Helbest

Gotar ZimanLêkolîn      
 
 

Destpêk

 KURDÎ

 DEUTSCH

عربي

 AGENDA

CONTAKT

PIRTÛK

LINK

PRESE

 

 
   
 


Cihê kurdan yê hiqûqî li Sûriyê
Selîm Biçûk

 

Hemû mirov azad, di rûmet û mafan de, wekhev ji dayîk bûne. Hiş û wijdan bi wan bexşkirî ne û divê li gel hev bi giyaneke biratiyê reftar û têkildar bibin.

Danezana giştî ya mafên mirovan, biriyar 217, 10.12.1948

 

1- Derbasbûnek
2- Kurd û Sûrî
      2.1- Awirek dîrokî
      2.2- Rewşa kurdan ya hiqûqî
3- Kurd û zagona bingehîn
4-Kurd û zagonên din
5- Kurd û rewşa awerte li Sûriyê
6- Kurd, qanûnên sûrî û qanûnên navnetewî.

1- Derbasbûn

Xaka Sûrî 185,180 kîlometrên çargoşe ye. Hejmara şêniyên wê 17.213.871

kes e(temûz 1999[1]). Hejmara kurdan li Sûrî digihîje 2.500.000 kes. Ji sedî 14.5 şêniyên Sûrî kurd in (14.5%). Ev hemwelatiyên kurd bi giştî li herêmên bakur û bakurê rojhilatê Sûrî dijîn. Hebûna kurdan wek gel û netewe li vê herêmê hebûnek dîrokî ye û wek xak ev herêm perçeyekî ciyografî ye ji Kurdistanê[2].

Şêniyên vê herêmê bi piranî kurd in. Di hejmartinek sala 1937an de, hejmara şêniyên herêma Cizîrê weha bû:

42000 erebên musilman, 82000 kurd, 31000 christiyan, 2000 êzîdî

(ew jî kurd in), 1000 cihû, 1000 çirkesî[3].

Ji sala 1516-1918an, Sûriya di bin dagirkeriya impiratoriya osmanî de bû. Piştî jihevxistina vê impiratoriyê û li hevparkirina bermayên wê, desthilatiya firansî li Sûriyê, ji sala 1920an heta 1946an dewam kir. Bi peymana Anqera, di sala 1923yan de, di navbera Firansa û Tirkiya kemalîst de, li hev hatinek pêk hat. Li gora vê peymanê, Firansa herêmên Iskenderûn û Antakiya sipartin Tirkiyê û perçeyê rojava ji Kurdistanê bû para Firansa. Piştî derketina Firansa ji Sûriyê ev sînor bêguhertin man û ev herêma kurdan di bin destên Sûrî de ma.

Di roja 24.10.1945an de, Sûriya bû endama Neteweyên Yekbûyî (UNO). Piştî yekîtiya wê û Misrê di sala 1958an de, endametiya wê bi Misrê re heta 12.10.1961ê dewam kir. Ji mêjûya 13.10.1961ê û heta niha ew wek dewletek serbixwe endama UNO ye.

Di bin desthilatdariya Firansa de, gelê kurd li vê herêmê bê rawestan li ber xwe da. Bi gelek serhiladanan rabû; wek serhildana Beyandûrê 1923, serhildana Amûdê 1937, serhildana Ibrahîm Henano 1920. Lê di vê koçbera dîrokî de, rewşa kurdan hesantir bû û pilan û pirojeyên şovînîst yên tund bi rê ve nediçûn. Tevî ku destpêka hişiyarbûna netewî bû dîsa hin saziyên kurdan dihatin avakirin û qedexeya li ser ziman û çandê eger bi fermî ne rewa jî bû, ne hewqas sert bû. Di vê demê de komela Xoyîbûn 1927 hat avakirin, derxistina kovara Hawar 15.5.1932, Nadî Amûda 1938, Nadî Kurdistan, li Şamê 1938, avakirina komên rewşenbîrî li Heleb û Şamê, her weha nûnerên kurd cihê xwe di parlemana sûrî de digirtin. Vê rewşê di bin desthilatdariya netewî erebî jî de, heta bi qonaxekê dewam kir. Lê ji salên yekîtiya Misir û Sûrî û şûn de, rewşa kurdên vî perçeyî dijwartir bû, bi taybetî di bin siya desthilatdariya Partiya Ba’s de, gihişt pilên sert di nîjadperstiya li dijî kurdan de.

2- Kurd û Sûrî

2.1- Awirek dîrokî

Perçebûna Kurdistanê ya yekemîn, ji şerê Çaldîranê, di mêjûya 23.8.1514 ve dest pê kir. Di encama vî şerî de, li Qesra Şêrîn, bi peymana siltanê osmanî Muradê çaremîn û şahê îranî sefewî Şah Ebas, Kurdistan bû du perçe. Di sala 1916an de, bi peymana Saykis-Pîko cara duyemîn Kurdistan bû perçe û wek bermayekî impiratoriya osmanî, li dewletên hevbend hat parkirin. Di encama vê peymanê de, perçeyê rojava ji Kurdistanê bi temamî bû para Firansa.

Li gora peymana Sêfer, di mêjûya 10.8.1920 de[4], gerek bû herêmên ku kurd lê dijîn   

( rojhilatê çemê Ferad û başûrê sînorê Ermêniya, bakurê tirkiya bi Sûrî re û navbera her du çeman) bibe herêmek rêvebiriya kurdan. Lê ev peyman, bi peymana Lozanê 1923 yan hat tunekirin. Piştî ku Firansa Sûrî berda ev perçe ket bin desthilatdariya ereban.

2.2- Rewşa kurdan ya hiqûqî

Tevî ku Sûrî gelek peymanên mafên mirovan pejirandine û imze kirine jî, hîn çavên xwe ji mafên kurdan, wek neteweyek cuda û wek hemwelatiyên Sûrî digire. Ev rewş piştî hatina Partiya Ba’s dijwartir bû[5]. Bi pilanên nijadperestî, hewldanên tunekirina kurdan xurtir birê ve çûn. Eger mirov bixwaze van pilanan zelal bike, pêwîst e pirojeya Muhamad Teleb Hîlal nas bike[6]. Mûhamed Teleb Hîlal ku gelê kurd wek nexweşiya penceşêrê di laşê ereban de dibîne:

(...pirsa kurdî ku îro xwe bi rêxistin kiriye, ji bilî girêkek penceşêrê xerab, ne tiştekî din e, xwe di laşê netewa erebî de bi cih kiriye û çi derman jê re nîn e ji bilî birînê ),rûpel 8. Ev serleşkerê ereb yê nijad perest ku li herêma kurdan serokê liqê parastina siyasî bû, bi lêkolînekê li ser herêma Cizîrê, pirojeya xwe ku ji 12 xalên bingehîn pêk tê, wek pêşniyar pêşkêşî dewletê kiriye. Kurtahiya xalên di vê pirojeyê de ev in:

1-  Koçberkirina kurdan bo herêmên hindurîn yên sûrî.

2-  Paşvehiştin û neavakirina dibistanan li herêmê.

3-  Serrastkirina nasnameyan û deravêtina kesên ne hemwelatiyên sûrî.

4-  Girtina deriyên kar li ber kurdan.

5-  Bangeşiyek berfireh di nav ereban de û li dijî kurdan.

6-  Rakirina navên dînî ji ser şêxên kurd û hinartina şêxên ereb bo herêmê.

7- Bikaranîna kurdan xwe bi xwe li dijî hev.

8- Bicihkirina ereban di herêmên kurdan de.

9- Bikaranîna xeta bakur ji Cizîrê wek herêmek leşkerî ji bo    koçberkirina kurdan û bicihkirina ereban.

10-Avakirina werzeyên tevahî ji  bo ereban li vê herêmê.

11-Qedexekirina zimanê kurdî, hilbijartin û dengdanê bo kurdan.

12- Qedexekirina dana nasnameya sûrî bo kurdên vê herêmê.

Ev pêşniyar, roj bi roj, bi zagonên awerte û li bin siya rewşa awerte li Sûriyê hatin pêkanîn. Di serî de, hejmartinek awerte li herêma Cizîrê hat pêkanîn[7]. Li gora vê hejmartinê bêtir ji 150000 kesên kurd bênasname man û ev hejmar niha pir zêde bûye. Mirov dikare vî karî bi tevkujiyek hiqûqî bi nav bike ji ber ku ev kes di aliyê hiqûqî de tune ne û di zagonên navnetewî de mafê nasnameyê mafekî rewa ye û mafê tukesî nîn e ku nasnameya kesên din bi zorê jê bigire[8]. Encamên vî karî digihîjin pêlpelûkên herî bilind ji binpêkirina mafên mirovan. Bênasnamehiştin di eynî wextî de tê maneya qedexekirina kar, xwendin, milkiyet û heta digihîje mafên kesayetî yên herî rewa wek: Jinanîn, bavîtî û dêyîtiyê. Bi awayekî din kuştina kesayetiya mirov ya hiqûqî ye. Ev yek ne tenê li dijî qanûnên navnetewî ye, her weha li dijî qanûnên sûrî bi xwe ye. Qanûna sûrî ya nasnameyê, bend 3, dibêje: Ew kes dibe erebekî sûrî yê ku:..c- Li Sûrî ji du dê û bavên nenas yan nasnameya wan nenas yan bênasname ji dayîk bibe[9]

Helbet zarokên kurd ku li Sûrî tên jiyanê vî mafî nastînin tevî ku qanûnên sûrî dê û bavên wan kesên xwedî nasnameyên nenas nas dikin. Lê eger ev bend bê cih jî, ew zarok li gora qanûna sûrî ereb in. Bi wateyek din her kesên li sûrî dijîn ereb in. Ev beşê mezin ji gelê kurd, li derî livbaziyên siyasî, civakî û hemû awayên livbaziyên mirovahî dijî. Bi fîzîkî dijîn, lê di jiyana hiqûqî de tune ne.

Gava duyemîn anîna malbatên ereb bo herêma kurdan bû. Di sala 1966an de,. seranserî sînorê Tirkiyê û Sûriyê, li ser dirêjahiya 375 km û firehiya 10-15 km dewletê dest danî ser erdên cotiyarên kurd (zinara erebî). Kesên vê herêmê bê erd û milkiyet hiştin. Berî vê kirinê, kirîn û firotina erdan li vê herêmê, bê erêkirina wezîrê hindur qedexe kiri bû(biriyara wezîrê hindur hejmar 1360, sal 1964).

Di şûn de, sala 1973 qanûna zinara erebî derket, di navbera her du gundên kurdan de gundekî ereban ava kir û ew erd li wan belav kir. Ev jî li gor zagonên navnetewî şêlandina milkiyeta mirovan e[10]. Her weha li gora qanûna bingehîn ya sûrî jidestgirtina milkiyetê qedexe ye[11]. Armanca vê pirojeyê ew bû ku bi temamî vê herêmê ji kurdan vala bike û ereban tê de bi cih bike. Lê li hember berxwedanê gelê kurd, gava duyemîn ji pirojeyê xwe bi şûn de kişand.

Tunekirin, guhertin û veşartina dîmenên kultûrî û dîroka kurdî her dem bûye armanca pilanên dewletê. Li hêlekê ziman, li gora biriyar û qanûnên awerte qedexe dike, li hêla din navê gund û bajarên kurdan tev guherandine û li şûna wan navên erebî danîne.Navên kurdî qedexe ne li ser zarokên kurd bên danîn. Di jiyanek hewqasî bi qedexeyan xemilandî de, qanûna bingehîn dirûşmeya azadiya kesayetî û rûmet û hêminiya hemwelatiyan berz û pîroz dibîne[12].

Pir caran, ji bo berevajîkirin û jinaverokêvalakirina hin dîmenên çandî û siyasî, dewleta Sûrî kirasên hiqûqî li bûyeran dike. Cejna Newrozê wek cejnek kurdan netewî, bi qedexeyan û zorê nikari bûn rawestînin. Bi qanûnekê, roja 21ê adarê kirin cejna dê û wek cejnek sûrî dan xuyakirin.

Ev dijayetiya di navbera qanûn û birêvebiriya qanûnê li Sûrî, berî her kesî kurd para xwe jê digirin. Li hêla din binpêkirina qanûnên navnetewî û mafên mirovan Giraniya xwe bêtir ji her cihî, li herêma kurdan bi kar tîne. Qanûna rewşa awerte[13] ku hem li dijî qanûna bingehîn ya Sûrî ye, hem li dijî hemû qanûnên navnetewî û mafên mirovan e, bi taybetî ev qanûn li herêma kurdan bi rê ve diçe. Di rewşek weha bêqanûnî de, desthilatdariya polîs û istixbaratan bi xwe şûna qanûnê digire. Her hêzek dewleteke di nava dewletê de. Gelo ev rewş bingeha xwe ya qanûnî ji ku distîne? Di çarçoveya zanistiya qanûnê de, mirov cihê kurdan, di nav qanûnên Sûrî de, li ku dibîne? Sînorên avahiya hiqûqî li Sûrî, li ku ne?

Lêgerîn û lêkolînek weha li nav qanûna bingehîn û qanûnên pê ve girêdayî çêdibe. Lê li Sûrî gerek mirov Partiya Ba’s Ji bîr neke. Pir caran qanûna vê partiyê di ser qanûna bingehîn re ye. Partiya Ba’s serkêşiya dewlet û civakê dike[14]. Dirûşmeya Ba’s ku li Sûrî, di ser her qanûnê re ye ev e: Netewa erebî yek e, xwediya peyamek nemir e. Helbet, di çarçoveya vê dirûşmeyê de, cihê neteweyên din nîn e. Bi taybetî kurd li Sûrî, piştî ereban mezintirîn netewe ne. Bi sedema bîr û hizrên netewî, kesên kurd dikarin bi sûcên mezin û cezayên ku digihîjin heta bidarvekirinê bê tawanbarkirin. Tenê endametiya partiyek siyasî kurdî dikare bibe sedema van cezayên bilind[15].

Pirojeya M. T. Hîlal, her çiqasî wek pêşniyar û lêkolînekê hatiye pêşkêşkirin, li Sûrî, di çarçoveya hiqûqî de, cihekî berz digire. Di bin siya rewşa awerte de, piraniya xalên vê pirojeyê bûne qanûnên awerte û li ser kurdan dimeşin:

1-  Koçberkirin: Piraniya şêniyên kurd, jiyan û aboriya xwe li ser çandiniya erdê dikin. Piştî qanûna zinara erebî û xeta dehan(ji destgirtina erdan) û bênasname hiştinê, kurd bi sedemên birçîbûnê û bêkariyê, bêçare man ku koç bikin bajarên mezin yên Sûrî. Ev koçkirin, tenê di sînorê Sûrî de nema, ji bo bingeha civakî ya kurdan li sûrî xirab bikin, deriyê koçberkirina derve jî vekirin. Dewleta Sûrî heta îro vê siysetê dimeşîne: „Zorê bike, birçî û nezan bihêle û deriyê revê veke“.

Bi vê siyasetê deriyê koçkirinê ber bi Europa û welatên din jî vebû. Heta  ew kesên bênasname ku nikarin li nav xaka Sûrî jî, bi hesanî bigerin, bi rêya hêzên parastinê û qaçaxçiyên ku bazirganiya mirovan dikin, rêya derketina ji sûrî li ber wan vedikin.

2-  Nezanhiştin: Bi temamî, dewletê pêşniyara Teleb Hîlal nepejirand. Dibisatanên seretayî û navîn, wek qijleyên leşkerî di hêrêmê de bi kar anîn. Ev dibistan kirin destek ji bo şerekî çandî û giyanî û li her cihên herêmê ava kirin. Lê dibistanên xwendina bilind û zanîngeh li herêmê ava nekirin.

3-  Nasname: Bi qanûna nasnameyê û hejmartina awerte, di sala 1962 an de, 150000 kurd bênasname hiştin û ev hejmar niha bi ser 200000î ketiye.

4-  Kar: Bi hemû awayî deriyên kar li ber kurdan girtî ne û karkerên kurd yên ku kar dikin jî, bi biriyarên hêzên parastinê ku wek qanûn der tên, ji kar tên avêtin.

5-  Bangeşî: Kurd, penceşêr in di laşê ereban de, Kurd Israyîlê duyemîn in... Bi van sedeman bi dehan şer û kuştin di navbera malbatên kurd û ereb de derdikevin, bi taybetî malbatên ku ji hindurê Sûrî, li herêmê bi cih kirine

6-  Xerabkirina bingeha ciyografî û civakî[16]: Bicihkirina gundên ereban li herêma kurdan, koçberkirin, guhertina navên kurdî, veşartina dîmenên dîrokî, ziman, kultur û qedexekirina her tiştên bi kurd û kurdayetiyê ve girêdayî. Ev tev bingehên civaka kurd û ciyografiya herêmê xerab dikin.

7-  Herêmek leşkerî: Leşker di herêmê de bicih nebûye lê hêzên parastinê rola leşker dilîzin. Ev hêz di bin siya rewşa awerte de, jiyana gelê kurd bi tevahî dikin zindan.

Di bin desthilatdariya partiya Ba’sa erebî de, mejiyên nijadperest gelek xal û rêbaz li pêşniyarên Teleb Hîlal zêde kirine û tev kirine qanûn û biriyar, dibin kirasekî hiqûqî de, lehiya bindestî, sitemkarî û zordariyê li ser gelê kurd xurtir û bihêztir dikin.

3-Zagona bingehîn û kurd

Qanûna Sûrî ya bingehîn, bi hejmara 208, mêjû 13.3.1973, ne ji dûr ne ji nêzîk navê kurdan nayîne. Her weha ev qanûn ji bilî neteweya ereb neteweyên din li Sûrî nas nake. Li gora vê qanûnê gelê sûrî tev ereb in, perçeyek ji netewa

ereb in û ji bo yekîtiya ereban ya giştî têdikoşin[17]. Encama nepejirandina kurdan wek neteweyekê li Sûrî, di aliyê hiqûqî de, tê wateya binpêkirina maf, nasname û kesayetiya kurdî. Di serî de, ziman, kultur û hemû şêweyên jiyana kurdî qedexe ne. Tenê mirov kurd be sûcekî mezin e.

Zimanê fermî li Sûrî erebî ye û kesên ne ereb ji dayîk bibin divê raste rast û bi darê zorê polîtîka erebkirinê bipejirînin[18]. Ji bo ku mejiyên ewan kesên ne ereb bên şiştin û kesayetî û taybetiyên xwe yên netewî ji bîr bikin, perwerdeyiya dewletê, li pêşberî wan di rolek mezin de ye. Avahiya perwerdeyiyê li Sûrî li ser bingeha erebkirinê saz dibe[19].

Ji dibistanên seretayî dest pê dike, zimanê kurdî, li zarokên ku peyvek erebî nizanin, bi rêyên dijwar û nemirovahî qedexe dikin. Bi taybetî salên destpêkê, dibistan ji bo zarokên kurd dibe zindan, dibe cihê azar û lêdanê. Di serî de, zarokan hîn dikin ku giliyên hev bikin û navên kesên bi kurdî diaxivin bidin mamoste. Wan hîn dikin ku kesê ne ereb be, ne mirov e. Wek kurd xwe kêm û bênirx dibînin, Ziman û kultura kurdî ne hêja ye tiştekî, dê û bavên wan ne hêja ne, ji ber ku kurd in. Ev jî, di şûn de, dibin bingehên nexweşiyên civakî û giyanî. Zarokên ku di rewşek weha de, mezin dibin yan bi sertî û kînek mezin di rêya netewî de diçin yan jî, li dijî netewe, gel û mirovên xwe dibin noker û dikevin xizmeta dewletê.

Systema Sûrî ya hiqûqî li cihanê bêmînak e. Dewlet di bin rewşa awerte de, bi destên hêzên veşartî ( ku li sûrî işkere ne) bi rê ve diçe. Hêzên ku di rastiyê de dewletê bi rê ve dibin, hêzên parastinê ne; Parastina leşkerî, parastina siyasî, parastina giştî, parastina derve, ...Di herêma kurdan de, ev hêz bi xwe qanûn in û di eynî wext de, qanûnê bi rê ve dibin.

Cudakirin û serbixweyiya hêzên qanûnî ( hêza dadgerî, hêza birêvebirinê, hêza qanûndanînê) ku birinsîbekî hiqûqî navnetewî ye, di nav hêzên parastinê de, sînorên xwe winda dikin. Bê dadgeh mirovên kurd dikarin bên girtin û bên cezakirin. Ev kirinên dewletê hem li dijî qanûnên navnetewî û mafên mirovan e, hem li dijî qanûna sûrî ya bingehîn in[20]. Parêzvanê herêmê dikare biriyaran derxîne û ev biriyar mîna bendên qanûnê bi rê ve diçin[21].

Gelê kurd li Sûrî, ji hêla dîrokî, kulturî û taybetmendiyên xwe, ji neteweyek din û cuda ye ji netewa erebî. Wek her gelên cihanê mafê wî yê jiyanek azad û serbixwe heye[22].

Lê ev mafê xwezayî, ji hêla desthilatdariya Partiya Ba’s, li Sûriyê, bi qanûn û biriyar û zagonên awerte yên li dijî mafên mirovan hatiye binpêkirin. Di vê rewşa neqanûnî û nemafdar de, ziman, nasname, azadiya kesayetî, kultur û hemû biha û nirxên mirovahî li kurdan qedexe ne.

Qanûna bingehîn ya Sûrî ku ji 156 bendan pêk tê û bi hejmara 208, mêjû 13.3.1973 ketiye jiyanê, bêtir ji qanûnek bingehîn destûra komek nijadperestên ereb e. Di karvaniyê de, ev qanûn hatiye rawestandin, di şûna wê de, qanûna rewşa awerte bi rê ve diçe. Tenê dema daxwaz û berjewendiyên birêvebiriya dewletê cihê pirsê bin, rola vê qanûnê berz û bilind dibe. Lê di rastiyê de, qanûnên Sûrî leşker û hêzên parastinê ne. Bi taybetî li herêmên ku kurd lê dijîn hêzên parastinê di ser her qanûnê re ne. Ev qanûn bi awayekî din rola sereke dide hêzên birêvebiriyê. Serokê komarê, hem serokê partiya Ba’s e û hem serokê leşker e, ew û saziyên pê ve girêdayî di ser qanûnê re ne. Ew bi xwe qanûn in. Hêza birêvebiriyê li Sûrî, qanûnê çedike, dadger e û qanûnê bi rê ve dibe ( bend 93/2: serokê komarê ji bo berpirsiyariya hêza birêvebiriyê nûneriya gel dike, bend 103: serokê komarê serkêşê leşker û hêzên çekdar e, bend 7/1: serokê komarê dikare parlemanê belav bike,....).

4-Kurd û zagonên din

Di qanûnên Sûrî de, tenê kurd wek tewanbar dikarin bibin aliyekî hiqûqî. Wek aliyekî mafdar cihê wan yê hiqûqî nîn e. Kesên bênasname ku niha hejmara wan digihîje 200000 mirov, di têgînên hiqûqî û mafiyarî de, tune ne. Ev kes di jiyana hiqûqî de mirî ne. Zewaca fermî, anîna zarokan ya fermî, milkiyet, kirîn û firotin, derketina derveyî welat, kar û pêdiviyên jiyana mirovan ya xwezayî li wan qedexe ne. Li nava Sûrî bi xwe eger ev kes ji gund yan bajarên xwe derkevin, ji bo kari bin li hotêlekê razin gereke erêkirina hêza parastinê yan siyasî bistînin. Heta bi kirîna pêdiviyên jiyanê, xwarin û pêdiviyên malê, ji bazara reş û bihatir dikirin. Di encama bênasnamehiştinê de, beşekî din kurdên hemwelatiyên Sûrî derketine meydanê. Ew kesên ku ji dê û bavên bênasname tên jiyanê navên wan li ticihan nîn in. Rewşa vî beşî hîn xirabtir e ji ya beşê yekemîn. Ew tenê bi gewde li jiyanê ne, wekî din tune ne.

Ew kurdên ku hemwelatiyên sûrî ne û xwedî nasnameyên sûrî ne jî, di bin qanûn û rewşa awerte de, di serî de, mafên wan wek mirovên sûrî nîn e û wek kurd, ne ji neteweya ereb, sûcdar in, pêwîst e bên cezakirin.

Ji bo kirasekî hiqûqî li van kirinan bikin, qanûnên sûrî û bi taybetî qanûna ceza dikeve rolê. Benda 267/1: Sûriyê ku têbikoşe, bi kar, gotin, nivîsandinê yan tiştên din, perçeyekî ji erda Sûrî bo dewletek biyanî bibire yan mafekî wê li ser malê Sûrî yê taybet çêbike, bi kêmayî 5 salan tê girtin.[23]

267/2: Eger ew kes endamê komel û rêxistinên di bendaên 288 û 308 an de hatine hejmartin be dirêjahiya temenê xwe(ebedî) tê girtin.

Eger tenê mirov bibêje ez kurd im û ji bo mafê kurdan wek neteweyek cuda ji ya ereban kar bike, dikare cihê xwe di bin van bendan de bibîne. Di bin van sûcan de hemû karên çandî, siyasî û civakî yên bi kurdan ve girêdayî ne, cih digirin. Rêxistin û komelên ku di bendên 288, 308 de hatine hejmartin jî ev in: Bê erêkirina dewletê komelên siyasî û civakî yên navnetewî, komelên ku bi armanca kar û nivîsandinê, ji bo perçekirina gelê Sûrî tên avakirin[24].

Benda 291/1: Cezayê karên bi armanca guhertina qanûna bingehîn bi rêyên ne rewa bi kêmayî 5 sal heps in(Qanûna tewanbariyê).

Qanûna bingehîn ya Sûrî mafên kurdan nas nake û kesê sûrî tev ereb dibîne. Çanda erebî û siyaseta erebkirinê wek bingeh digire. Bi serkêşiya partiya Ba’s dewletê bi rê ve dibe. Di rewşek weha de, eger mirov navê kurdan jî bîne ziman, dikare bikeve bin hikimê vê bendê û armanca wî, bi awayekî ne rewa, guhertina destûrê, bê nas kirin.

Benda 329/1 ji qanûna tewanbariyê: Herkomelek bi dizî tê belavkirin û dest li ser malên wê tê danîn.

329/2: Her wezîfedar di vê komelê de ji 6 mehan heta 2 salan hepis dibe û ji 100-500 lêreyê sûrî dide. Endamên din bi nîvên van ceza tên hikimkirin.

Ji xwe avakirina komel û saziyan ji bo kurdan qedexe ye. Hemû karên kurdayetiyê yên kulturî, siyasî, civakî û yên din bi dizî dibin û her kurdekî di vê derbarê de kar û xebatê bike ev ceza li pêşiyê ne. Ne tenê endam rastî vî cezayî tên, kesên beşdarî civînên van komelan dibin û li wî cihî bên dîtin jî, bi eynî ceza hikim dibin[25].

5- Kurd û rewşa awerte li Sûriyê

Qanûna rewşa awerte li Sûriyê bi hejmara 51, mêjû 22.12.1962, derket. Bendên 1 û 2 ji vê qanûnê maf didin hêza birêvebiriyê ku rewşa awerte li Sûriyê bidin zanîn:

Bend 1/a: Di rewşa şer de, yan rewşek ku şer nêzîk dike, yan rewşa ku bisedema nerehetiya giştî ya hindurîn yan karîseyên giştî hêminî û birêvebiriya giştî li Sûrî yan perçeyekî ji xaka wê dike xeterê, , rewşa awerte dikare bê danezanîn.
1/b: Ev rewşa awerte dikare ji bo tevahiya Sûrî, yan perçeyekî    jê be.                             
2/a: Rewşa awerte, bi danezanekê ji ancumana wezîran ku bi serokatiya serokê komarê dicive û bi 2/3 ji dengan tê danezanîn û divê ji bo civîna yekemîn ya parlemanê bê pêşkêşkirin
.

Di mêjûya 8.3.1963 an de, dema Partiya Ba’s bi lêdanek leşkerî hat ser desthilatdariyê û bi fermana leşkerî hejmar 2, rewşa awerte li Sûriyê hat danezanîn[26]. Ji vê mêjûyê û heta niha ev rewş dewam dike. Hakimê awerte

(leşkerî) serok wezîr e, cîgirê wî wezîrê hidurîn e û fermanên xwe ji serokê komarê digirin. Ev qanûn rojekê, ji bo erêkirinê, pêşkêşî parlemanê nebûye. Di karvaniyê de, cihê destûrê digire tevî ku destûr piştî wê bi 10 salan hat danîn.

Destûra sûrî, li aliyekî azadiya kesan berz digire (bend ji 25 heta 33), li aliyê din qanûnên awerte li Sûrî rewa dike û dixwaze kirasekî hiqûqî lê bike:

Bend 153: Qanûnên berî danezanîna vê destûrê ku di karvaniyê de bûn dewam dikin heta ku bên guhertin (destûr, 208, 13.3.1973).

Ev rewş, hem tevîheviyek hiqûqî li Sûrî peyde dike, hem qanûnên Sûrî tev bêkêr dike. Tenê sêgoşeya ku serokê komarê, serokê wezîran û wezîrê hidurîn nûneriya wê dikin cihê qanûnê digire û dibe saziya hiqûqî ya herî bilind li Sûriyê.

Ji bo ev saziya qanûnî ya nehiqûqî ne mafdar bikari be rêvebiriya dewletê bike, qanûnên din yê girêdayî qanûna rewşa awerte derxistine. Ji van qanûnan:

1.  Qanûna parastina şoreşê, hejmar 6, mêjû 7.1.1965 e. Benda 4/a ji vê qanûnê dibêje: Kiriyarên ku karên di benda (3/a, 3/b, 3/c, 3/d) de dikin, bi dirêjahiya temen (ebedî) yan girantir (bidarvekirin) tên cezakirin.

Karên ku di benda 3 yan de hatine jimartin: Karên ku ji avahiya sosiyalîst ya dewletê cuda, çi hati bin cih, yan bi gotin û nivîsandinê bin, yan bi destekên din yên derbirînê û belavkirinê bû bin.

Helbet, hemû karên ne li gora dîtin, kirin û bîrdoza Partiya Ba’s, cihên xwe di bin van bendan de digirin. Ji bo gelê kurd tê wê wateyê, hemû kar û xebatên ji bo kurdayetiyê, çiqasî biçûk bin jî, dikarin bibin sedema cezayê zindanê yê dayîmî yan jî mirinê. Ji ber ku bîrdoza Partiya Ba’s kurdan ne wek netewe nas dike, ne jî, wek hemwelatiyên sûrî.

2.  Qanûna dadgeha hêminiya dewletê ya bilind, hejmar 47, mêjû 28.3.1968. Ev dadgeh dikare hemû dozan bigire bin destên xwe. Mafê kesên bersûc nîn e ku parêzerekî ji bo parastinê bigire, eger ev parêzer hebe jî, tenê dosiyan dide dadgehê, mafê parastinê pê re nîn e. Li biriyarên vê dadgehê veger nîn e. Serokê komarê biriyaran erê dike, yan bi şûn de vedigerîne, yan jî, ceza kêm dike. Rûniştinên dadgehê girtî û veşartî ne[27]. Piraniya kesên kurd ku tên girtin derdikevin pêşberî vê dadgehê.

3.  Qanûna çêkirina birêvebiriya parastina dewletê hejmar 14, mêjû 15.1.1969. Bend 16 ji vê qanûnê dibêje: Çênabe kesên ku di vê rêvebiriyê de kar dikin, ji bilî fermana birêvebir, li ser sûcên ku dema bicihanîna karên xwe, dikin bên dûvşopandin. Her weha bend 30 dibêje: Ev qanûn nayê belavkirin û ji mêjûya deranînê dikeve kar.

4.  Qanûna rêxistinên hidurîn yên birêvebiriya hêminiya dewletê hejmar 549, mejû 12.5.1969. Bend 74 ji vê qanûnê: Kakerên birêvebiriya hêminiya dewletê, kesên bi wan re kar dikin yan bi wan re di peymanê de ne, çênabe raste rast, bi sedema sûcên ku di karê xwe de dikin, derkevin pêşberî dadgeriyê......  Bend 101: Ev qanûn nayê belavkirin û ji mêjûya qanûna 14, 15.1.1969 an ve dikeve kar.

Ev hêzên parastinê ku di van her du qanûnan de tên ziman, li herêma kurdan, bêtir ji her cihên Sûrî livbaz in. Dikarin mirovan, bêdadgeh bi salan biavêjin zindanê, azar û lêdan, zordarî û destdirêjahiya li ser jiyana mirovên kurd, ji destên van hêzan bûye dîmenek jiyana rojane. Hêzên ku bi van her du qanûnan hatine avakirin: Parastina leşkerî, parastina hêzên hewayî, parastina serokatiya komarê, parastina siyasî, parastina yekîniyên taybet, parastina zanîngehan, parastina giştî, parastina derve, şaxê filestîn,

Li her cihên Sûrî û bi dehan navendên van hêzên parastinê hene û her yek ji wan xwedî maf e mirovan bigire, azarê bide wan û pir caran jî, di bin azarê de bikuje û winda bike. Ev hêz, li Sûrî, bi girtin, azardan û şêlandina mirovên kurd pir bi nav û deng in. Piraniya kesên kurd ku koçber bûne, hem ji ber zilm û zora wan û hem bi rêya wan reviyane derveyî welat. Hemû rêyên jiyanê li ber kurdan digirin û bi rêya qaçaxçiyên bi xwe ve girêdayî, piştî şêlandina hemû mal û heyîna wan, wan derdixin derve.

Qanûna rewşa awerte maf dide serok wezîr û wezîrê hindurîn yên Sûrî û saziyên bi wan ve girêdayî wek parêzvanên herêman û hêzên parastinê ku biriyaran derxînin û ev biriyar wek qanûn bi rê ve diçin. Di rastiyê de, li herêmên kurdan, Cizîrê, Efrîn, Kobanî, tenê ev biriyar û qanûnên awerte jiyana hiqûqî ya kurdan çarçove dikin. Her kurdek ji mêjûya jidayîkbûna xwe, tenê ji ber ku kurd hatiye jiyanê, tewanbar e.

6- Kurd, qanûnên sûrî û qanûnên navnetewî.

Gelê kurd li Sûriyê wek netewe, hem wek kesên hemwelatiyên sûrî, xwedî mafên jiyan, azadî, aborî, kultûr, azadiya mejî û hizir, ... û hemû mafên xwezayî û rewa yên mirovahî ye. Ew mafên ku di qanûnên navnetewî de, ji bo hemû mirovên cihanê rewa ne, ji bo gelê kurd rewa û pêdiviyek jiyanî ne. Lê berevajî vê ev maf bi tevahî û bi darê zorê ji kurdan hatine girtin û qedexe ne.

Sûriya wek aliyekî hiqûqî di qanûna navnetewî de, divê xwe li gora van qanûnan bilivîne û qanûnên xwe yên hindurîn, di çarçoveya wan de saz bike. Ji ber ku wê bi xwe ev qanûn û peyman pejirandine.

Bi qanûna hejmar 184, mêjû 9.8.1970, Sûriya tevî „peymana Viena ya qanûna peymanan, sala 1969 an bû“. Benda 27 ji vê peymanê weha dibêje: Çênabe aliyekî di peymanê de, bendên qanûna xwe ya hindurîn, ji bo nepêkanîna peymanê bike bihane.

Bi awayekî vekirî û li ser bingeha „ peyman qanûna aliyên peymanê ye“, peymanên ku ji aliyê dewletan ve tên pejirandin di ser qanûna hindurîn re ne, heta ku ev qanûna hindurîn destûr bi xwe be jî.

Li gora qanûna peymanan ya navnetewî sala 1969 an û pejirandina vê peymanê ji aliyê Sûrî ve sala 1969 an, divê hemû peymanên ku Sûrî pejirandine, di ser qanûna hindurîn re bên girtin. Ji van peymanan: Peymana navnetewî ya mafên sivîl û siyasî (19.12.1966) û peymana navnetewî ya mafên aborî, civakî û kultûrî (19.12.1966), emê wek mînak bigirin. Berî danîna destûra sûrî ya sala 1973, sûrî tevî van her du peymanan bûye û pejirandine.

Benad 1 ji peymana mafên sivîl û siyasî: Hemû gel xwedî maf in ku bi xwe biriyarê li ser çarenûsa xwe bidin. Bi hêza vî mafî, ew  bi xwe, azad, li ser siyaset, rêxistina azad ya aborî, civakî û pêşveçûna kultûrî biriyar didin.

Bend 2/1: Divê her aliyê peymanê xwe mecbûr bike ku mafên di vê peymanê de hatine bi rêzdarî bigire û ji bo hemû kesên herêma xwe, di bin desthiladariya xwe de, bêcudahî, bi taybetî li gor nîjad, reng, cins, ziman, dîn, dîtinên siyasî û yên din, netewî, civakî, mal, zayîn yan tiştên din, bipejirîne.

Di serî de, qanûna rewşa awerte li Sûriyê ku bê sînorkirina cih û demê bûye qanûnek dayîmî ji bo Sûrî, bi tevahî li dijî hemû qanûnên navnetewî û vê peymanê ye. Ev qanûn hemû mafên gelê kurd wek netewe û wek beşekî ji hemwelatiyên sûrî bin pê dike.

Destûra sûrî ku ne ji dûr û ne ji nêzîk pirsa gelê kurd li Sûrî û navê kurdan nayîne ziman, gerek bû li gora vê peymanê bê guhertin, ji ber ku li dijî bendên wê ye. Lê daxwaza vê guhertinê, li Sûrî, wek me li jor aniye ziman gunehekî mezin e dikare bibe sedema bidarvekirinê „qanûna parastina şoreşê“.

Eger em mafên ku di vê peymanê de hatine jimartin bînin ziman, bi taybetî:

Bendên (6/1, mafê jiyanê), (bend 7, azar), (bend 9/1, azadiya kesayetî û hêminî) û bi tevahî bendên peymanê û berheviyekê di navbera van mafan û rewşa gelê kurd ya qanûnî li Sûrî çêbikin, emê  dijberiyek seyr bibînin, ji ber kurd li Sûriyê ji van hemû mafan bê par in.

Benda 1/1 ji peymana navnetewî ya mafên aborî, civakî û kultûrî:

Hemû gel xwedî maf in ku bi xwe li ser çarenûsa xwe biriyar bidin. Bi hêza vî mafî ew bi xwe, li ser siyaset, birêvebiriya azad ya aborî û pêşveçûna civakî û kultûrî biriyar didin.

Bi tevahî qanûnên sûrî û bi taybetî rewşa hiqûqî û qanûnî ya kurdan li Sûrî, li dijî hemû peyman, qanûn û mafên mirovan yên navnetewî ne.

Kurd wek netewe, wek gel û wek mirov ji hemû mafêm mirovahî yên rewa bê par in. Bîrdoza partiya Ba’s, destûra sûrî ku ew bi xwe jî bêtir ji destûra welatekî, daxuyaniyek siyasî, bîrdozî û nijadperestî ye û rewşa awerte û hemû qanûnên pê ve girêdayî tev binpêkirina, bi giştî mafên mirovên sûrî û bi taybetî yên gelê kurd e û ev di serî de, berpirsiyariya mirovahî û civaka navnetewî ye.

-----------------------------------

 Jêrenot

[1] Allgemeine Länderinformationen, Syrien, Internernet.

[2] Selah Bedredîn, Kurd wek gel û doz( Alakrad şa’ben we qedîyeten), dar alkatib, Libnan 1987, rûpel 166-169.

[3] Dîroka Sûriya û Libnan di bin rêvebiriya Firansa de, Stefin Humslî Lowingirig, rûpel 312, Dar Alhaqîqe, Beyrût 1978.

[4] Peymana Sêfer, 10.8.1920:

Bend 62: Komisiyonek navenda wê li Qistentîniyê, ji dewletên Birîtaniya, Firansa û Îtaliya çêdibe, ev komisiyon wê di nava şeş mehan de, pirojeya birêvebirina herêmî ji bo herêmên ku bi piranî kurd lê dijîn, li rojhilatê Ferad, başûrê sînorê başûr yê Ermêniye, bakurê Tirkiyê bi Sûrî re û navbera her du çeman.

Bend 63: Dewleta Tirk wê biriyarên van komisiyonên di benda 62 an de, ji mêjûya ku agahdar bibe, di navbera 3 mehan de bipejirîne û bîne cih.

Bend 64: Di nava salekê de, eger gelê kurd yê di vê herêma ku di benda 62 de hatiye ziman bixwaze serbixwe bijî û encumana hevbend bibîne ku hêjayê vê serxwebûnê ne û biriyar bide divê Tirkiya vê biriyarê bipejirîne û mafên xwe yên li ser vê herêmê berde.

[5] Partiya Ba’s di 08.03.1963yan de, bi lêdanek leşkerî hat ser desthilatdariyê.

[6] Dîrase an mûhafezet aljezîre min alnewahî alqewmiye, alijtîma’ia, alsiyasiye, Mûlazim ewel Muhamed Teleb Hîlal, Serokê liqê siyasî li Hisiçe.

[7] Dabirîna(mersûm) komarî hejmar 93, mêjû 23.08.1962.

[8] Benda 15an ji daxuyaniya navnetewî ya mafên mirovan, 10.12.1948:
Xal 1: Mafê her kesî heye ku nasnameyek wî hebe.
Xal 2: Çênabe bi zorê nasnameya tukesî jê bê girtin yan jî mafê guhertina nasnameyê jê bê sitandin..

[9] Bend 3/c, ji qanûna nasnameyê ya Sûrî, hejmar 276, sal 1969

[10] Benda 17an  ji daxuyaniya navnetewî ya mafên mirovan, 10.12.1948:
Xal 1: Mafê her kesî heye, bi tenê yan bi kesên din re ku xwedî milkiyet be.
Xal 2: Kes nikare bi zorê vê milkiyetê bişêlîne.

[11] Benda 15an ji qanûna bingehîn ya sûrî, dabirîna hejmar 208, mêjû 13.03.1973:
Xal 2- Jidestgirtina milkiyetê ya giştî qedexe ye.
Xal 3- Jidestgirtina taybet bi biriyarek dadgerî pêk tê.

[12] Benda 25an ji qanûna bingehîn, xal 1: Azadî mafekî pîroz e û dewlet azadiya hemwelatiyan ya kesayetî, rûmet û hêminayiya wan diparêze.

[13] Qanûna rewşa awerte hejmar 51, mêjû 12.12.1962, ji mêjûya 8.3.1963yan ketiye bikaranînê û heta îro dimeşe.

[14] Bend 8 ji qanûna bingehîn: Partiya Ba’sa erebiya sosiyalist serkêkêşiya civak û dewletê dike, pêşengiya   eniyek netewî pêşverû dike. Ji bo yekbûna karînên gel, di xizmeta armancên netewa ereb de, kar dike.

[15] „Her peyman yan karê ku armancên wan kirina sûcên di vê qanûnê de be, bi kêmayî, bi 6 meh hebis tê cezakirin“. Bend 12/a ji qanûna parastina partiya Ba’s.

Yek ji van karan di benda 5 de: „ Endametiya partiyek siyasî, yan jî endametiya partiyê (Ba’s) ji bo ji aliyekî siyasî yan partiyek din re karkirin“. Qanûna parastina Partiya Ba’s, hejmar 53, mêjû 8.4.1979.

[16] Ji sala 1972-1977, 33 gundên ereban li herêma kurdan hatin avakirin. Heta mêjûya 15.2.1978, navên 136 gund û bajarên kurdan bi navên erebî hatin guhertin. Bi biriyara 4524/N, mêjû 20.12.1997, navên 104 gund û werzeyên kurdan li Hisiçe, bi nvên erebî hatin guhertin. Bi biriyara 2123/N, mêjû 5.5.1998, navên 120 gund û werzeyên kurdan, li Hisiçe bi navên erebî hatin guhertin. Bi biriyara 580, mêjû 18.8.1977, navên 336 gund û werzeyên kurdan li Helebê bi navên erebî hatin guhertin. Bi biriyara 334, sal 1998, navên 209 dibistnên herêma kurdan bi navên erebî, li gor navên gundên nû hatin guhertin. (Erebkirina gund û bajarên kurdan, weşanên hevbendiya dêmokratî kurdî li Sûriyê)

[17] „ Gelê sûrî perçeyek ji netewa ereb e, têdikoşe ku yekîtiya ereban ya giştî ava bike“, bend 1/3

[18]  „ Zimanê erebî, zimanê fermî ye“, bend 3/4 ji qanûna bingehîn.

[19] „Armanca perwerdeyî û çandê avakirina nifşekî ereb, netewî, sosiyalîst û xwedî hizrên zanistî ye. Girêdayî dîrok û xaka xwe, serfiraz bi kelepora xwe û xwedî giyanek têr têkoşîn ji bo pêkanîna armancên netewa xwe...
( Helbet, mebest ji dîrok, xak, kelepor, netewe,... yên ereban, nivîskar)

[20] Bend  28/1: Her bersûc bêguneh e, heta ku bi hikimekî dadgerî bê tawanbarkirin.
28/2: Bêqanûnî çênabe kes bê sehkirin yan girtin..
28/3: Çênabe kes bi giyanî yan jî gewdeyî bê azarkirin...
Qanûna bingehîn 208, mêjû 13.3.1973

Bend 9 ji daxuyanî giştî ya mafên mirovan: „Çênabe kes bi zorê bê girtin, bikeve zindanê yan ji welat bê dûrkirin“.

[21] Biriyara parêzvanê Hisiçe Muhemed Mustefa Mîro, hejmar 1865/S/25, mêjû 2.12.1989, qedexekirina ziman, muzîk û dîmenên ne erebî.

Biriyara parêzvanê Helebê hejmar 768, mêjû 20.4.2000, girtina dikanên kasêt û vidiyo yên kurdan

Biriyara Parêzvanê Hisiçe, mêjû 24.2.1994, girtina cihên kar yên kurdan yên navên kurdî hildigirin.

Biriyara hejmar 2122, mêjû 5.5.1998, Erebîkirina navên 209 gundên kurdan.

Biriyara wezîrê hindur, hejmar 122, sal 1992, „ Hêzên parastinê berpirsiyarên dana navên zarokan e“

Biriyara wezîrê hindur Muhemed Herba, hejmar 1028/S, mêjû 31.12.2000: Kesên kurd ku nasnameya xwe winda dikin, di şûna ya windakirî de, yek nû nagirin heta erêkirina hêzên parastina leşkerî, siyasî û giştî nestînin.

[22] „Mafê bixwebiriyardanê yê her gelan heye. Bi hêza vî mafî biriyara azad li ser rewşa xwe ya polîtîk û avakirina aborî ya azad, pêşveçûna civak û kultura xwe didin“, bend 1 ji peyman mafên mirovan yên siyasî û civakî, mêjû 19.12.1966

[23] Qanûna tewanbariyê ya Sûrî, hejmar 148, mêjû 22.6.1949

[24] Qanûna tewanbariyê, 148, mêjû 22.6.1949. Qanûna çapemeniyê, hejmar 53, mêjû 8.10.1949, bend 65. Qanûna parastina şoreşê, hejmar 6, mêjû 7.1.1965, bend 3.

Ev sûc ji karê dadgeriya leşkerî yan jî dadgeha parastina dewletê ya bilind in.

[25] Qanûna tewanbariyê 148, 22.6.1949, bend 327, 328, 329, . Qanûna komel û saziyên taybet 93, 8.7.1958. Qanûna komelên hevkariyê 91, 8.7.1958. Qanûna avakirina yekîtiya giştî ya cotiyaran 127, 14.12.1964

[26] Parêzer Muhemed Alencerînî, lêkolînek qanûnî li ser qanûnên binpêkirinê li Sûriyê, sal 2000, kovara Aledale ya komisiyona mafên mirovên sûrî ( ji Internet www.shrc.org).

[27] Selîm Hesen, dadgeha hêminiya dewletê ya bilind, kovara internetî Aledale, hejmar 4, temûz 2002(www.shrc.org).

--------------------------------------

Çavkanî:

Menschenrechte, Ihr internationaler Schutz, Beck-Texte im dtv, 3. Auflage, ISBN 3 423055316, 1.12.1992.

Die Charta der Vereinten Nationen, 7. Auflage, Verlag C. H. Beck, ISBN 3 406 05709 8, 1979.

Alfred Verdross – Bruno Simma, Universelles Völkerrecht, Theorie und Praxis, 3. Auflage, 1984, ISBN 3-428-05708-2.

Samî Ehmed Namî, Dîmenin ji dîroka winda, APEC, Stockholm 2000, ISBN 91-89014-80-4.

 

قانون العقوبات السوري - المرسوم التشريعي رقم 148 تاريخ 22/6/1949

القانون الدولي العام ـ دكتور علي صادق ابو هيف ـ 1995 القاهرة ـ منشأة المعارف بالاسكندرية.

الصراع على ســـورية ـ باتريك ســيل

الأكــراد شــعبا وقضيـة ـ صـلآح بدرالدين ـ الطبعة الأولى 1987 ـ دار الكاتب ـ بيروت ـ لبنان

تعريب القرى والبلدات الكردية ـ التحالف الديمقراتي الكردي في سـوريا

دســتور الجمهورية العربية السـورية ـ 1973

دراســة عـن محـافظة الحسـكة ـ الملازم الآول محمد طلب هـلا ل ـ رئيس الشعبة السياسية بالحسكة

القضية الكردية في ســوريا ـ محمد ملا أحمد ـ منشورات مجلة هافيبون ـ برلين

دراسة قانونية للقوانين القمعية في سـورية ـ المحامي محمد العنجريني ـ مجلة العدالة الانترنتية

قانون الجنسية السوري

دفاعا عن الحقيقة ـ صلاح بدرالدين ـ 1991-

كـردسـتان الغربية بين مطـرقة الارهاب السـياسـي و سـندان الشـوفينية ـ الدكتور بيري شـاليار مطبوعات لجنة حقوق الانسان الكردي، العدد 4 لـندن 1992

 

 

 

 selim@bicuk.de  

Destpêkirina malperê:05.08.2006 / http://www.bicuk.de/ - © Selîm Biçûk
Design:
www.hesso.de