Helbest · Kurdî

… Û ez ji min dizîm

Li kenarê xilmaşiyek sersem,

xuşîna çêm, me bi bişirîna xewnê radizand

Payîzokek mişexte,

bi ahenga Seremergê,

ava çêm miçiqand,

şev talan kir,

… ez bêdeng cefilîm,

li dengê Terqînê siwar bûm

bi bîna şevê…

ev sersemî…

ew bêrî…

seranser…

Hezarcaran hatim silavgeha perestgeha te

Hezarcaran hatim cihê civanê

Hezarcaran bûm perçe û parî

… min xwe nedît

Mişextiya xwe li kolanên tenahiyê diçêrînim

Bi heyranokan payîzokên te radizînim

Perçe û pariyên xwe dikim seyrangeh,

li pêşwaziya hevdîtinê radixim

Li ber derî,

li qerexê çêm,

li kenarê mirina yekalî

ji bo maça dawî, dibim bişirîna bişkuvîna sorgulan

Ev zarîn,

xweristiya hejîna bejna te ye

bi bêrîkirina bîranîna lêvan,

ber bi perestgeha dilê tarî,

bêhejmar çûna min ber oxir dibe

hatina min wêran dibe

Dîsa dimînim,

li xwe digerim,

te nabînim…