Helbest · Kurdî

… Qamişlo

Hawara te hêlana biyaniya min dinehwirîne, … Qamişlo

Ji dilê berbangê biherike…

were der!

Rewaniya peyvên nezayîn li ser termê helbesta şikestinê bihûne!

Ev veqetîn,

bêdawîbûna bêxewiyê û berdewamiya mirinê bû

Li şûnmayên talanê firtone bû

ez bi sawa tariyê çeper kiri bûm

ji sariya dilê êgir bedena min gur kiribû

Min şevreşkên te bi xewnerojkan mijûl dikirin

Li govenda evîndarên bêmirad me evîn bergor kiri bû

Bi henasa bihara te,

12 guliyên xelîyayî bûn berbejna vejînê

12 rûbar ji adarên şikestinê,

12 gul ji adarên vejînê,

12 dilop xwîn ji adarên bûkaniyê,

Ji dilê wî çiyayî dertê adara keskesoran,

û keldûmana dilê te bejna xecxecokan radipêçe

Keziyên evîndarên te ne, pîrozayiya vê beyanê

bi rengê sor dixemilînin vehejîna xewnê,

ji kîjan keserê,

ji kîjan serpêhatiyê,

ji kîjan lehiya xwînê,

ji kîjan Hewlêrê,

ji kîjan Amedê,

ji kîjan Mehabadê,

…ev vedeng dibe hawar Qamişlo?

Siwarên te ji guliyên têkçûnê

xewna nûhatinê dihûnin

Mizgîna biharê ne, ew 12 lalayên li ser dêmên bûkên te

Ev qêrîn bedewiya te li dilê hebûnê dineqişîne

sersibehiyên te bi xemlên amedî û hewlêrî adar pêşwaz dikirin

Îro 12 rengên başûrî, rojhilatî û bakurî bi beyanek qamişloyî dixemilînin

Birûsk, ji wan çaviyên sor gulşîlanan liba dikin

Çirayên te ronahiyê pêşwazî Hewlêrê dikin

Mom û çira li hev dibin mêvan

Agirê te dixemilîne biharê

De daweşîne şermezariya têkçûna hêviyan Qamişlo!

Her tu bûyî mizgîna xewnê

Li Zagrosê binefş bûyî

Li Botanê serkêşa govendê tu bûyî

Û li kolanên bajarê evînê, … tuyî Qamişlo

… tuyî Qamişlo

Şewat bi şewat

Agir bi agir

Gulşîlanên beyaniya te di rewrewkên xerîbiya min de dibişkivin

Li şopa domdoman sorgul zîl didin

Dengê tilîliya dayîkan li ba dibe

Ma ev kizîra şewatê ye?

Yan sirûda bîna biharê ye?

Binehwirîne beyana biyaniya min Qamişlo!

Binehwirîne!