Rastnivîs · Kurdî
Nav û rastnivîsandina navan 1
Nav parçeyek e ji axaftina kurdî ( yek ji bêjeyên zimanê kurdî ye). Tiştek , kesek, lawirek yan jî, cihek bi vê bêjeyê tê naskirinê.
Beşên Navan
Di zimanê kurdî de du beşên navan hene:
Navên ku mirov bi her pênc hestên ( hisên ) xwe dikare nas bike, an ku hebûneke wan berçav hebe, ji van navan re şênber (madî) tê gotinê.
Mîna: Av , nan, çiya, ba, çêlek, berx, çivîk, bilûr ...
Navên ku mirov nikare bi hestên xwe nas bike, yan ku hebûneke wan ya berçav tune ye, lê mirov di raman û mêjiyê xwe de wan nas dike. Razber (manewî) ji van navan re tê gotinê.
Mînak: Giyan ( rih ), jîrî, hiş, sewda, bext, raman....
A. Navên şênber
Navên şênber yên xwedî giyan:
Jin Narîn, şêrîn, Gulê, Perwîn, Zînê,
Mêr Azad, Hogir, Xebat, Hawar, Reşo,
Mirovên nêr Mêr, xort, bav, bira, xal, ap,
Mirovên mê Jin, keç, bûk, xwîşk, dotmam, ....
Lawirên nêr Beran, nêrî, ga, beraz, dîk, hesp...
Lawirên mê Bizin, çêlek, mih, mehû, mirîşk,
Navên şênber yên bêgiyan
Mêza Av, baran, berf, beroş, ode, cam ...
Nêrza Kon, nan, kevir, agir, êzing,
B. Navên Razber
Ev nav tiştekî bêrih û can, bêleş û giyan bi nav dikin. Tiştekî ne berçav e, lê mirov di ramana xwe de nas dike.
Mînak: Hêvî, tirs, mêranî, raman, saw, merdî, cangorî.....
Navên razber sê beş in:
1. Navên Ramanî
2. Navên ku bi paşgînên " atî, tî û î " tên sazkirinê.
3. Navên raderî
1. Navên ramanî
Nêrza Sewda, rih, derd, hiş,...
Mêza Hêz, hêvî, tirs, saw,...
2. Navên jêbirînî
atî Reşatî, serokatî , koratî, mirovatî,....
tî Hevaltî , biratî, zavatî, feqîrtî,..
î Erzanî, xweşî, hogirî, giranî, rebenî,...
3. Navên raderî
Ev nav raderên lêkeran bi xwe ne. Dema ku wek nav tên bikaranînê:
n çûn, man, bûn, dan,..
in birin, kirin, hatin, firotin,..
în anîn, kirîn, nalîn, revîn, firîn,...
andin kelandin, tirsandin, kenandin,
Bi du awayên din nav di zimanê kurdî de par dibin. Nasnav û gelempernav:
a. Nasnav
Ev nav mirovekî yan tiştekî bi tenê binav dikin û ew tişt yan ew kes bi wî navî xuya ye. Nasnav, navên tiştan, jinan, mêran û welatan in.
Mînak:Kurdistan, Afrîn, Kobanî, Hêzil, Ferad, Bagok, Botan, Qamişlo, Şêrîn, Zêrîn, Azad, Reşo, Dîcle,..
Nasnav herdem bi tîpa gir dest pê dikin û dibe ku bi tevayî jî, gir bên nivîsandinê.
Ez diçim Qamişlo.
Rêzan Gulê li Amedê dît.
Di kurdî de nasnav ev in:
1. Navên kesan( Rastnav )
Ev navên mirovan in.
Mînak: Bêrîvan, Egîd, Simko, Rewşen, Sêvê, Temo, Azad, Raperîn, Rêwîn,...
Ev nav ji sê navan pêk tên:
1. Navê pêşî Azad ( navê kesekî ye )
2. Navê bav Şivan ( Şivan bavê Azad e )
3. Navê malbatî Temo ( Şivan ji mala Temo ye )
Azadê Şivanê Temo yan jî, Azadê kurê Şivanê Temo.
2. Navên malbatî
Bedirxanî, Osmanî, Pehlewî, şikakî,...
3. Navên nijadî
Kurd, Faris, Ereb, Tirk, Ermen,...
4. Navên erdnîgarî
Navê welatan Kurdistan, Misir, Filestîn, Çîn,
Navê bajaran Amed, Şirnex, Qamişlo,
Navê çiyan Bagok, Gebar, Cûdî, Agirî,
Navê çeman Hêzil, Ferad, Dîcla, Xabûr,
Navên cih û deran Botan, Xerzan, Hesinan,
Herwiha navên gundan jî, ji nasnavan tên hejmartinê.
b. Navên Celeb
Ev nav her tiştên ji beşekî, babetekê yan jî, celebekî binav dikin.
Mîna: Çiya, Bajar, welat, mih, bizin, beran, ga, mirov,
Navên celeb bi du beşan tên parkirinê:
1. Navên Beş
Ev nav bi kêrî navkirina tiştên ji celebekî yan beşekî tên.
Mînak: Mih, balinde, çiya, mirov, lawir, candar,...
2. Navên kombêj
Ev nav bi kêrî navkirina parçeyekî yan jî, komekê ji navekî beş tên.
Mîna: Lek, kerî, ref, selef,...
Kerîyek pez.
Refek balefir.
Selefek siwar.
Navên Celeb bi awayekî din bi sê beşan tên parkirinê:
A. Navên Cih ( lûs )
B. Navên Alav ( amraz )
C.Navên dumil
A. Navên Cih
Ev nav derekê, cihekî yan jî, warekî bi nav dikin.
Mînak: Xanî, meydan, dibistan, forotgeh, nexweşxane, mûristan, çayxane,...
Navên cih du beş in:
1. Xweber
Navên cihîn yên xweber bi xwe cihekî yan jî, derekê bi nav dikin.
Mînak: Keleh, bazar, bênder, xanî, şikeft,...
2. Sazber
Navên cihîn yên sazber ji nav û bêjeyên din bi yekgirtina paşgînan tên çêkirinê. Paşgînên ku navên cihîn saz dikin ev in: Istan, geh, zar, xane, lîn, dîn,..
Istan Kurdistan, Hindistan, Erebistan, gulistan, goristan, mûristan, karistan, daristan,...
Geh Dengeh, lîzgeh, çêregeh, bargeh, zanîngeh, kargeh, tomargeh, ….
Zar Çîmenzar, gulzar,...
Xane Mêvanxane, nexweşxane, dermanxane,
Lîn Kulîn, hêlîn, xwêlîn, biriqlîn,...
Dîn Kadîn,...
B. Navên Alav
Ev nav bi kêrî navkirina alavekî (amraz, destek) tên. Mînak: Şûr, kêr, birek, badek, xame,...
Ev jî, du beş in:
1. Alavên Xweber
Navên ku ji xweber alav in, wek: Qelem, kevçî, bivir, tevşo,...
2. Alavên Sazber
Ji bêjeyên din bi alîkariya paşgînan çêdibin. Paşgînên ku navên alav saz dikin ev in:
Ek, dan, cîv, ing, ar,..
Ek Birek,badek, pêçek,
Dan Çaydan, xwêdan, xwelîdan, kildan, kevçîdan
Çîv Kilçîv
Ing Bêjing, hevring, saring
Ar Xîzar
Gelek nav bi (ing) dawî dibin, lê ne alav in. Wek: Ziving, rojing,...
C. Navên Dumil
Navên dumil bi du awayan çêdibin:
1. Hevbend
Ev nav bi çar awayan çêdibin:
- Nav û rengdêr Girsor, rûreş, dilpak,
- Du nav Marmasî, sîrdim, biramak,
- Nav û hoker Berçavk, bermalî, navmalî,
- Nav û lêker Gerav, bager, dermansaz..
2. Navên xurdezad:
Ev nav bi alîkariya paşgînan çêdibin. Mîna:
Gûn Argûn, pargûn
N Xewn, tevn
Ji bilî nasnavan hemû celebên navan bi tîpa hûr tên nivîsandinê eger ev nav ne di destpêka hevokê de bin.
Ez diçim welat.
Azad ji bajêr tê.
Min Zoro li daristanê dît.
Zayenda navan
Di zimanê kurdî de du zayend hene: Nêr û mê. Ev zayend bi du beşan par dibin:
Rasteza :
Navên ku bi rastî nêr in yan jî, mê ne.
Mînak:
Navên bi rastî nêr Xort, mêr, ga, beran,
Navên bi rastî mê Keç, jin, çêlek, mih, bizin,..
Gumanza :
Navên ne nêr û ne mê ne. Lê di zimên de mîna rastezayan hin nêr û hin mê tên bikaranînê. Dema em bixwazin navekî ji van nas bikin ku nêr yan mê ye, emê hevokekê bi vî navî saz bikin. Gava paşgîna " ê " bistîne, ev nav nêr e, lê gava " a " bistîne mê ye. Mînak:
Dil Dilê germ.
Çiya Çiyayê Cûdî.
Çem Çemê Dîcle pêlan dide xwe.
Navên : Dil, çiya û çem ne nêr û ne mê ne, lê di zimên de mîna navên nêr tên bikaranînê, jiber ku di hevbendiyê de " ê " distînin.
Av Ava kaniya me zelal e.
Şoreş Şoreşa Kurdistanê pêş de diçe.
Gul Gula sor.
Navên Av, şoreş û gul ne nêr û ne jî, mê ne , lê di zimên de mîna navên mê tên bikaranînê û paşgîna " a " di hevbendiyê de distînin.
Navên Nêrza
Navên nêrza du beş in:
Rastezayên nêr
Ev nav bi rastî zayend nêr in. Nêrza jî, di Kurmancî de ev in:
Navên mirovên nêr Mêr, law, kur, zilam, zava,
Navên mêran Azad, Zerdeşt, Hogir,
Navên lawirên nêr Beran, nêrî, ga, dîk, beraz,
Gumanzayên nêr
Ev nav bê zayend in, ne nêr û ne mê ne. Lê di zimên de mîna navên nêr tên bikaranînê. Mînak: Xanî, guh, çiya, çem, nan, dil, serî, kevir, dest, kon, gopal,…
Navên nêr paşgîna " ê " di forma hevbendiyê de distînin. Mînak:
Xortê şoreşger.
Lawê Medya.
Reşoyê kurê Zoro
Hogirê leheng.
Beranê tov.
Gayê cot.
Nanê sêlê.
Çemê Ferat.
Navên mêza
Navên mêza du beş in: Rastzayên mê û gumanzayên mê.
Rastezayên mê bi rastî zayend mê ne. Rastezayên mê jî, ev in:
Navên kesên mê Jin, keç, bûk, dê, xûşk, met,
Navên jinan Şêrîn, Narîn, Dîcla, Gulê,
Navên lawirên mê Mih, bizin, çêlek, mirîşk, dêl,...
Gumanzayên mê
Ev nav bi rastî ne nêr û ne mê ne, lê di zimên de mîna navên mê tên bikaranînê û paşgîna " a " distînin. Mînak: Teşt, çal, dar, rê, pênivîs, berf, av, şoreş, tirs, hêvî, birîn, kel,...
Ji gumanzayên mê re rêzanek heye. Ew jî ev e:
Ev beşên navên razberî herdem mê ne:
Navên jêbirînî
Navên ku bi " atî, tî û î " dawî dibin. Ev nav herdem mê ne û paşgîna " a " distînin. Mînak:Serokatî, koratî, mirovatî, reşatî, hevaltî, biratî, bijartî, zavatî, erzanî, xweşî, hogirî, giranî,...
Navên raderî
Navên raderî raderên lêkeran in û herdem mê ne. Mînak:
Kirin, çûn, hatin, man, hebûn, firîn, firotin, ketin, lerizandin, damezirandin, firandin, kelandin,...
Navên zayend mê di hevbendiyê de herdem paşgîna " a " distînin. Mînak:
Çala avê. Berfa sipî.
Keça şervan. Jina azad.
Bizina kej. Miha qer.
Şêrîna jîr. Hevaltiya gelan.
Xweşiya çiyan. Hebûna zimên.
Çûna zozanan. Hilkişandina çiyan.
Navên duzayend ( Nêremê )
Navên du zayend li gor kesê ku mirov liser diaxive carna nêr û carna mê ne, yan ku jibo nêr û jibo mê jî, tên bikaranînê. Mîna navên : Heval, yar, dijmin, dost, karker, mamoste, şervan, hogir, şoreşger, ...
Ev nav û yên mîna wan dema bi navekî nêr re hevbend dibin " ê " distînin û dema bi yekî mê re be paşgîna " a " distînin. Mînak:
Hevalê dilsoz ( dema heval nêr be - xort, mêr )
Hevala dilsoz ( dema heval jin be )
Herwiha em dibêjin:
Yarê delal Yara delal
Dostê çeleng Dosta dilsoz
Mamosteyê dibistanê Mamosteya dibistanê
Şervanê azadiyê Şervana azadiyê
Karkerê jîr Karkera jîr
Şoreşgerê kurd Şoreşgera kurd
Dijminê hov Dijmina hov
Evîndarê welat Evîndara welat
Xebatkarê hêja Xebatkara hêja
Têkoşerê gernas Têkoşera gernas
Hogirê min Hogira min
Navên nêr
1- Navên mirovên nêr : Bav , ap, xal, zava,
2- Navên candarên nêr: Ga, beran, dîk, ...
3- Navdêrên hejmarî: Du, sê, çar, pênc, deh, sed, hezar,... lê yek mê ye.
4- Navên rengan: Sor, zer, kesk (heşîn ), qehweyî, agirî...
5- Navên gewher û madenan: Hesin, zêr, zîv,… Derî vê rêzê hilberînên petrol û komirê mê ne: Mazot, benzîn, komir, ..
6- Berhemên candaran: Goşt, penîr, mast, nîvişk, şîr,…
Derî vê rêzê: hêk, hirî û liva mê ne.
7- Mêweyên ( fêkî ) hişk: Hejîr, mewîj, ...
8- Darên hişk: Dar, tîrek, ço, ..
9- Hemû avên herik: Çem, cobar, ...
Derî vê rêzê co û sûlav mê ne.
10- Qût û dexil û hemû celeb navên wan: Qut, dexil, genim, ceh,…
11- Endamên laşê mirov yên der ve hemû nêr: Serî, çav, guh, dest, çerm, zik, Navên mê
1- Mirovên mê û navên wan:Dê, xwîşk, met, bûk, şêrîn, Lîlav, Şermîn, Nermîn, Çîmen, Sûlav, Laliş, Narîn...
2- Hemû candarên mê : Mî, bizin, çêlek, mirîşk, mehîn, dêlik,...
3- Avên aram ( sekinî ): Derya, gol, bîr, çal, Derî vê rêzê delav nêr e .
4-Navên erdnîgarî yên bajar, gund, çiya, deşt û welatan: Amed, Xanik, Bagok, Heran, Kurdistan,...
Derî vê rêzê navên çeman nêr in: Ferad, Xabûr, ….
5- Êwirgeh: Şikeft, bereh,...
Derî vê rêzê kon, xanî, axwir û stewl nêr in.
6- Navgînên siwariyê: Otomobîl, taksî, tirên, firok, keştî....
7- Tiştên ji asîmanan tên jêr û heyînên asîmanî: Baran, berf, stêr, roj, heyv,...
Derî vê rêzê ba û ewir û asîman nêr in.
8- Nexweşî, êş û navên nexweşiyan
9- Xwarinên pijandî û tiştên xwaringehê, lê nan, goşt, kefçî û çetel nêr in.
10- Navên mûzîk û nivîsandinê.
11- Navên sîleh û çekan, lê çekên sipî: şûr, gurz, doqik, bivir, şeşperî ,nêr in.
12- Navên ku bi " î " , " ahî ", " tî " û "atî" dawî dibin: Erzanî, meznahî, hevaltî, biratî, ...
13- Navên tîpên abc
14- Darên heşîn ( ter )
15- Navên gulan
16-Navên pirtûk û pergalên nivîsandinê: pel, kaxiz, pênûs,...