|
|
|
Cînav û rastnivîsandina cînavan
Selîm Biçûk
Cînav, di zimanê Kurdî de peyveke şûna navan
digire. Mîna:
Hogir diçe kar.
Ew diçe kar.
Şêro leheng e.
Ew leheng e.
Şêrînê berx birin çolê.
Wê berx birin çolê
Gelê Kurd li ber xwe da.
Wî li ber xwe da.
Wek tê xuyakirinê, cînavên: Ew, ew, wê û wî şûna
Hogir, Şêro, Şêrînê û Gelê Kurd digirin û di
hevokê de bi delameta van navan radibin.
Beşên cînavan
Cînavên kesok (kesanî):
Ev cînav şûna navên kesan digirin. Ew jî, du awa
ne:
1. Awayê rast:
A- Yekhejmar: Ez, tu, ew
Kesê yekemîn, yê ku dipeyive: Ez
Kesê duwemîn, yê ku pê re tê axaftinê: Tu
Kesê sêyemîn, yê kû axaftin li ser e û ne amade
ye: Ew
B – Kom: Em, hun, ew
Kesên yekemîn, yên ku dipeyivin : Em
Kesên duwemîn, yên ku bi wan re tê axaftinê: Hun
Kesên sêyemîn, yên ku li ser wan tê axaftinê û
ne amade ne: Ew
2. Awayê tewandî:
A – Yekhejmar: Min, te, wî, wê
Kesê yekemîn, yê ku dipeyive: Min
Kesê duwemîn, yê ku pê re tê axaftinê; Te
Kesê sêyemîn, yê ku axaftin li ser e lê ne li
wir e
Ji bo nêr; Wî
jibo mê: Wê
B – Kom: Me, we, wan
Kesên yekemîn, yên ku dipeyivin; Me
Kesên duwemîn, yên ku bi wan re tê axaftinê: We
Kesên sêyemîn, yên ku li ser wan tê axaftin û ne
amade ne: wan
1. Awayê rast
Bi lêkerên derhingêv re:
Di dema berê(buhêrk) de berkarê durust tên:
Xebat(î) ez dîtim. wî ez dîtim.
Şêrînê tu dîtî. wê tu dîtî.
Dilberê ew dît. wê ew dît.
Hewesê em dîtin. wê em dîtin.
Comerd(î) hun dîtin. wî hun dîtin.
şevger(î) ew dîtin. wî ew dîtin.
Cînavên: Ez, tu, ew, em, hun û ew di hevokên
jorîn de berkarên durust in.
Di dema niha de (nihok) kirde (kiryar) tên:
Ez xebat(î) dibînim. Ez wî dibînim.
Tu Şêrînê dibînî. Tu wê dibînî.
Ew Dilberê dibîne. Ew wê dibîne.
Em Hewesê dibînin. Em wê dibînin.
Hun comerd(î) dibînin. Hun wî dibînin.
Ew Şevgerî dibînin. Ew wî dibînin.
Cînavên: Ez, tu, ew, em, hun û ew di hevokên
jorîn de kirde ne (kiryar in).
Di mandê de (pêşedemê de) kirde tên
Ez ê gulê av bidim. Ez ê wê av bidim.
Tu yê (tê) sêvê bixwî. Tu yê wê bixwî.
Ew ê Amedê pîroz bike Ew ê wê pîroz bike.
Em ê serxwebûnê bibînin. Em ê wê bibînin.
Hun ê şoreşê pêş de bibin. Hun ê wê pêş de bibin.
Ew ê Newrozê geş bike. Ew ê wê geş bike.
Cînavên: Ez, tu, ew, em, hun û ew di hevokên
jorîn de Kirde ne (Kiryar in).
Bi lêkerên nederhingêv re :
Di herdeman de kiryar ( kirde ) tên. Mînak:
Nihok
Ez difirim.
Tu difirî.
Ew difire.
Em difirin.
Hun difirin.
Ew difirin.
Pêşedem
Ez ê biçim
Tu yê( tê ) biçî.
Ew ê biçe.
Em ê biçin.
Hun ê biçin.
Ew ê biçin.
Buhêrk
Ez ketim
Tu ketî.
Ew ket.
Em ketin.
Hun ketin.
Ew ketin.
Ev awayê cînavan di herdeman de bi lêkerên
nederhingêv re tên bikaranînê, lê bi lêkerên
derhingêv re,tenê di dema nihok û pêşerojê de
tên bikaranînê. Herwiha bi navan re bi alîkariya
lêkera "bûn" tên bikaranînê. Mînak:
Ez kurd im.
Tu kurd î.
Ew kurd e.
Em kurd in.
Hun kurd in.
Ew kurd in.
Ez im.
Tu yî.
Ew e.
Em in.
Hun in.
Ew in.
Ez pale me.
Tu pale yî.
Ew pale ye.
Em pale ne.
Hun pale ne.
Ew pale ne.
2. Awayê tewandî
Ev awayê cînavan tenê bi lêkerên derhingêv re
tên bikaranînê:
a. Di dema berê (buhêrk)de kirde ne ( kiryar in
):
Min al hilda.
Te al hilda.
Wê al hilda.
Wî al hilda.
Me al hilda.
We al hilda.
Wan al hilda.
b. Di dema niha ( nihok ) de berkarên durust in:
Nazê min dibîne.
Nazê te dibîne.
Nazê wê dibîne.
Nazê wî dibîne.
Nazê me dibîne.
Nazê we dibîne.
Nazê wan dibîne.
c. Di pêşedemê( mandê ) de berkarên durust tên:
Gulê dê min bibîne.
Gulê dê te bibîne.
Gulê dê wê bibîne.
Gulê dê wî bibîne.
Gulê dê me bibîne.
Gulê dê we bibîne.
Gulê dê wan bibîne.
d. Di herdeman de berkarên ne durust tên:
Azad (î) li min dixe. ( Nihok )
şêrînê li te xist. ( Buhêrk )
şermînê dê li wî bixe. (Pêşedem)
Ev awayê cînavan bi navan re nayên bikaranînê.
Em dibêjin:
Ez şoreşger im.
Tu kurd î.
Ew bedew e.
Di Kurmancî de nabe, em bibêjin :
Min şoreşger im.
Te kurd î.
Wê bedew e.
Cînav hemû bêzayend in ( bêcins in ),tenê di
awayê tewandî de, kesê sêyemîn ( wî, wê ) bi
zayend e." wî " ji bo nêr û " wê " ji bo mê tê
bikaranînê. Mînak:
Hawar dijmin lerizand. Wî dijmin lerizand.
Şêrîn dijmin lerizand. Wê dijmin lerizand.
Cînavên kesok herdem kirde yan jî, berkar in.
Cînavên bêhêl
Cînavên bêhêl di kurdî de herdem berkar in û
şûna cînavên kesok digirin. Cînavên bêhêl ev in:
ê, hev, êk, xwe.
Ê
Ev cînavê bêhêl, herdem yekhejmar e, li dû
lêkeran tê û şûna " wî " û " wê " digire. Mîna:
Min tiving da Sozdarê. Min tiving da wê. Min
tiving dayê.
Min gul da Azadî. Min gul da wî. Min gul dayê.
Sozdarê -> wê -> ê
Azadî -> wî -> ê
Ev cînav bi daçekên ( ji, li, bi, di ) re dibe
yek û bi vî awayî cînavên lihevxistî tên
çêkirinê. Mîna:
Li wî xist Lê xist
Li wê xist Lê xist
Bi wî çû Pê çû
Bi wê çû Pê çû
Di wî de çû Tê de çû
Di wê de çû Tê de çû
Ji wî pirsî Jê pirsî
Ji wê pirsî Jê pirsî
Li wî ( li wê ) Lê
Bi wî ( bi wê ) Pê
Di wî ( di wê ) Tê
Ji wî ( ji wê ) Jê
Mînak:
Min li dijmin xist. Min li wî xist. Min lê xist.
Şêro ji Şêrînê pirsî. Şêro ji wê pirsî. Şêro jê
pirsî.
Ez bi pênûsê dinivîsînim. Ez bi wê dinivîsînim.
Ez pê dinivîsînim.
Ez di zanîngehê de me. Ez di wê de me. Ez tê de
me.
Cînavê bêhêl " ê " şûna berkarên durust digire.
Mîna:
Min gula sor da Hêvînê. Min gula sor da wê. Min
gula sor dayê.
Lê ev cînav bi daçekan re şûna berkarên ne
durust digire. Mîna:
Min ji Gulê pirsî. Min ji wê pirsî. Min jê pirsî.
Hev
Ev cînav ji ( hev û din ) ku di şûn de bûye:
hevdin , hatiye kurtkirinê û bûye hev. Hev, şûna
berkarên durust jî û yên ne durust jî, digire.
Mînak:
Me hev dît.
Gulê û Şêrînê hev dîtin.
Xwendekar û gundiyan hev dîtin.
Me li hev xist.
Şêrînê û Sozdarê ji hev pirsîn.
Gundî û polîs bi hev çûn.
Cînavê "hev" bi daçekan re dibe yek û cînavên
lihevxistî çêdike.
Bi hev Pev
Ji hev Jev
Di hev Tev
Li hev Lev
Mînak:
Em bi hev re çûn. Em pev re çûn.
Ji hev çûn. Jev çûn.
Di hev de bûn. Tev de bûn.
Li hev hatin. Lev hatin.
Êk
Ev cînav jî, bi wateya " hev " tê . Ji (êk û
din) ku di şûn de bûye ( êk din ) hatiye
kurtkirinê û bûye êk . Ev cînav jî, mîna hev tê
bikaranînê. şûna berkarên durust digire.
Mînak:
Noşîn û Hêvî êk dîtin.
Cegermij û Noşeng êk pîroz kirin.
Şûna berkarên ne durust jî, digire. Mîna:
Me ji êk (jêk) pirsî.
Roşeng û Noşeng li êk ( lêk ) xistin.
Cînavê bêhêl " êk " bi daçekan re dibe yek û
cînavên lihevxistî çêdike .
Bi êk Pêk
Li êk Lêk
Ji êk Jêk
Di êk Têk
Mînak:
Em bi êk hatin Em pêk hatin.
Em li êk hatin Em lêk hatin.
Em ji êk çûn Em jêk çûn.
Em di êk de çûn Em têk de çûn.
Xwe
Ev cînavê bêhêl bi cînavê (rajêr) tê binavkirinê.
Cînavê "xwe" şûna nav û cinavên nêr û mê kom û
yekhejmar digire. Mînak:
Min al da destê hevalê xwe.
Ez ji gelê xwe re dibêjim:" An kurdistan, an
Kurdistan ".
Dema ku kirde û berkar di hevokê de yek kes be,
cînavê "xwe" şûna berkar digire. Mîna:
Min xwe nas kir.
Te xwe dît.
Wî xwe şişt.
Cînavê "xwe" herdem berkar e, lê carnan bi
kirdeyekî din re dibe kirde, dema du kes bi kar
radibin. Mînak:
Ez û hevalê xwe çûn çiyê.
Min û hevala xwe pirtûk xwend.
Nasîn
1. Dema çend cînav di hevokê de hebin, li gor
kesan rêz dibin:
Ez, tu, ew, em, hun, ew.
Min , te, wî, wê, me, we, wan.
Mînak:
Ez û ew, em çûn bajêr.
tu û ew heval in.
2. Eger di hevokê de çend lêker bi kirdeyekî pêk
hati bin, kirde careke tenê tê gotinê. Wek:
Ez çûm, gihîştim û vegeriyam.
Lê eger lêkerin derhingêv û hin nederhingêv bin
li gor lêker cînav tê bikaranînê:
Ez çûm, min dît.
Ez çûm, min xame kirî.
Em çûn, me hesp ji xwe re kirî.
Cînavên nîşandek
Ev cînav şûna navên dûr û nêzîk, bi awayekî ku
van navan nîşan dikin digirin. Ev cînav ev in:
1. Cînavên ku dûrbûn û nêzîkbûna navê ku şûna wî
digrin, diyar nakin, lê tenê hejmar û zayenda
navdêr diyar dikin.
ji bo zayendê nêr û yekhejmar : yê
Yê ku te dît hevalê min bû.
Ji bo zayendê mê û yekhejmar : ya
Ya ku te dît mamoste bû.
Ji bo koma herdu zayendan : yên
Yên ku te dîtin pêşmerge bûn.
Ev cînav bi serê xwe nayên. Herdem bi cînavên
girêdanê ( ku ) re tên û kirde ne.
2. Cinavên nîşandek ji bo navdêrên nêzîk : Ev
Ev hat.
Ev hevalê min e.
Ev hevala min e.
Ev cînav li gor navderê ku nîşan dide, tê
tewandinê:
Ji bo nêr yekhejmar dibe : Evî
Evî kalî got.
Ji bo mê yekhejmar dibe: Evê
Evê keçê ez dîtim.
Jibo nêr û mê kom: Evan
Evan keç û xortan got.
Gelek caran tîpa "e" ji " evî, evê, evan " tê
avêtinê û dibin: Vî, vê, van.
Ji bo kûrkirin û xurtkirina hizra nîşandinê "ev"
bi zêderê re tê û dibe : eva, evê, evên.
Evê hat heval e.
Eva hat şervan e
Evên hatin mamoste ne.
Carna "ha" dikeve dawiya cînavê nîşandek û
zêderê û ew jî, dibe cinavekî nîşandek :
Evê ha, eva ha, evên ha.
Evê ha Azad e.
Eva ha Şêrîn e.
Evên ha Azad û Şêrîn in.
3. Cînavên nîşandek jibo navderên dûr:
Ew
Ew xort kî ye?
Ew hevala min e.
Ew heval hatin.
Ev cînav jî, li gor navê ku nîşan dike, tê
tewandinê.
Ji bo nêr, yekhejmar dibe: Ewî
Ewî xortî çi got?
Ji bo mê, yekhejmar dibe: Ewê
Ewê keçê xelat girt.
Ji bo nêr û mê kom dibe: Ewan
Ez ewan keç û xortan hez dikim.
Ji bo kûrkirin û xurtkirina hizra nîşandinê "ew"
bi zêderê re tê û dibe: Ewê, ewa, ewên.
Ewê hat xortekî jîr e.
Ewa hat keçeke bedew e.
Ewên hatin xort û keçên gundê me ne.
"Ha" dikeve dawiya cînavê nîşandek û zêderê û ew
bixwe jî, dibe cînavekî nîşandek:
Ewê ha, ewa ha, ewên ha.
Ewê ha li ber xwe dide.
Ewa ha xebatê dike.
Ewên ha têkoşer in.
"Ew",di awayê xwe yê tewandî de, gelek caran "a"
davêje û dibe: Wî, wê, wan
Wî xortî xweş got.
Wê keçê xame hilgirt.
Wan keç û xortan serî hildan.
Di vê rewşê de, ji wateya hevokê mirov cudayiyê
dixe navbera cînavên kesok ( wî, wê, wan ) û
cînavên nîşandek ( wî , wê, wan ) .
Cînavê nişandek ( ev, ew ) kirde jî û berkar jî,
tên bikaranînê.
Lêkerên derhingêv bi evî, evê, ewî, ewê re
Nihok
Di nihokê de, ev cînav şûna berkarên durust û ne
durust digirin:
Ez ewî (ewê) dibim dibistanê.
Ez evî (evê) dibim seyranê.
Berên li ewî ( ewê ) dixe.
Berên li evî ( evê ) dixe.
Buhêrk
Di buhêrkê de, ev cînav şûna kirde digirin:
Evî (evê) nan xwar.
Ewî (ewê) pîvaz xwar.
Di vê rewşê de şûna berkarê nedurust jî, digirin:
Berên li evî ( evê) xist.
Berên li ewî ( ewê) xist.
Pêşedem
Di vê demê de şûna berkarên durust û nedurust
digirin:
Ez ê ewî (ewê) bitirsînim.
Ez ê ewî (ewê) bibînim.
Mamoste dê ji ewî( ewê) bipirse.
Mamoste dê ji evî (evê) bipirse.
Lêkerên derhingêv bi (ev, ew) re
Nihok
Di nihokê de şûna kirde digirin:
Ev nên dixwe.
Ew avê vedixwe.
Pêşedem
Di pêşedemê de, şûna kirde digirin.
Ev ê min bigire.
Ew ê te bibîne.
Buhêrk
Di buhêrkê de, şûna berkarê durust digirin:
Min ev dît.
Min ew xwar.
Lêkerên nederhingêv bi ( ev, ew ) re
Herdem şûna kirde digirin.
Ev çû welêt.
Ew ji Botanê tê.
Ev diçe dibistanê.
Ew difire.
Ev ê bikeve avê.
Ew ê ji bajêr derkeve.
Lêkerên derhingêv bi (evan,ewan) re
Buhêrk
Di buhêrkê de şûna kirde digirin:
Evan xwar.
Ewan em dîtin.
Nihok
Di nihokê de şûna berkarê durust û ne durust
digirin:
Ez evan dibînim.
Ez ji wan dipirsim.
Pêşedem
Di pêşedemê de şûna berkarê durust û ne durust
digirin
Ez ê evan bişînim welat.
Ez ê ji wan bipirsim.
Nasîn
Hin cînavên nîşandek di devok de awayên xwe
winda kirine û ketine awayekî din:
Evê ha vîna vaya
Eva ha vêna vaya
Evên ha vêna vana evana
Ewê ha wîna waya
Ewa ha wêna waya
Ewên ha wêna wana ewana
Lê ya durust ev e:
Ev, evî, evêha, evê, evaha, evan, evên, evênha.
Ew, ewî, ewêha, ewê, ewaha, ewan, ewênha.
Cînavê nîşandek "ev" bi bêjeyên : şev, roj û sal
re dibe " î ".
Ev şev îşev
Ev roj îroj
Ev sal îsal
Cînavên pêgehîn ( girêkî )
Cînavê pêgeh dikeve paşiya navdêr an cînavekî
din û wan bi hevoka di pey wan re girê dide.
Cînavê pêgehîn di zimanê kurdî de yek e. Ew jî,
ev e: Ku
Cînavê "ku" di hevokê de, carna kirde û carna
berkar e.
Kirde
Ê ku tu dîtî heval bû.
Mirovê ku tu dîtî heval bû.
A ku tu dîtî şoreşger bû.
Keça ku tu dîtî şoreşger bû
Berkar
Ê ku te dît pêşmerge bû.
Kesê ku te dît gerîla bû.
A ku te dît şehîd ket.
Keça ku te dît şehîd ket.
Evê ku tu dibînî mamoste ye.
Cînavê (ku) bi zêderê re tê bikaranînê : Ê ku, a
ku, ên ku, êd ku
Cînavê (ku) bi cînavên nîşandek re tê bikaranînê:
Evê ku, eva ku, ewê ku, ewa ku, evên ku, evêd ku,
ewên ku, ewêd ku,.
Mînak:
Xameya ku min kirî sor e.
Hespê ku te kirî boz e.
Ev çiyayê ku tu dibînî Cûdî ye.
Azadê ku tu nas dikî hevalê min e.
Di zimanê kurdî de, ji cînavê pêgeh û pê ve (ku)yeke
din heye pêwend (gihanek) e ev (ku) du hevokan
digihîne hev û herdem li pey lêkeran tê. Mîna:
Em hatin ku em bixwînin.
Em diçin çiyan ku em azad bibin.
Carna (ku) bi wateya heke(eger) tê, hingê (beriya
lêker) jê re tê gotinê.
Ku gel serî hilde emê azad bibin.
Ku şervan bên gund em ê dilşad bibin.
Cînavên pirsiyariyê
Cînavên pirsiyariyê di hevokên pirsiyarî de,
şûna navan digirin û li gor pêkhatina hevokê
carna berkar û carna kirde ne. Cînavên
pirsiyariyê ev in:
Kî, kê, kîjan, çi, çend, ku, çima, jiber çi,çawa,
kengî, ji kengî ve, li kuderê, bi kuderê ve, ji
kuderê ve, di kuderê re, di kuderê de, ma,...
Kî ( ki )?
Ev cînav di hevoka pirsê de şûna navê mirovan
digire.
Di lêkerên derhingêv de:
Buhêrk
Kî? şûna berkarê durust digire. Mîna:
Te kî (ki) dît.?
We kî(ki) tirsand?
Nihok
Kî? şûna kirde digire. Mîna:
Kî sêvê dixwe?
Kî bersiva min dide?
Pêşedem
Kî? şûna kirde digire. Mîna:
Ki yê ( kî dê ) pirtûkê bixwîne?
Ki yê ( kî dê ) min bigire?
Di lêkerên nederhingêv de
Kî? Herdem kirde ye.
Kî hat gund?
Kî diçe bajêr?
Ki yê biçe bajêr?
Kî? Tê tewandinê û dibe (kê?).
Kîjan?
Ev cînavê pirsiyarî ji van bêjeyan tê bikaranînê:
(kî, ji, van, yek) yan jî, (kî, yek, ji van) û
li gelek deverên Kurdistanê, bi van awayî tê
bikaranînê: kîjan, kujan yan jî, kîjik.
Ev cînav ji bo kes û tiştan tê bikaranînê. Kîjan,
li gor navdêra ku şûna wê digire tê tewandinê û
bi navê nêr re dibe: Kîjanî û bi yên mê re dibe:
Kîjanê. Bi koma herdu zayendan re dibe: Kîjanan.
Mînak:
Kîjanî ji van Azad dît?
Kîjanê tu dîtiî?
Kîjanan pez çêrand?
Bi lêkerên derhingêv re
Buhêrk
Di dema berê de şûna kirde û berkar digire.
Kirde
Di vê rewşê de, kîjan tê tewandinê:
Kîjanî kirî?
Kîjanê got?
Kîjanan dît?
Berkar
Di vê rewşê de, kîjan nayê tewandinê:
Te kîjan pirtûk kirî?
Te kîjan keç dît?
Te kîjan xort dît?
Lê dema Kîjan dibe berkarê nedurust, tê
tewandinê. Mîna:
Te li kîjanê xist?
Te ji kîjanî pirsî?
Nihok û pêşedem
Di şûna kirde de kîjan nayê tewandinê. Mîna:
Kîjan dikire?
Kîjan dê bibîne?
Lê di şûna berkar de tê tewandinê:
Tê kîjanê bibînî?
Tu ji kîjanî hez dikî?
Ew ê kijanî bikire?
Em ê ji kîjanî bipirsin?
Bi lêkerên nederhingêv re
Herdem kirde ye û nayê tewandinê:
Kîjan hat?
Kîjan diçe?
Kîjan dê bê?
Kê?
Ev cînavê pirsiyarî şûna navên mirovan digire.
Di lêkerên derhingêv de
Buhêrk
Di dema berê de, kê şûna kirde digre:
Kê got?
Kê kiras kirî?
Nihok û pêşedem
Kê şûna berkarê durust digire:
Tu kê dibînî?
Tê kê bitirsînî?
Di herdeman de (kê) şûna berkarê ne durust
digire. Mîna:
Te li kê xist?
Tu ji kê dipirsî?
ewê ji kê bipirse?
Kê, bi lêkerên nederhingêv re nayê bikaranînê.
Cînavê pirsiyariyê ( kê ), (kî) bi xwe ye di
awayê tewandinî de ye.
Ku?
Ev cînav şûna navê cih û deveran digire. Mîna:
Tu li ku bûyî?
Tu ji ku tê?
Ku dever xweş e?
Cînavê ku ji avêtina bêjeya (dever) ji kudever
hatiye kurtkirinê.
Tu ji ku yî?
Tu ji kudeverê yî?
Tu ji kuderê yî?
Carna cînavê kîjan cihê (ku) digire û kîjan der
tê bikaranînê, yan jî, (kî) û dibe kîder. Ev
cînav bi daçekan re tên bikaranînê: Ji kîderê?
Ji kuderê? Di kîderê de? Di kuderê de? Bi kuderê
ve? Bi kîderê ve? Di kuderê re? Di kîderê re?
Çi?
Ev cînav, di hevoka pirsê de, şûna navên bêgiyan
(bêrih ) digire.
Di lêkerên derhingêv de
Herdem berkar e. Mîna:
Te çi kirî?
Tu çi dikirî?
Ewê çi bikire?
Tu li çi dixî?
Ewê li çi bixe?
Te li çi xist?
Di lêkerên nederhungêv de
Herdem şûna kirde digire. Mîna:
Çi hat?
Çi diçe?
Çi yê biçe?
Cînavê pirsiyariyê (çi) bi bêjeyên din re tê
bikaranînê û cînavên pirsiyariyê çêdike:
Bi cînavê (ma) re dibe: Çima?
Ma tu hatî? Çima tu hatî?
Ma tu lal î? Çima tu lal î?
Ma tu bindest î? Çima tu bindest î?
Bi cînavê (ma) mirov pirs dike ji bo ku agahdarê
tiştekî bibe. Lê dema çi bi ma vedibe, mirov
haydar e ji wê agahiyê, lê dixwaze nepejirîne û
neqayîlbûna xwe li ser diyar bike. Yan jî, sedem
û egerên wê agahiyê bizani be:
Ma tu kurd î? Çima tu kurd î?
Çi, bi bêjeya (awa) vedibe çi awa û çawa tên
çêkirinê. Bi cînavê pirsiyarî (çawa) mirov li
hal û rewşa tiştekî, mirovekî, kesekî (mirov,
candar) dipirse:
Tu çawa yî?
Hespê te çawa ye?
Xaniyê te çawa ye?
Rojên te çawa derbas dibin?
Tu çawa debar dikî?
Çi, bi daçekên " jibo, jiber, jibona" re tê
girêdanê û cînavên pirsiyariyê " jibo çi? jiber
çi? jibona çi " çêdike. Bi van cînavan em sedem
û egerên tiştan dipirsin:
Ji ber çi tu duh nehatî malê?
Ji bo çi em bindest in?
Ji bona çi ev kuştin û talan?
Çend?
Ev cînavê pirsiyarî şûna hejmarnavan digire:
Te çend gul jêkirin?
Te çend keç dîtin?
Çend şervan hatin gund?
Çend gundî çûn şoreşê?
Tu çendan dibînî?
Cînavê pirsiyariyê (çend) tenê, di koma herdu
zayendan de tê tewandinê:
Te ji çendan pirsî?
Tu çendan nas dikî?
Çend, carna cînavê nependî (nebinavkirî) ye:
Min çend şoreşger dîtin.
Ez çend rojan li gund mam.
Di vir de (çend) bi wateya (hinek) tê û wateya
xwe ya pirsiyariyê winda dike.
Kengî?
Bi vî cînavê pirsiyariyê, mirov li dem û çaxê
buyerekê dipirse:
Kengî tê bê(yî) mala me?
Kengî em ê hev bibînin?
Kengî tu çûyî gund?
Kengî, bi daçeka (ji.... ve) cînavê pirsiyarî (ji
kengî ve) çêdike:
Ji kengî ve tu neçûyî welat?
Ji kengî ve tu li vir dimînî?
Ji kengî ve dibistana we dest pê kiriye?
Ma?
Bi vî cînavê pirsiyariyê mirov li ser tiştekî
agahdar dibe:
Ma tu dizanî bi kurdî bixwînî?
Ma ev çi rewşa em tê de ne?
Ma tu hozan î?
Gelo?
Ev jî, mîna " ma" ye û carna pê re tê.
Gelo! Em ê bi ser bikevin?
Gelo! Ew çû welat?
Ma gelo heye em rizgar bibin?
Ma gelo heye em bibin xwedî welat?
Cînavên nependî (nebinavkirî)
Ev cînav şûna navan bi awayekî nependî û
nenaskirî digirin. Di zimanê kurdî de gelek
cînavên nependî hene, ji van cînavan:
Yek, heryek, tu, tukes, kes, tu, tutişt, herkes,
hertişt, tiştek, hin, hinek, filan, behvan, hîç,
gişt, hemû, hemûkes, her, tev, hîn, hinek, çend,
çendek, pir, gelek, tenê, mirov, heçî, ... Mînak:
Min tukes nedît.
Yekê digot yekî: Li me pîroz be yekîtî!
Herkes dibêje: Bijî Kurdistan!
Ez tiştekî dibînim.
Gişt dibêjin: An serkeftin, an serkeftin!
Tev dibêjin: An Kurdistan, an Kurdistan!
Cînavên nependî mîna navan tên tewandinê:
Yek, yekî, yekê, yekan, kes, kesî, kesê, kesan,
...
Cînavên xwemalîn (arzî, xwedanî)
Ev cînav şûna navekî ku xwedanekî wî di hevokê
de heye digire. Cînavên xwedanî ji du cînavan bi
hev dikevin. Cînavên xwedanî ev in :
Ji bo nêr, yekhejmar: Yê min, yê xwe, yê te, yê
evî, yê evê , yê ewî, yê ewê, yê me, yê we, yê
evan, yê ewan.
Ji bo mê, yekhejmar: Ya min, ya xwe, ya te, ya
evî, ya evê, ya ewî, ya ewê, yê me, yê we, yê
evan, yê ewan.
Ji bo koma herdu zayendan: Yên min, yên xwe, yên
te, yên evî, yên evê, yên ewî, yên ewê, yên me,
yên we, yên evan, yên ewan.
Her cînavek ji du cînavan pêk hatiye, mîna: Yê
min. Cînavê pêşî "yê" hejmar û zayenda tiştan
diyar dike, lê cînavê duwemîn "min" hejmar û
zayenda kesê xwedanê wî diyar dike. Dema cînavê
duwemîn cînavekî nîşandek be, wek: Yê evî, ji
bilî zayend û hejmar dûrbûn û nêzîkbûnê jî,
diyar dike.
Mînak:
Gula min. Ya min.
Destê ewî. Yê ewî
Guliya ewê. Ya ewê.
Çiyayên me. Yên me.
Kirasê evê. Yê evê.
Cînavên xwedanî ji cînavên nependî jî, çêdibin,
Wek: Ya filan, yê hinekan, ya tukesî, yên kê,
...
Tewandina cînavan
Cînavê pirsiyariyê " kîjan? "
Rêz |
Awa |
Mê |
Nêr |
Kom |
1 |
Rast |
Kîjan? |
Kîjan? |
Kîjan? |
2 |
Bang |
------- |
--------- |
------- |
3 |
Tewandî |
Kîjanê? |
Kîjanî? |
Kîjanan? |
4 |
Bihevre |
Kîjanê re? |
Kîjanî re? |
Kîjanan re? |
5 |
Tevayî |
Kîjanê ve? |
Kîjanî ve? |
Kîjanan ve? |
6 |
Cîwarî |
Kîjanê de? |
Kîjanî de? |
kîjanan de? |
Cînavên pirsiyariyê " kî? " û " çi? "
Rêz |
Awa |
Kî? |
Çi? |
Mê |
Nêr |
1 |
Rast |
Kî? |
Çi? |
Çi jin? |
Çi xort? |
2 |
Bang |
----- |
------ |
----- |
------- |
3 |
Tewandî |
Kê? |
Çi? |
Çi jinê? |
Çi xortî? |
4 |
Bihevre |
Kê re? |
Çi re? |
Çi jinê re? |
Çi xortî re? |
5 |
Tevayî |
Kê ve? |
Çi ve? |
Çi jinê ve? |
Çi xortî ve? |
6 |
Cîwarî |
Kê de? |
Çi de? |
Çi jinê de? |
Çi xortî de? |
Cînavên nîşandek " ev " û " ew "
Rêz |
Awa |
Ev-Mê |
Ev-Nêr |
Ev-Kom |
Ew-Mê |
Ew-Nêr |
Ew-Kom |
1 |
Rast |
Ev |
Ev |
Ev |
Ew |
Ew |
Ew |
2 |
Bang |
----- |
------ |
----- |
----- |
----- |
----- |
3 |
Tewandî |
Evê(Vê) |
Evî(Vî) |
Evan |
Ewê(Wê) |
Ewî(Wî) |
Ewan |
4 |
Bihevre |
Evê re |
Evî re |
Evan re |
Ewê re |
Ewî re |
Ewan re |
5 |
Tevayî |
Evê ve |
Evî ve |
Evan ve |
Ewê ve |
Ewî ve |
Ewan ve |
6 |
Cîwarî |
Evê de |
Evî de |
Evan de |
Ewê de |
Ewî de |
Ewan de |
Cînavên kesok
Rêz |
Awa |
1Tek |
2Tek |
3Tek |
1Kom |
2Kom |
3Kom |
1 |
Rast |
Ez |
Tu |
Ew |
Em |
Hun |
Ew |
2 |
Bang |
----- |
------ |
----- |
------ |
------ |
------ |
3 |
Tewandî |
Min |
Te |
Wî/Wê |
Me |
We |
Wan |
4 |
Bihevre |
Min re |
Te re |
Wî/Wê re |
Me re |
We re |
Wan re |
5 |
Tevayî |
Min ve |
Te ve |
Wî/Wê ve |
Me ve |
We ve |
Wan ve |
6 |
Cîwarî |
Min de |
Te de |
Wî/Wê de |
Me de |
We de |
Wan de |
|