Dîsa li Şingalê mirovahî
tê kuştin
Selîm Biçûk
„Bikujin, bişewitînin,
bila jiyan li ser piya nemîne, ev cihan tenê ji
bo me hov û mirovxweran, xwediyên Xwedayê
taristanê ye“.
Dîsa li Şingalê ev banga kevin-nû dubare dibe.
Kerî û garanên mirinê, mirovxwer û neviyên
tariyê û dijminên jiyanê li ser piyan e, bi
zikreşiyeke hovane û dirinde agirê mirina reş li
ser, zarok, jin, kal, lawir û her tiştên bi
giyan direşînin. Û ji pişt sînoran, li derdorê,
ji paytextên şahinşahiyên taristanê çepik û
govendên şahiya mirinê li ser cendekê mirovahiyê
li dar dikevin.
Li Şingalê dîsa xwîn digirî,
Xweda digirî û xwediyên fetweyan, nûnerên
Xedayekî hov bi xwîna bêguneh sermest dibin,
semawendên kuştina helal û zelal digerînin.
Şingal tê kuştin ji ber ku Xwedayê wan nasnake,
ma dê çawa Xwedayekî weha nasbike, xwedayekî
mirovxwer ku bi xwînê û kuştinê sermest dibe û
horiyên xwe ji mirovkujan re rêz dike, ji bo
giyana wan ya nexweş aram bike.
Li Şingalê, li bin xweliya kavilên Gir Izêr û
Sîba Şêx Xidirê, Xwedayê mirovahiyê, Xwedayê
Evîn, heskirin û gulan digirî û dinale û diqîre:
Hahoo dîsa Kurdistanê nekujin, dîsa jiyanê
nekujin.
Lê doh Şingal û Laliş
dihatin kuştin û bi tenha xwe digiriyan, îro bi
miliyonan dil bi wan re digirîn. Eyaz Yûnis Eyûb
û karwanekî dirêj ji Duhok, Amêdî, Şêxan,
Silêmanî û heta bi Şingalê gulan bi rondik û
dilopên xwînê avdidin. Îro çil miliyon dil li
nav xweliya kavilên Şingalê lêdidin. Gir Izêr û
Sîba Şêx Xidir dibin bexçeyekî xemilandî ji
gulên rengereng, gulên hes ji jiyanê dikin,
gulên hes ji mirovan dikin, gulên Xwedayê evîn û
dilovaniyê.
Gelo çima dîsa Şingal?
Hêzên terorê ku dijminê
jiyanê ne vê carê berê xwe dan Şingalê. Ji zû ve
pilanên wan li ser kurdên êzîdî li dar in.
Destpêk bûyerên biçûk yên berî Şêxanê ku kesekî
nebihîst û kesek bi kûrahî nêzîk bû. Êrîşa
Şêxanê xelekên vê pilanê firehtir kir û bi
kuştina Duayê ku bi awayekî hovane hat kuştin ev
pilan ket rojeveke nû. Vê carê di hêla karvaniyê
de, biriyara fermanekê hat dan û bi kuştina
karkerên êzîdi li Mûsilê ev ferman ket rojeva
kar û çalakiyên hêzên tariyê û tîyên xwîna
mirovan. Li hêlekê êzîdî bi sê awa armanca
êrîşên van hêzan e; êzîdî ji ber ku îraqî ne,
wek hemî îraqiyan tên kuştin, êzîdî ji ber ku
kurd in dîsa tên kuştin û êzîdî ji ber ku êzîdî
ne, sêyem car tên kuştin û ev dibe sedema ku
gelek ji xelkên herêmê destek û alîkariyê bidin
terorîstan da ku kuştina êzîdiyan hesan bibe.
Herweha êzîdî ku di aliyê fermî de ne di bin
destên Herêma Kurdistanê de ne kuştina wan
hesantir dibe.
Li hêla din herêma ku êzîdî lê dijîn cihekî
siyasî û stiratijî ji bo erebên îrakê û ji bo
Sûrî û Tirkiyê distîne. Erebên Herêma Şingalê ji
dema Sedam Huseyn û heta niha zeviyên êzidiyan
dixwin û xelkê êzîdî wek rêncber û xulaman di
van zeviyan de kar dikin. Vegera herêma Şingalê
bo kurdistanê dê van zeviyan li xwediyên wan
vegerîne û vê yekê erebên wî cihî napejirînin.
Em ji bîr nekin jî ku dengê êzîdiyan referandûma
destûra Îrakê li Mûsilê bi ser xist ev jî dibe
sedema kîn û tolhildana hêzên terorê.
Eger xala 140 bi cih bû û Şingal vegeriya ser
Kurdistanê sînorekî dirêj û vekirî bi Sûrî re tê
danîn û ev yek tirsê dike dilê desthilatiya Sûrî.
Ji aliyekî li ser sînor malbatên ereban bi cih dike(li
Dêrikê) û pilana zinara erebî berferehtir dike û
li aliyê din dixwaze herêma Şingalê ji kurdan
vala bike. Ne dûr e piştî vê kuştina hovane li
Gir Izêr û Sîba Şêx Xidir ku Sûrî deriyê xwe ji
êzidiyên Şingalê re veke û wan li ba xwe bike
kamp û cihên penaberan heta ku dengdana li ser
xala 140 derbas bibe. Ji xwe Tirkiya bi ti awayî
naxwaze kurdistanek li ser sînorê wê çêbibe û
herdem di nava hewldanê de ye ku tevîhevî û
bêragîrî û bêaramiyê bike Herêma Kurdistanê. Di
vî warî de têkiliyên Sûrî, Tirkî û Îranê herdem
hebûn û niha jî xurtir dibin.
Kuştin û fermana li Şingalê pal dide ser bingeha
dînî, siyasî û pirsên stiratîjî û asayîşê. Lê
armanca bingehîn ew e ku Şingal ji kurdên êzîdî
vala bibe û xala 140 bi cih neyê, bi awayekî din
pirseke neteweyî ye û girêdayî pirsa kurdayetî û
Kurdistanê ye.
Çare çi ye?
Wek rêveçûna rewşa Şingalê
diyar dike, eger ew xelk bi zûtirîn dem neyê
parastin û rewşa jiyana wî baştir nebe, ew herêm
dê vala bibe û xala 140 li wir têk diçe.
Parastina herêmê jî dikare bi çend awa bê cî:
-
Pirsa asayîş û parastinê
li Şingalê bikeve destê Herêma Kurdistanê û
pêşmerge li wir bi cih bibin.
-
Hekûmeta Herêma
Kurdistanê xelkê Şingalê bi çek bike da ku ew bi
xwe xwe biparêzin.
-
Emerîkî xelkê Şingalê bi
çek bikin ji bo xwe biparêzin
-
Lê çareseriya herî rast,
berî dengdanê Şingal vegere ser Kurdistanê, ev
jî gerek e xelkê Şingalê û bi piştgiriya gelê
kurd û hekûmeta Herêma Kurdistanê vê yekê ji
emerîkî û hekûmeta navendî ya Îrakê daxwaz bikin.
Eger yek ji van tiştan
nehat cih berpirsiyariya sincî (Exlaqî) ya
pêşmerge û hekûmeta Herêma Kurdistanê ew e ku
xelkê Şingalê biparêzin û bi çi awayî dibe bila
bibe.
|