şoreşê ji hêla keçê ve hat hilgirtinê.

Ka ji hêla çêlekê ve hat xwarinê.

Gul ji hêla şêrînê ve hatin avdanê.

Navê nêr:

Vî xortî çeka şoreşê hilgirt. Xortî

Vî hogirî gul av dan. Hogirî

Ev hevok bi vî awayî dikarin bên zimên:

Çeka şoreşê ji hêla vî xortî ve hat hilgirtinê.

Gul ji hêla vî hogirî ve hatin avdanê.

Navê nêr ku (a) di wan de heye:

Gê ka xwar. Ga > Gê

Êş genim kir ard. Aş > Êş

Nasîn: Peyvên bav, xal û ap derî vê rêzanê ne. Ev peyv mîna navên mê ( ê ) distînin, yan ( o) distînin.

Apê / Apo çek hilgirt.

Bavo / Bavê gul çandin.

Xalê / Xalo av vexwar

2. Eger nav di demên nihok û pêşedemê de berkarekî durust be dikeve darêja berkariyê û tê tewandinê.

Navê mê

Nazê tivingê heldigire. Tivingê

Sîno dê çêlekê bibe mêrgê. Çêlekê

Gulê bizinê didoşe. Bizinê

Navê nêr

Nazê goşt(î) dixwe. Goşt ( î )

Nermînê wî giya dikelîne. Giyayî

Soro nên dixwe Nên ( nanî )

Gulê dên dikelîne. Dên ( danî )

3. Eger nav berkarekî ne durust be, di herdemê de tê tewandinê.

Navê mê

Memo li Şêrînê dike hawar. Şêrînê

Huner ji Hêvînê pirsî. Hêvînê

Em dê li Botanê bibin mêvan. Botanê

Navê nêr

Huner ji Azad(î) dipirse. Azad(î)

Ez dê li gundî bibim mêvan. Gundî

Qenco ji êş hat. Êş (aşî )

Ez ji zimên hez dikim Zimên

Guro li Osmên xist. Osmên

4. Di darêja zêderî de, navê dawî tê tewandinê.

Navê mê

Mala jinê. jinê

Kirasê Şêrînê. Şêrînê

Nanê sêlê. Sêlê

Navên nêr

Êşa dil(î). Dil(î)

Dîtina çav(î). Çav(î)

Çûna êş. Êş(aşî)

Sima gê. Gê(gayî)

Hilgirtina bêr. Bêr (barî)

Gurana nêrî . Dawî î ye gerekî başgîna tewangê nake

Êşa serî.

Navê nêr ku ( e ) yan ( a ) di wan de heye, dema bi rengdêreke nîşandinê yan rengdêreke hejmarî re bên bikaranînê, herdem bi ( î ) tên tewandinê.

Ez dê hêsp bikirim. Ez dê vî hespî bikirim.

Berên ceh xwar. Sî beranî ceh xwarin.

Ez ji berên ditirsim. Ez ji vî beranî ditirsim.

Navên kirdeyî û berkarî

Navên kirde

Ev nav bi karekî radibe. Pîşekî yan jî, delametekê pêk tîne. Navên kirdeyî bi hatina paşgînên ku ji koka lêkeran e li dû navan saz dibin. Bi yekgirtina nav û paşgînan, navekî nû saz dibe ku hem wateya nav û hem jî, ya lêker dide. Ev navên lebatî û livbaz bi bizavekê radibin û jibo wan "navên kirde" tê gotinê. Paşgînên ku navên kirde çêdikin, ev in:

Van Aşvan, dergehvan, hozanvan, bilûrvan, gavan, şervan, xwendevan,

Wan karwan, pêhlewan,...

Kar Cotkar, xwendekar, serkar, nivîskar, tewankar, xebatkar, hesinkar

Ker Karker, tevinker, şoreşker, spîker, dagirker, zêrker,şermker,...

Ger Rojnameger, dadger, şanoger, hesinger, şoreşger, meyger, werger,...

Gêr Wergêr, çapgêr, xwegêr, ...

Gir Masîgir, rexnegir, wênegir, dengir,...

Bêj Dengbêj, çîrokbêj,...

Baz Hîlebaz, livbaz, rimbaz, serbaz, canbaz,...

Pêj Xwarinpêj, nanpêj,

Pij Nanpij,

Kêş Wênekêş, barkêş, zehmetkêş,...

Dar Dildar, koledar, serdar, zordar, dengdar, dikandar, kujdar,...

Dêr Rengdêr, çavdêr, fermandêr,...

Nas Kurdnas, rojhilatnas, civatnas, mafnas,...

Zan Kurdzan, zimanzan, dengzan, zemînzan, dîrokzan,...

Guhêz denguhêz, nûçeguhêz, wêneguhêz, ...

Bir Darbir, destbir, qolbir, rêbir, porbir, namebir,...

Bîr Rewşenbîr, ronakbîr, ...

Firoş Gulfiroş, meyfiroş, zembîlfiroş, nanfiroş, şîrfiroş,...

Der Jander, hewleder,...

Saz Pîşesaz, dermansaz, plansaz,...

De Dirinde, bexşînde, girîde

Bar Xembar, tewanbar, ...

Ber Rêber, fermanber,...

E Xwende, xwere, beze, firoke,

Yar Hişyar, biryar, mafyar,...

War Bendewar,...

Wer Serwer, bîrawer, pêşwer, ...

A Zana, şareza, hosta,...

Ar Xewar, kevnar,...

Ok Kenok, gerok, revok, serok,...

Mend Hişmend, hunermend, aqilmend, siyamend, dadmend,...

Er Daner,...

Navê berkar

Ev nav buyerek tê serê wî û dikeve bin barê lêkerê ji babeta xwe. Navê berkar bi danîna paşgîna " î " li dû lêkeran saz dibe. Herwiha navekî nû tê çêkirinê:

Ketî > Yê ku ketiye.

Lêkera ket + î > Navê berkar

Di navê berkar de, lêker bi xwe dibe nav. Mînak:

Hilgirtin > hilgirt > hilgirtî

Hilbijartin > hilbijart > hilbijartî

Vexwarî

Xwarî

Dîtî

Mirî

Kenî

Dema em dibêjin : Hilbijartî, tê wateya yê ku ketiye bin hîkariya hilbijartinê û hatiye hilbijartin.

selim@bicuk.de