Rastnivîs · Kurdî

Lêker û rastnivîsandina lêkeran 3

Çêkirina lêkeran

1. Çêkirina lêkerên nederhingêv û yên derhingêv:

a. Ji navên raderî bi dûxistina paşgîna (andin) lêkerên derhingêv yên afirandî tên çêkirinê û bi dûxistina paşgîna (în) lêkerên nederhingêv yên afirandî tên çêkirinê:

Navê raderî derhingêv nederhingêv

leriz lerizandin lerizîn

meş meşandin meşîn

rev revandin revîn

bez bezandin bezîn

ger gerandin gerîn

ken kenandin kenîn

tirs tirsandin tirsîn

kel kelandin kelîn

bar barandin barîn

reng rengandin rengîn

sot sotandin sotîn

pêç pêçandin pêçîn

dom domandin domîn

b. Ji navan bi dûxistina lêkera alîkar (kirin) lêkerên derhingêv çêdibin û bi dûxistina (bûn) yên nederhingêv çêdibin.

Nav derhingêv nederhingêv

zêr zêrkirin zêrbûn

zîv zîvkirin zîvbûn

kar karkirin karbûn

çem çemkirin çembûn

bar barkirin barbûn

par parkirin parbûn

gêr gêrkirin gêrbûn

rê rêkirin rêbûn

mehr mehrkirin mehrbûn

kaş kaşkirin kaşbûn

Herwiha ji navan bi alîkariya gelek lêkerên derhingêv, lêkerên derhingêv çêdibin:

Sûnd xwarin, rê xistin, rê birîn,...

Bi alîkariya yên nederhingêv jî, lêkerên nederhingêv yên nû çêdibin: Rê ketin, rêve çûn,...

c. Ji rengdêran bi dûxistina lêkera alîkar (kirin) lêkerên derhingêv û bi dûxistina lêkera (bûn) lêkerên nederhingêv çêdibin.

Rengdêr derhingêv nederhingêv

reş reş kirin reş bûn

xweş xweşkirin xweşbûn

germ germkirin germbûn

sor sorkirin sorbûn

dîn dînkirin dînbûn

zer zerkirin zerbûn

Herwiha dema lêkera alîkar derhingêv be, lêkera çêkirî jî, derhingêv e, lê dema nederhingêv be, ya çêkirî jî, nederhingêv e.

2. Çêkirina lêkerên cemkirî:

Lêkerên cemkirî bi têkilbûna nav, rengdêr û pêşgînan bi lêkerên alîkar re saz dibin.

a. Pêşgînên ku bi lêkerên alîkar re, lêkerên cemkirî çêdikin ev in:

Hil, ve, vê, da, rû, wer, der, ber, bin, ser, pey, nav, paş, ra, jê, tê, lê, pê, jev, lev, pev, tev, di ser re, di rex re, di nav de, di şûn de, di pêş de, bi paş de, bi ser de,... ûwd.

Mînak:

Hilkirin, hilbûn, hildan, hilgirtin, vebirîn, vebûn, vedan, vekirin, vegirtin, vegerandin, veşartin, vejînandin, rakirin, rabûn, raketin, raxistin, razan, wegerandin, daxistin, dagirtin, rûniştin, bergirtin, derketin, derkirin, derbûn, serkevtin, ser xwebûn, pêşxistin, paşketin, peyxistin, peyman, levhatin, jevketin, jevçûn, pevketin, pêxistin, jêkirin...

b. Nav û lêkerên alîkar:

Sozdan, bersivdan, rêxistin, cihgirtin, kardîtin, bînkişandin, gilîkirin, hînbûn, hînkirin, rêketin, cemkirin, karkirin, dersdan, malbarkirin, guhbirîn, serlêdan, rêbirîn...

c. Rengdêr û lêkerên alîkar:

Korbûn, sarbûn, korkirin, sarkirin, dûrketin, dûrbûn, dûrkirin, dûrxistin, sorkirin, sorbûn, sazkirin, sazbûn...

Veguhastina lêkeran bi demê re

Di zimanê Kurdî de sê demên bingehîn hene:

1. Dema niha (nihok)

2. Dema bê (pêşedem, mand)

3. Dema buhirî (berê, buhêrk)

1. Nihok (dema niha)

Lêker liber çavên mirov pêk tê û bi awayekî gumanbir bûyer diqede yan jî, dê biqede.

a. Nihok

Niha ez dixwim.

Ez li Almanya dimînim.

Ez pirtûka rêziman dinivîsim.

b. Bûyereke ku dema berê çêbû be û xwe dirêjî dema niha bike:

Ji sê salan ve ez li Almanya dimînim.

Ev salek e ji êşa dilê xwe dinalim.

Ji sê mehan ve ez Şêrînê nas dikim.

c. Bûyereke ku dê di pêşedemê de pêk bê û lêker bi hokereke demîn ve girêdayî be, mîna: Sibe, di sala bê de, piştî saeteke din...

Ez sibe diçim dibistanê.

Ez saleke din vedigerim welêt.

Piştî saetekê ez diçim Amedê.

ç. Toreyeke (adet) ku tê dubarekirinê û bi gotinên mîna: Heroj, hercar, ducaran..., tê naskirinê:

Herkêlî ez bi welat dihizirim.

Herroj ez di biyaniyê de dimirim.

Herhefte ez diçim dibistana Kurdî.

1. Veguhastina lêker di nihok de

Di nihok de, herdem awayê rast yê cînavên kesok (ez, tu, ew, em, hûn, ew) tê bikaranînê. Pêşiya koka dema niha (di) distîne, eger lêker hîmî yan jî, afirandî be, lê eger lêker cemkirî be (di) dikeve navbera her du parçeyan, dikeve pêşiya parçeye dawî ji lêkera cemkirî. Dawiya (KDN) jî, (im, î, e, in) distîne.

Lêkera hîmî: kirin

Koka dema niha (k) ye.

Ez dikim Ez di (KDN) im

Tu dikî Tu di (KDN) î

Ew dike Ew di (KDN) e

Em dikin Em di (KDN) in

Hûn dikin Hûn di (KDN) in

Ew dikin Ew di (KDN) in

Lêkera afirandî: lerizîn

Koka dema niha (leriz) e.

Ez dilerizim

Tu dilerizî

Ew dilerize

Em dilerizin

Hûn dilerizin

Ew dilerizin

Lêkera cemkirî : barkirin

Di van lêkeran de, lêkera alîkar tenê tê veguhestinê, koka dema niha jê tê deranînê û (di) pêşiya wê digire.

Koka dema niha: (Bar...K.) ye.

Ez bar dikim

Tu bar dikî

Ew bar dike

Em bar dikin

Hûn bar dikin

Ew bar dikin

Nihokê dirêj

Lêker hîkariya xwe dewam dike yan jî, nîv pêk hatiye û nîvê din jî, dê pêk bê. Di vê rewşê de, dawiya kirde (kiryar) (î) distîne.

Ezî dikim Ezî dilerizim Ezî bar dikim

Tuyî dikî Tuyî dilerizî Tuyî bar dikî

Ewî dike Ewî dilerize Ewî bar dike

Emî dikin Emî dilerizin Emî bar dikin

Hûnî dikin Hûnî dilerizin Hûnî bar dikin

Ewî dikin Ewî dilerizin Ewî bar dikin

Nihokê Pêşro (daxwazî)

lêker hîn pêk nehatiye û dibe ku pêk neyê jî. Pêkhatina wî, bi bûyereke din ve girêdayî ye. Di veguhastinê de, di şûna (di) de, pêşiya lêker (bi) distîne:

Ez bikim Ez bilerizim Ez bar bikim

Tu bikî Tu bilerizî Tu bar bikî

Ew bike Ew bilerize Ew bar bike

Em bikin Em bilerizin Em bar bikin

Hûn bikin Hûn bilerizin Hûn bar bikin

Ew bikin Ew bilerizin Ew bar bikin

Di vê rewşê de, kirin yan jî, bûn bi xwestinê pêk tê. Ev rawe bêhtir dema bê (pêşedemê) tîne zimên. Carna jî, daçekên (da, ku) têne pêşiya lêkera xwestinî. Mîna:

Bêrîvanê xwe xemiland da biçe seyranê.

Min xwe amad kir ku romanekê binivîsim.

Di vir de (da, ku) daçekên sedemîn e.

Herwiha bêjeya (bila) jî, pêşiya van lêkeran digire: (Bila) ez biçim.

2. Pêşedem

Lêker hîn pêk nehatiye, lê wê di dema bê de, di pêşerojê de pêk bê. Di be ku lêker pêk neyê jî.

Di vê demê de pêşiya lêker, lêkera (hatin) di dema niha de û bi kesê sêyemîn yê yekhejmar re (ew) digire. Herwiha lêker jî, pêşgîna (bi) distîne. Lê, lêkera hatin bi sê cûreyan tê bikaranînê.

Ê, dê û wê, mîna:

Ez ê bikim

Ez dê bikim

Ez wê bikim

Em ê bi çend nimûneyan ji klasîkên kurd vê rewşê şirove bikin:

Meleyê Cizîrî dibêje:

Esrar ezel dabed bîne zuhûrê.

Encam ser encam ji axaz çi hacet.

Ehmedê Xanî di Mem û Zînê de dibêje:

Evçend munafiq û neyarî

Hêja tu bi çavê min diyarî

Mem bimirit tu bimînî

Hêj xweş bigerî li rûyê zemînî

Ê

Di qewl û beytên Êzîdiyan de tê gotinê.

Newêrim bikêlimim

Wekî ez bêjim sineta berî Adem e

Ez ê birecimim

Di qewl û beytên Ezîdiyan de tê gotinê:

Ew e miletê xirqe paristî

Xirqe maqûl kir ser xwe re dêxistî

Roja axretê jê here nûrek kesekî

Seydayê Tîrêj jî, di bilbilê dilşadî de dibêje:

Piştî wê stêrê bi xwe berbanga sibê ye.

roj hile ronî bikeve şûna şevê ye

Karwanê me bigihe cî û warê meqsedê ye.

Çerxa Felekê herdem bifitil û ger û dewr e.

, ê û ji kû hatine?

Ev her sê bêje yek lêker in, ew jî, lêkera hatin di dema nihok de ye.

Ez di êm (dêm, têm).

Tu di êyî (dêyî, têyî).

Ew diê (, ) ew

dema dê ew

Ez dema diê bikim.

Ez bikim.

Di axaftinê de (dê) dikeve û dibe:

Ez dema ê bikim

Ez ê bikim

Bi baweriya min mana () pêkanîna lêker di pêşerojê de bêguman dike. Dema ez dibêjim: Ez dê bikim. Hevok mîna nihok wateya xwe distîne û di pêkanîna kirinê de mîna: (ez dikim), yan jî, nêzîkî wê wateyê dibe. Lê (ez dikim) min dest bi kirinê kiriye û () pêkanîna lêker di projeyekê de dihêle, belkî pêk bê û belkî jî, neyê.

Ez ê bikim. Kirinê di projeyekê de dihêle. Belkî ez bikim û belkî ez nekim.

Ez bikim. (Ez ewê bikim) yan jî: (Ez ewê bikim): Di vir de lêkera hatin (ê) û cînavê nîşandek (ewê) bi hev re dibin yek (). Ez ewê dema ê bikim.

Ez ewê ê bikim.

Ez wê bikim.

Ew, ewê cînavê nîşandek e jibo dûr bikar tê, jibo vê jî, dema bi lêkera alîkar hatin (ê) re dibe yek, bikaranîna lêker di pêşedemê de dûrtir dike. Gelek caran cînavê nîşandek (ew) bi (ê) re dibe yek, ev jî, bi piranî dema ku nav di hevokê de şûna cînav digire, mîna:

Wê roj hile Roj wê hile

Wê ronî bikeve Ronî wê bikeve.

Roj, ew ê hile. Ronî, ew ê bikeve.

Roj wê hile. Ronî wê bikeve.

Ew û (ê) bi hev ve dibin yek.

Bi xwe hevok bi vî awayî rast dibe:

Ew roj ê hile ew ê roj hile

Ew ronî ê bikeve ew ê ronî bikeve

Ew ê, bi hev ve dibin (wê)

Jibo tevlîhevî çênebe, em ê di veguhastina lêker de, di pêşedemê de () bi kar bînin û van dîtinên jor mîna pêşniyazan bihêlin.

Veguhastina lêker di pêşedemê de

Di pêşedemê de jî, mîna nihok herdem awayê rast yê cînavên kesanî (ez, tu, ew, em, hûn, ew) tê bikaranînê. Herwiha koka demê ji fermaniyê tê girtinê. Lêkera alîkar hatin (dê) pêşiya lêker digire û pêşgîna (bi) jî, pê ve dibe. Eger lêker cemkirî be (bi) dikeve pêşiya parçeyê dawî û ew parçe tenê tê veguhastinê.

Lêkera hîmî: kirin bike (k)

Ez bikim Em bikin

Tu bikî Hûn bikin

Ew dike Ew bikin

Lêkera afirandî: lerizîn bilerize (leriz)

Ez bilerizim. Ew bilerizin

Tu bilerizî. Hûn bilerizin

Ew bilerize. Ew bilerizin

Lêkera cemkirî: Bar kirin bar bike ( bar-k-)

Ez bar bikim. Ew bar bikin.

Tu bar bikî. Hûn bar bikin.

Ew bar bike. Ew bar bikin.

3. Buhêrk

Di demeke rabûrî de, lêker pêk hatiye. Bi lêkerên derhingêv re, cînavên kesanî (min, te, wî, wê, me, we, wan) tên bikaranînê û bi lêkerên nederhingêv re cînavên (ez, tu, ew, em, hûn, ew) tên bikaranînê.

Di dema buhirtî de çar darêj hene:

a.Buhêrk

Demek di ser pêkanîna lêker re derbas bûye.

b. Mêjbûhêrk (çîrokî)

Demeke dirêj di ser pêkanîna lêker re derbasbûye û ketiye darêja çîrokiyê.

c. Buhêrka bicih

Bi temamî lêker pêk hatiye û hîkariya xwe davêje dema niha.

ç. Buhêrka dirêj

Hîkariya kirinê demeke dirêj dewam dike.

a. Buhêrk

Veguhastina lêkera kirin ya himî û derhingêv:

Koka dema berê ( kir )

Min kir Me kir

Te kir We kir

Wî/wê kir Wan kir

Lêkera çûn ya nederhingêv û himî: Koka dema berê ( çû )

Ez çûm Em çûn

Tu çûyî Hûn çûn.

Ew çû Ew çûn.

Lêkera afirandî ya derhingêv Lerizandin:

KDB (lerizand )

Min lerizand Me lerizand

Te lerizand We lerizand

Wî/wê lerizand Wan lerizand

Lêkera afirandî ya nederhingêv Lerizîn:

KDB ( lerizî )

Ez lerizîm Em lerizîn

Tu lerizî Hûn lerizîn

Ew lerizî Ew lerizîn

Lêkera cemkirî û derhingêv barkirin:

KDB ( bar kir )

Min bar kir Me bar kir

Te bar kir We bar kir

Wî/ wê bar kir Wan bar kir

Lêkera cemkirî ya nederhingêv sorbûn:

KDB ( sor )

Ez sor bûm Em sor bûn

Tu sor bûyî Hûn sor bûn

Ew sor bû Ew sor bûn

b. Mêjbêj (mêjbuhêrk, çîrokî)

Demeke dirêj di ser pêkhatina kar re derbas bûye û ketiye darêja çîrokekê.

Lêkera kirin:

Min kiribû Me kiribû

Te kiribû We kiribû

Wî/wê kiribû Wan kiribû

Lêkera çûn

Ez çûbûm Em çûbûn

Tu çûbûyî Hûn çûbûn

Ew çûbû Ew çûbûn

Lêkera lerizandin

Min lerizandibû Me lerizandibû

Te lerizandibû We lerizandibû

Wî/wê lerizandibû Wan lerizandibû

Lêkera barkirin

Min bar kiribû Me bar kiribû

Te bar kiribû We bar kiribû

Wî/wê bar kiribû Wan bar kiribû

Lêkera sorbûn

Ez sor bûbûm Em sor bûbûn

Tu sor bûbûyî Hûn sor bûbûn

Ew sorbûbû Ew sor bûbûn

c.Buhêrka bicih

Lêker bi temamî û bê kêmasî pêk tê û hîkariya xwe li dema niha jî, dike.

Lêkera kirin

Min kiriye Me kiriye

Te kiriye We kiriye

Wî/wê kiriye Wan kiriye

Lêkera çûn

Ez çûme Em çûne

Tu çûyî Hûn çûne

Ew çûye Ew çûne

Lêkera lerizandin

Min lerizandiye Me lerizandiye

Te lerizandiye We lerizandiye

Wî/wê lerizandiye Wan lerizandiye

Lêkera lerizîn

Ez lerizîme Em lerizîne

Tu leriziyî Hûn lerizîne

Ew leriziye Ew lerizîne

Lêkera barkirin

Min bar kiriye Me bar kiriye

Te bar kiriye We bar kiriye

Wî/wê bar kiriye Wan bar kiriye

Lêkera sorbûn

Ez sor bûme Em sor bûne

Tu sor bûyî Hûn sor bûne

Ew sor bûye Ew sor bûne

ç. Buhêrka dirêj

Lêker di dema berê de pêk hatiye. Lê hîkariya wî demeke dirêj dewam kiriye. Yan jî, lêker bicih pêk nehatiye. Pêkhatina wî dest pê kiribû û dewam dikir. Em dikarin bibêjin " buhêrka kêm ".

Lêkera kirin

Min dikir Me dikir

Te dikir We dikir

Wî/wê dikir Wan dikir

Lêkera lerizandin

Min dilerizand Me dilerizand

Te dilerizand We dilerizand

Wî/wê dilerizand Wan dilerizand

Lêkera lerizîn

Ez dilerizîm Em dilerizîn

Tu dilerizî Hûn dilerizîn

Ew dilerizî Ew dilerizîn

Lêkera barkirin

Min bar dikir Me bar dikir

Te bar dikir We bar dikir

Wî/wê bar dikir Wan bar dikir

Lêkera sorbûn

Ez sor dibûm Em sor dibûn

Tu sor dibûyî Hûn sor dibûn

Ew sor dibû Ew sor dibûn

Lêkera sorkirin

Min sor dikir Me sor dikir

Te sor dikir We sor dikir

Wî/wê sor dikir Wan sor dikir

Rawe

Ji bilî hersê demên bingehîn, li gor dem , rawe û dirûvê lêker tê veguhastinê, ji raweyên ku lêker tê de bi awayên cuda tê veguhastinê, ev in:

1. Raweya fermanî (kotekî)

2. Raweyên hekeyî (egerî, mercî, şertî). Ew jî, ev in:

a. Lavij û nihokê lavij

b. Bijoke û nihokê bijoke.

3. Raweyên gumanî

a. Guman û nihokê guman

4. Raweyên hatin-kirin û dan-kirinê

1. Raweya fermanî

Mirov, kesekî dike bin kotekê jibo ku bi karekî rabe.

Lêkera kirin Lêkera lerizandin

Tu bike Tu bilerizîne

Hûn bikin Hûn bilerizînin

Em bikin Em bilerizînin

Lêkera lerizîn Lêkera barkirin

Tu bilerize Tu bar bike

Hûn bilerizin Hûn bar bikin

Em bilerizin Em bar bikin

2. Raweyên hekeyî

a. Lavij

Lêkera kirin

Min bikira Me bikira

Te bikira We bikira

Wî/wê bikira Wan bikira

Lêkera lerizandin

Min bilerizanda Me bilerizanda

Te bilerizanda We bilerizanda

Wî/wê bilerizanda Wan bilerizanda

Lêkera lerizîn

Ez bilerizîma Em bilerizîna

Tu bileriziya Hûn bilerizîna

Ew bileriziya Ew bilerizîna

Lêkera barkirin

Min bar bikira Me bar bikira

Te bar bikira We bar bikira

Wî/wê bar bikira Wan bar bikira

Lêkera sorbûn

Ez sor bibûma Em sor bibûna

Tu sor bibûya Hûn sor bibûna

Ew sor bibûya Ew sor bibûna

Nihokê lavij

Min ê bikira Me yê bikra

Tey ê bikira We yê bikira

Wî/wê yê bikira Wan ê bikira

Ev rawe jî, mîna lavij e. Lê "ê" li pey cînav tê.

Min ê bilerizanda.... (lerizandin)

Ez ê bilerizîma.... (lerizîn)

Min ê bar bikira... (barkirin)

Ez ê sor bibûma... (sorbûn)

b. Bijoke

Kirin

Min kiriba Me kiriba

Te kiriba We kiriba

Wî/wê kiriba Wan kiriba

Lerizandin

Min lerizandiba Me lerizandiba

Te lerizandiba We lerizandiba

Wî/wê lerizandiba Wan lerizandiba

Lerizîn

Ez lerizîbama Em lerizîbana

Tu lerizîba Hûn lerizîbana

Ew lerizîba Ew lerizîbana

Barkirin

Min bar kiriba Me bar kiriba

Te bar kiriba We bar kiriba

Wî/wê bar kiriba Wan bar kiriba

sorbûn

Ez sor bûbama Em sor bûbana

Tu sor bûba Hûn sor bûbana

Ew sor bûba Ew sor bûbana

Nihokê bijoke

Ew jî, mîna bijoke ye, lê "ê" li pey cînav tê.

Min ê kiriba Meyê kiriba

Te yê kiriba Weyê kiriba

Wî/wê yê kiriba Wanê kiriba

Min ê lerizandiba... (lerizandin)

Ez ê lerizîbama... (lerizîn)

Min ê bar kiriba... (bar kirin)

Ez ê sor bûbama... (sor bûn)

3. Raweya guman

Kirin

Min kiribe Me kiribe

Te kiribe We kiribe

Wî/wê kiribe Wan kiribe

Lerizandin

Min lerizandibe Me lerizandibe

Te lerizandibe We lerizandibe

Wî/wê lerizandibe Wan lerizandibe

Lerizîn

Ez lerizîbim Em lerizîbin

Tu lerizîbî Hûn lerizîbin

Ew lerizîbe Ew lerizîbin

Barkirin

Min bar kiribe Me bar kiribe

Te bar kiribe We bar kiribe

Wî/wê bar kiribe Wan bar kiribe

sorbûn

Ez sor bûbim Em sor bûbin

Tu sor bûbî Hûn sor bûbin

Ew sor bûbe Ew sor bûbin

Nihokê guman

Min ê kiribe Me yê kiribe

Te yê kiribe We yê kiribe

Wî/wê yê kiribe Wan ê kiribe

Min ê lerizandibe... (lerizandin)

Ez ê lerizîbim... (lerizîn)

Min ê bar kiribe... (bar kirin)

Ez ê sor bûbim... (sor bûn)

4. Raweyên hatin-kirin û dan-kirinê

1. Raweya hatin-kirinê

Di vê raweyê de kar ji hêla kesekî nediyar ve tê kirinê. Ev rawe bi alîkariya lêkera (hatin) tê sazkirinê. Lêker ji hêla kiryarekî nenas ve dikeve livbaziyê. Di vê raweyê de, lêkera alîkar hatin tê veguhestinê û lêkera din di awayê raderî de dimîne û paşgîna (ê) distîne.

Nihok Buhêrk

Ez têm dîtinê Ez hatim dîtinê

Tu têyî dîtinê Tu hatî dîtinê

Ew tê dîtinê Ew hat dîtinê

Em tên dîtinê Em hatin dîtinê

Hûn tên dîtinê Hûn hatin dîtinê

Ew tên dîtinê Ew hatin dîtinê

Bicihbuhêrk Mêjbuhêrk

Ez hatime dîtinê Ez hatibûm dîtinê

Tu hatiyî dîtinê Tu hatibûyî dîtinê

Ew hatiye dîtinê Ew hatibû dîtinê

Em hatine dîtinê Em hatibûn dîtinê

Hûn hatine dîtinê Hûn hatibûn dîtinê

Ew hatine dîtinê Ew hatibûn dîtinê

Kêmbuhêrk Pêşedem

Ez dihatim dîtinê Ez ê bêm dîtinê

Tu dihatî dîtinê Tu yê bêyî dîtinê

Ew dihat dîtinê Ew ê bê dîtinê

Em dihatin dîtinê Em ê bên dîtinê

Hûn dihatin dîtinê Hûn ê bên dîtinê

Ew dihatin dîtinê Ew ê bên dîtinê

Lavij Bijoke

Ez bihatama dîtinê Ez hatibama dîtinê

Tu bihatayî dîtinê Tu hatibayî dîtinê

Ew bihata dîtinê Ew hatiba dîtinê

Em bihatana dîtinê Em hatibana dîtinê

Hûn bihatana dîtinê Hûn hatibana dîtinê

Ew bihatana dîtinê Ew hatibana dîtinê

Guman Nihokê lavij

Ez hatibim dîtinê Ez ê bihatama dîtinê

Tu hatibî dîtinê Tu yê bihatayî dîtinê

Ew hatibe dîtinê Ew ê bihata dîtinê

Em hatibin dîtinê Em ê bihatana dîtinê

Hûn hatibin dîtinê Hûn ê bihatana dîtinê

Ew hatibin dîtinê Ew ê bihatana dîtinê

Nihokê bijoke Nihokê guman

Ez ê hatibama dîtinê Ez ê hatibim dîtinê

Tu yê hatibayî dîtinê Tu yê hatibî dîtinê

Ew ê hatiba dîtinê Ew ê hatibe dîtinê

Em ê hatibana dîtinê Em ê hatibin dîtinê

Hûn ê hatibana dîtinê Hûn ê hatibin dîtinê

Ew ê hatibana dîtinê Ew ê hatibin dîtinê

2. Raweya dan-kirinê

Di vê raweyê de, kiryarekî nas karê xwe dide yekî din jibo lêker bixe livbaziyê. Ev rawe bi alîkariya lêkera (bûn) tê çêkirinê. Lêkera (bûn) tê veguhastinê û lêkera din di awayê raderî de dimîne, lê dawiya wê paşgîna (ê) distîne.

Nihok Buhêrk

Ez didim çêkirinê Min da(n) çêkirinê

Tu didî çêkirinê Te da(n) çêkirinê

Ew dide çêkirinê Wî/Wê da(n) çêkirinê

Em didin çêkirinê Me da(n) çêkirinê

Hûn didin çêkirinê We da(n) çêkirinê

Ew didin çêkirinê Wan da(n) çêkirinê

Bicihbuhêrk Mêjbuhêrk

Min daye çêkirinê Min dabû çêkirinê

Te daye çêkirinê Te dabû çêkirinê

Wî/Wê daye çêkirinê Wî/Wê dabû çêkirinê

Me daye çêkirinê Me dabû çêkirinê

We daye çêkirinê We dabû çêkirinê

Wan daye çêkirinê Wan dabû çêkirinê

Kêmbuhêrk Pêşedem

Min dida çêkirinê Ez ê bidim çêkirinê

Te dida çêkirinê Tê bidî çêkirinê

Wî/Wê dida çêkirinê Ew ê bide çêkirinê

Me dida çêkirinê Em ê bidin çêkirinê

We dida çêkirinê Hûn ê bidin çêkirinê

Wan dida çêkirinê Ew ê bidin çêkirinê

Lavij Bijoke

Min bida(na) çêkirinê Min daba(na) çêkirinê

Te bida(na) çêkirinê Te daba(na) çêkirinê

Guman Nihokê lavij

Min dabe çêkirinê Minê bida çêkirinê

Te dabe çêkirinê Tê bidaye çêkirinê

Nihokê bijoke Nihokê guman

Min ê daba çêkirinê Min ê dabe çêkirinê

Nasîn

Lêkerên derhingêv di demên derbasbûyî de (buhêrk de) li gor berkar tên guhertinê. Eger berkar yekhejmar be lêker jî, yekhejmar tê. Eger kom be lêker jî, kom tê.

Min pitûkek da Evînê.

Min du pirtûk dan Evînê.

Min xaniyek da çêkirinê.

Min sê xanî dan çêkirinê.

Min dilê xwe daye Kurdistanê.

Min dil û cegerê xwe dane Kurdistanê.

selim@bicuk.de