Rastnivîs · Kurdî
Çend dîtin li ser hevoksaziya kurdî
Hevokên lêkerî
Hevok di Kurmancî de, bi gelemperî bi vî awayê jêr tê sazkirinê:
| Kiryar | Agahdarî/Berkar | Lêker |
| Ez Ew Berfîn | çayê gulan berxan | vedixwim av dide diçêrîne |
Lê bi hin lêkerên nederhingêv re ku bizava wan ber bi aliyekî ve ye.
Mîna:
çûn, ketin, hatin, firîn, bûn ( bi wateya çêbûn )... bi awayê jêr tê sazkirinê:
| Kiryar | Lêker | Agahdarî |
| Ez Guhderz Şêrîn Mado Serdar | diçim ket hat bû firî | gund çalê. bajêr. şoreşger. asmanan. |
Eger bi van lêkeran re daçek bên bikaranînê û aliyê bizava lêker bê guherînê, hevok dîsa vedigere ser awayê xwe yê gelemper:
| Kiryar | Agahdarî | Lêker |
| Ez Guhderz Şêrîn Serdar | ji gund di çalê de ji bajêr di asmanan re | diçim. ket. hat. firî. |
Di hin rewşan de, lêker di darêja raderî de, tê bikaranînê û mîna navê mê tê tewandinê. Eger di van rewşan de, lêker bê kiryar be pêşiya hevokê digire:
Çûna zozanan xweş e.
Hatina biharê pîroz e.
Eger ev lêkerê di darêja raderî de bibe agahdarî di hevokên lêkerî de û bi lêkerekî din re bê, awayê jêr distîne:
Gulê, çûna bêriyê xweş dibîne.
Gel, hatina Newrozê pîroz kir.
Eger lêkerê derhingêv du berkaran bistîne, hevok awayê jêr distîne:
| Kiryar | Berkar 1 | Lêker | Berkar 2 |
| Azad Şêrîn Min | gul silav nan | firotin da da | keçan. şehîdan. gundiyan. |
Eger berkarê duyemîn ne durust be, hevok awayê jêr distîne:
| Kiryar | Berkar 1 | Berkar2 | Lêker |
| Şoreşgeran Şermîn | nan navê gund | ji Gulê ji Şîlan | xwestin. pirsî. |
Pir caran hevok bi lêkerên nederhingêv re, bi kiryar û lêker çêdibe. Hingê bi vî awayî tê:
| Kiryar | Lêker |
| Sulav Nermîn Ez Ew | raza. hat dimeşim. direve. |
Eger hoker di hevokên lêkerî de hebe, bi awayên jêr tên sazkirinê:
1- Lêkerên nederhingêv:
| Hoker | Kiryar | Lêker | Berkar |
| Piştî nîvro Êvarê | Canda Sernaz | gihişt diçe | Qamişlo. dibistanê. |
Yan jî, bi vî awayî:
| Kiryar | Hoker | Lêker | Berkar |
| Canda Sernaz | Piştî nîvro êvarê | gihişt diçe | Qamişlo. dibistanê. |
2- Lêkerên derhingêv:
| Hoker | Kiryar | Berkar | Lêker |
| Kêliyek din Niha | ez ez | çayê nan | vedixwim. dixwim. |
Yan jî, bi vî awayê jêr:
| Kiryar | Hoker | Berkar | Lêker |
| Ez | niha | nan | dixwim. |
Eger di van rewşan de, berkar nedurust be, lêker dikeve dawiya hevokê:
Piştî nîvre Canda ji Qamişlo diçe.
Sernaz êvarê ji dibistanê tê.
Ez niha xwe ji xwarina nan re amade dikim.
Hevok, di raweya fermanî de, ji rêzana gelemper der nakeve:
Were em nan bixwin!
Werin em biçin اiyayê Şerefdînê!
Jiyanê baş nas bike!
Bibe xwediyê jiyanek birûmet!
Hevokên navdêrî
Ev hevok ji nav, rengdêr û lêkera bûn tên sazkirinê. Tu bizavê nakin û di rewşa bûnê de dimînin. Herwiha berkar û kiryar di van hevokan de, nîn in:
Jiyana birûmet gelek xweş e.
Gundiyên Kurd leheng in.
Şoreş rûmeta gel e.
Berxwedan jiyan e.
Serxwebûn û azadî rûmet in.
Zindan dibistana qehremaniyê ne.
Koledarî rûreşiya mirovahiyê ye.
Hevokên bangê
Ev hevok dikarin mîna hevokên lêkerî û yên navdêrî jî, bên:
1- Mîna hevokên navdêrî:
Ax, ev çi rewş e!
Oh xweş, ev çi awazek nemir e!
Wey, li minê dayê!
Tif, li mirovên xwefiroş!
Nifir, li vê dema bêbext !
2- Mîna hevokên lêkerî:
Lo xorto ! Ji xew rabe dereng e!
Ox, te dilê min xwe ş kir !
Of, dilê min çiqas diêşe!
Ax, ez ketime çi rewşê !
Niqteşanî
Ji bo asankirina xwendin, têgihîştin û xweşkirina ahenga hevokê, çend nîşan di nav de, cih digirin. Ev nîşan dawiya hevokê, wateya parçeyekî jê û daxwaza wê pêş me dikin. Li hêla din, di xwendinê de, cihê rawestan û bîndanê jî, diyar dikin. Ji van nîşanan re niqteşanî tê gotinê.
Nîşanên niqteşaniyê jî, ev in:
. Xal ( Niqte )
, Dabir ( Bihnok )
? Xalepirs ( Niqtepirs )
! Xalebang ( Niqtebang )
: Xalecot ( Niqtecot )
; Xaledabir ( Niqtedabir )
( ) Kevanek
" " Dunik
_ Xêzek
- Bendek
Xal
Ev nîşan dawiya hevokê diyar dike:
Duh, ez çûm Amedê. Min şal û şapek kirî. Li wir min hevalekî xwe dît. Em
gelekî bi hev şa bûn. Li nav bajêr, min tiştên balkêş dîtin. Leşkeran kolan dagirti bûn.
Dabir
Di nivîsandinê de, dabir pir pêwîst e. Cihên ku digire ev in:
1- Cihê gihaneka ( û ):
Hogir, Azad, Rojîn û Rewşen ji bajêr tên. Ev ciwan pir hişyar in. Dost û dijmin ji hev nas dikin, xweşiya jiyanê nas dikin û riya xwe baş dizanin.
Pir caran, ji hêla gelek nivîskarên kurd ve, ev nîşan li pêşiya û tê danîn. Ev şaşiyek e, ji ber ew bi xwe cihê û digire.
2-Dikeve navbera parçeyên hevokê yên biçûk, lê bi mercê ku wateya wê neyê guherandin.
3- Piştî jî, tê:
Çiya, cihê rûmeta me, hem jî, ji pîrozahiyên me ne.
4- Pir caran, di...de, di...re, bi...ve, ji...re,...di nava du dabiran de, cih digirin:
Di rewşên awarte de, hevalên min, ji min re, dibin aqilmend.
Ez, ji te re, dibêjim ku em biçin mal baş e.
5- Piştî kiryarê ku ji lêkerê xwe dûr dikeve tê:
Şêrîn, di rojeke bi berf, baran û bager de, hat rûyê dinê.
Ez, di sala hezar û nehsed û şêstî de, ji dê bûme.
Reşo, ji ber ku nizane bixwîne, matmayî dimîne.
6- Piştî banglêkirinê tê:
Mizgîn, li min binere û gotinên min guhdar bike.
Xebat, ku tu çûyî welat silavan li hevalan bike.
Xalepirs
Dikeve dawiya hevokên pirsiyariyê:
Tu kengê ji welat hatî?
Ew çi dixwaze?
Çend leşker hatin gund?
Xalebang
Dikeve dawiya bang û hevokên bi wan re:
Ax ! Ev çi zemanekî xirab e!
Xwedêyo ! Te çawa li hev anî !
Oh xweş ! Çi mizgîneke baş e!
Kuro, bibe mirov!
Xalecot
Dikeve dawiya hevokên ku tiştek tê gotinê yan hejmartinê:
Beyana sibê bû, bavê min ji xew hişyar bû û got: Ev çiya ji şer û kuştinê natirsin.
Di dînê Zerdeşt de, sê baweriyên bingehîn hene: Peyva xweş, baweriya rast
û karê baş.
Xaledabir
Dikeve navbera hevokên ku bi hev ve girêdayî ne û wateya hev temam dikin. Hîn hevok neqediya ye û babeteke nû dest pê dike:
Reşo, bilez ji malê derdikeve; wisa xuya ye ku tiştekî pêwîst qewmî ye.
Kevanek
Peyvên ku bi sebebekê dikevin nav hevokê, dikevin nav kevanekan û rakirina wan jî, wateya hevokê naguherîne:
Di Kurmancî de, du zayend hene ( nêr û mê ).
Dunik
Peyvên ku ji cihekî din tên guhastinê di nav dunikan de, tên nivîsandin:
" Ay Ahorayê mezin " Zerdeşt digot.
Xêzek
Eger nivîsandin ket awayê axaftinê û peyvbêj hat guhartinê, li pêşiya hevokê xêzek tê nivîsandinê:
Di navbera dil û mejî de, gotûbêjek germ dest pê kir:
_ Jiyan pir xweş e!
_ Lê tu bindest î.
Bendek
Dikeve navbera du peyvên ku hogiriyek di nav wan de heye:
Birca - Belek
Kaniya - Spî
Bedir - Xan
Nasîn
Di Kurmancî de, nîşana herî pêwîst dabir e(bihnok).