Helbest

Gotar ZimanLêkolîn      
 
 

Destpêk

 KURDÎ

 DEUTSCH

عربي

 AGENDA

KONTAKT

PIRTÛK

LINK

PRESE

 

 
   

 

Rastnivîsa zimanê kurdî - Kurmancî


Ev nivîs di komcivîna zimanê kurdî ya navnetewî de ku li Berlinê, di 06-08.01.1995an li dar ket, hat pêşkêşkirin û di kovara Lêkolîn ya Instîtuya Kurdî ji bo Lêkolîn û Zanistiyê, li Berlinê No: 5 meha adara
1995 hat weşandin (ISBN: 3-930943-07-7)



Dema mirov li ser rastnivîsa Kurdî dipeyîve, di serî de, rêzimanê kurdî tê bala
mirov. Tevî ku hin hêlên rastnivîsê yên serbixwe hene, lê ji rêzimên cuda nabe. Rênivîs bi tevayî, di bin banê rêzimên û rêzanên rêzimanî de, dicive. Di rastnivîsê de, sê hêlên bingehîn xwe ber bi çav dikin:

1. Rastnivîsa dengan

2. Rastnivîsa peyvan, ev jî , dibe du beş:

    2.1. Rastnivîsa ferhengî (Lexicology).

    2.2. Rastnivîsa rêzimanî

3. Rastnivîsa hevokan.


1. Rastnivîsa dengên Kurdî

Dengên, di zimanekî de, bi tîpan tên pê. Bi tevayî ev deng alfabe saz dikin. Di alfabeya Kurdî de, sî û yek tîp hene. Ev deng (tîp), ji hêla zimanzan û rewşenbîrê Kurd CELADET BEDIRXAN ve bi alîkariya rewşenbîrên derdora wî hatine pejirandin. Piştî xebata nêzî şêst salan, van dengan bikêrhatina xwe ji bo zimanê Kurdî diyar kirine. Tîpên kurdî yên latînî ev in:
Gir: A B C Ç D E Ê F G H I I J K L M N O P Q R S
Ş T U Û V W X Y Z
Hûr: a b c ç d e ê f g h i î j k l m n o p q r s ş t u û v w x y z


Nivîsîna tîpan

Peyvên kurdî herdem bi tîpên hûr tên nivîsandin. Lê, di rewşên jêrîn de, tîpa gir tê nivîsandin:

a: Nasnav bi tîpa gir dest pê dike yan jî, bi tevayî gir tê nivîsandin.

Azad            AZAD
Hewes          HEWES
Bagok           BAGOK
Dîcle             DICLE
Amed            AMED
Kurdistan       KURDISTAN
 

b: Hevok herdem bi tîpa gir dest pê dike.

Şoresa Kurdistanê xwe gihandiye koçbera şerê gelî. Di şerê gelî de, hemû hêzên civatê dibin eniyên cengê. Di Kurdistanê de îro, her gund, her bajar û her beşê civatê, li hember dijmin eniyeke cengê vekiriye.


c
: Dema mirov ji bo balkêşiyê bixwaze peyvekê yan hevokekê berçav bike, dikare bi tîpên gir û di nav du kevankên hûr de, binivîse.

Li Kurdistanê “ÇAPKIRINA” pirtûkan qedexe ye.
Ji “ SERXWEBÛN AZADIYÊ” bi rûmetir tiştek nîn e.


ç
: Sernivîsên gotar û nivîsaran bi tîpên gir dest pê dikin yan jî, bi tevayî gir tên nivîsandin.

Şoreşa Rewşenbîrî yan Rewşenbîrên Şoreşger
ŞOREŞA REWŞENBIRÎ AN REWŞENBÎRÊN ŞOREŞGER

d: Navên pirtûk, rojname û kovaran bi tîpên gir tên nivîsandinê.

WELATÊ ME
REWŞEN
RASTNIVISA ZIMANÊ KURDÎ

e: Textik, depik û pankertên bangeşiyê bi tîpên gir tên nivîsandin.

BERXWEDAN JIYAN E!
AN SERKEVTIN AN SERKEVTIN !
JI BO AŞTIYÊ EM DIMEŞIN!

 
Qeyd û rêzanên nivîsîna tîpên dendar

1. Di peyvekê de û li dû hev du dengdar nayên. Di vê rewşê de, tîpa (y) wan ji hev cuda dike. Dengdarên (ê) û (î) xwe kurt dikin û dibin (i).

Duemîn - Duyemîn
Dirêjaî - Dirêjayî
Paleî - Paleyî
Azadîa gel - Azadiya gel
Gundî - Gundiyek
Xanî - Xaniyek
Rê - Riya mirovayiyê
Dê - Diya min
Pê - Piyê min

Gelek caran tîpên dengdar bi tîpên (h,w) ji hev cuda dibin:

Mirovaî                   Mirovayî                 Mirovahî
Reşaî                     Reşayî                    Reşahî
Paleî                      Paleyî                     Palehî
Duemîn                   Duyemîn                 Duwemîn
Serşoa malê            Serşoya malê           Serşowa malê
Dûê reş                  Dûye reş                 Dûwê reş

Dema tîpa (w) tîpên (u) ji hev cuda dike, ev tîp dikarin bibin (i):

Dûyê reş       Dûwê reş       Diwê reş

 Her wiha tîpê (uy, ûy) jî, dibin (iw).
Duyemîn        Duwemîn       Diwemîn
Dûyê êgir      Dûwê êgir      Diwê êgir


2- Eger herdu tîpên dengdar ji hev bin yan nêzî hev bin, yek dikare bikeve û cihê xwe bide ya din
.

Pale           Paleya jîr                Pala jîr
Ka             Kaya nîska              Ka nîska
Mamoste     Mamosteya Kurdî     Mamosta Kurdî
Mamoste     Mamosteyê Kurd      Mamostê Kurd

3- Tîpa (u) bi tîpa (x) re dikare bibe (wi).

Xunav                    Xwinav
Xundekar                Xwindekar
Xudan                    Xwidan


4- Eger daçekên lêkerî (di, bi) bi lêkereke ku bi dengdarekê dest pê dike re,
hatin, ev daçek dengdara xwe (i) davêjin.

Ajotin           biajo             bajo             diajom          dajom
Axaftin         biaxive          baxive          diaxivim         daxivim
Anîn             biîne             bîne             diînim            dînim (tînim)

Dubarekirina tîpên bêdeng

Di peyvekê de û li dû hev du tîpên mîna hev nayên. Di vê rewşê de, tîpek jê dikeve û cihê xwe dide ya din.

Yek-kîte        Yekîte
Pak-kirin        Pakirin
Paşşîv           Paşîv
Xurt-tir         Xurtir
Rast-tir         Rastir

Di hin mercan de, peyva hevdinanî ji hev cuda dibe, hingê tîpa ketî dîsa vedigere:
Pakirin          Dilê xwe pak bike

Eger herdu tîp di du peyvan de bin tên nivîsandinê, lê yek jê nayê xwendinê:
Ez di gund de bûm (gun de)
Dengbêj jî hene (dengbê jî)
Di ser re neçe (di se re)

Dengên nêzî hev tên nivîsandinê lê nayên xwendinê.
Rind    Rindtir (Rintir)
Bilind   bilindtir (Bilintir)

Bi tu awayî tîpên tirkî (ı, i ) cihê tîpên (i, î ) nagirin. Daxwaza guherîna wan metirsiyeke mezin bi xwe re tîne. Guherînên di dengên Kurdî de bên kirin pêwîst e li ser bingeheke zanistî bin.

 

2- Rastnivîsandina peyvan


a: Rastnivîsîna peyvan ji hêla ferhengî ve (LEXICOLOGY)

Babeta vî beşî lêgerîn û lêkolînên li ser peyvên ku di zimên de, tên bikaranînê ye. Rastnivîsîna peyvên bingehîn di zimanê Kurdî de û guherînên wan yên dîrokî û devikî diyar dike. Bi çi rêzan û qeydan mirov li koka peyvê dikole û rastiya wê derdixe û zelal dike. Em dikarin di vê hêlê de, van cureyan berçav bikin:


1- Peyvên ku dengê (i ) dixin:

Sipas          Spas
Sipartin         Spartin
Sitêrik           Stêrk
Sitiran          Stiran

Bi baweriya min ev rewş ji hîkariya hin zimanên biyanî tê. Di van zimanan de, dengê (i) ji navbera (s) û (t), (s) û (p) dikeve. Lê di Kurdî de, pêwîst e ev deng bimîne. Ji ber ku ketina wî, dengekî bingehîn ji peyvê dixe.
Peyvên mîna ziman, zindan, giran, biha, bihar, mijar, bingeh ûwd. Bê guman
avêtina dengê (i) ji van peyvan şaş e.


2- Bihevguherîna dengdaran

Di zimanê kurdî de, gelek caran tîpên dengdar bi hev tên guherandinê. Ev jî dibe sedema nivîsîna peyvê bi awayekî nû.

Heyv            Hîv (ey) bûye (î)
Gasin           Gêsin (A) bûye (ê)
Cewal          çiwal (c) bûye (ç) û (e) bûye (i)
Bagîr            Belgîr            Bergîl (a) bûye (e) û (r) bûye (l)
Bihar            Buhar           Behar           Bahar


Di kurdî de (eh) dibe (a):

çehv            çav
Xwehr          Xwar
Behr             Bar
Sehr             Sar
Kehr             Kar
Mehr            Mar
Keh              Ka


(ih) dibe (î ):

Cih               Cî
Sih               Si
Mih              Mî
Bih               Bî
Rih               Rî
Tirih             Tirî
Bihn             Bîn


(uh) dibe (o) yan jî (û):

Cuh              Co
Duh              Do
Buhtan          Botan
Cuht             Cot
Duhtmam       Dotmam
Cuhtin          Cûtin
Suhtin          Sûtin
Nuh              Nû

Di van rewşan de, her dem tîpa dengkurt cihê xwe dide ya dengdirêj


3- Peyvên hevwate

Ev peyv bi yek wateyê tên bikaraanîn.
Peyv            Şor              Xeber           Axiv             Qise   
Şitexalî         Bêje
Şerm            Fihêt
Şeref            Rûmet
Wisa             Wilo             Wer              Werge          Wanî


4- Guherîna cihê dengekî ji peyvê

Li gora herêman dengek ji peyvê cihê xwe diguherîne.
Berf              Befîr
Derwê
ş         Dewrêş


5- Peyvên biyanî

Mîna her zimanî, Kurdî jî, gelek peyvên biyanî ji derdorên xwe di nav xwe de civandine. Peyvên ku hevwateyên wan bi kurdî hene pewîst e mirov hêdî hêdî bikaranîna wan kêm bike û di cihê wan de, yên bi kurdî bixebitîne, heta ku ji ber xwe ji nav ziman derkevin. Lê, yên ku hevwateyên wan nîn in wê mîna xwe bimînin piştî ku kirasekî kurdî bê lêkirin. Ji van peyvên ku ji Erebî hatine:
Şerbet, Himam, Hêsîr, Hebis,
Şeref  (Noşav, Serşok, Dîl, Girtîgeh, Rûmet)

Lê peyvên teknîkî û zanistî her mirov mîna zimanên din digire.


6- Dengê (k) û (q)

Di kurdî de dengê (q) pir kêm tê bikaranîn. Pir caran jî, vî dengî cihê (k) girtiye.
Dalikandin      Daliqandin
Lik               Liq
Xelk             Xelq
Kakil             Qaqil
Fîkîn             Fîqîn


7- Dengê ( ) ya Erebî

Li gora hin herêman dengê (a) kurt dibe, xwe bi (e) diguherîne piştî ku ( ) a erebî bi dû ve dibe:

Asmam          esman
Kanî             Ke

Masî             Me

Tal               Te
l

Di nivîsînê de, ev peyv bi hêsanî vedigerin ser reseniya xwe. Di hêla ferhengî de, pêwîstiyeke mezin bi lêkolînên zanistî heye.
Bi xebatên tevayî, ji hêla sazgehên zimanî ve, mirov dikare bigihîje encamên ba
ş.


b: Rastnivîsîna ji hêla rêzimanî ve:

Hemû rêzan û qeydên rêzimanî yên di rastnivîsîna peyvan de bi kar tên babeta vî beşî ne. Bi piranî jî, peyvên zimên yên guhêrbar cihê xwe di vir de degirin. Peyvên zimanê Kurdî yên ku li gora kes, dem, cih û rewşê tên veguhastinê ev in:

- Nav
- Cînav
- Rengdêr
- Jimar
- Lêker


Rastnivîsa navan


1- Navên
şênber:

Nêr: Mêr, beran, kon
Mê: Jin, bizin, av


2- Navên razber:


a. Navên razber yên ramanî:

Nêr: Sewda, derd, hest
Mê. hêz, hêvî, tirs


b. Navên razber yên jêbirînî:

Atî: Reşatî, serokatî, koratî
Tî: Re
şatî, biratî, zavatî
î: Erzanî, xweşî, hogirî


c. Navên razber yên raderî:
Ev nav bi xwe raderên lêkeran e û hemû mê ne mîna:
çûn, man, birin, anîn, kelandin, girîn


çêkirina navan


Navên cih:

Navên cih yên xweber: Xanî, meydan, dibistan, keleh, bazar, bênder, şikeft
Navên cih yên sazber: Ev nav bi van pa
şgînan çêdibin:
Istan: Kurdistan, gulistan, daristan, goristan, mûristan
Geh: Dengeh, lîzgeh, çêregeh, zanîngeh, kargeh, tomargeh
Zar: çîmenzar, gulzar
Xane: Mêvanxane, nexwe
şxane, dermanxane
Lîn: Kulîn, hêlîn, xwêlîn, biriqilîn
Dîn: Kadîn


Navên alav:

Navên alav yên xweber: pênûs, kevçî, bivir, tevşo

Navên alav yên sazber: Ev nav bi alîkariya paşgînan çêdibin, ji van paşgînan:

Ek: Birek, badek, pêçek

Dan: çaydan, xwêdan, xwelîdan, kildan

çîv: Kilçîv,

Ing: Bêjing, hevring,

Ar: Xîzar,


Navên hevdinanî:

Navên hevdinanî bi van awan çêdibin:

Nav û Rengdêr: Girsor, rûreş, dilpak, şevreş, zimanxweş

Nan û nav: Marmasî, biramak, birabav

Nav û Lêker. Gerav, bager, dermansaz

Nav û Hoker: Berçavk, bermalî, navmalî, serdest

Nav û Daçek: Bêdeng, nemir

Navên hevinanî carna bi alîkariya paşgînan jî, çêdibin, ji van paşgînan:

Gûn: Argûn, pargûn,

N: tevn, xewn


Tewandina navan

Nav di rewşa berkariyê de tê tewandinê. Navê nêr paşgîna (î ) distîne û yê mê

paşgîna (ê) distîne. Navên nêr eger tîpa (a) tê de hebe ev tîp xwe diguhêrîne û

cihê xwe dide (ê).

nav di van mercan de tê tewandin:

1- Eger nav kiryarê lêkerekî derhingêv be tê tewandin.


Navên nêr:

Şervên dijmin lerizand. (Şervan)

ka xwar. (Ga)

Hogir (î) al hilgirt.

Xort (î) gul avadan.


Navên mê:

Bêrîvanê mî dot.

Şêrînê pênûs rakir.


2- Eger nav berkar be tê tewandin:

Soro nên dixwe.

Cano bêr hildigre.

Nazê tivingê radikê.

simo çêlekê dibe mêrgê.

Tu Bêrîvanê bibîne!


3- Herdem nav bi daçekan re tê tewandin:

Min ji şervên pirsî.

Huner bi Hêvînê ve çû.


4- Navê dawî di hevoka hevbend de tê tewandin:

Kirasê Şêrînê.

Nanê sêlê.

Pijandina nên.

Hêrandina arvên.

Dîtina Hogir (î).


Di kurdî de tewandina navên nêr yên ku tîpa (a) tê de nebe hatiye hilanînê.

eger nav bi cînavekî nîşandinê re hat tê tewandinê. Di vê rewşê de eger tîpa (a)

hebe li gora rêzana giştî navê nêr bi (î ) tê tewandin:

Li berên binihêre.

Li vî beranî binihêre.

Min jî Hogir (î) pirsî.

Min ji wî Hogirî pirsî.

Ez ji bajêr têm.

Ez ji vî bajarî têm.


Navên nêr û mê yên kom bi (an) tên tewandin:

Beranan ceh xarin.

Keçan xort dîtin.

Xortan keç dîtin.

Mêran ji jinan pirsîn.


Nav bi zêderê re

Zêdera pendî: ê ji bo nêr û tek, a ji bo mê û tek, ên ji bo nêr û mê (kom).

Zêder li dû nav tê û pê ve tê nivîsandin:

Nanê sêlê. çiyayê bilind. Gula sor. Serhildana gelî. Çiyayên bilind. Gulya sor.

Zêder bi serê xwe û cuda tê nivîsandin, eger maneyek serbixwe û temam bide.

Serhildana gelî ya 1990 î. Çiyayên bilind yên nû dibişkivin.

Zêdera nependî: Ek ji bo nêr û mê tek, eke ji bo mê tek, ekî ji bo nêr tek

(tewandî), ekê ji bo mê tek (tewandî), in (ine) ji bo koma nêr û mê.

Xortek hat.

Keçek hat.

Xortekî got.

Keçekê got.

Min guleke sor bîn kir.

Xortin hatin

Keçin hatin.


Biçûkirina navan:

Di kurdî de, bi du armancan nav tên biçûkirin. Ji bo kêmkirinê û ji bo

delalîkirinê. Nav bi van paşgînan tê biçûkirinê:

Ek: Bendek, destek, pêçek

Ok: Zarok, canok, danok, şemamok, gulok

Kok: Xweşkok, delalkok

Ole: Reşole, gêjole, hişkole, meşkole

Kole: Reşkole

Ik: Darik, dasik, xweşik, reşik, dilik, keçik

Çe: Baxçe, navçe

Çik: Rêçik, derçik,

Ko: Hesenko, rebenko,

Kele: Sûrkele,

Leke: çoleke,

Oke: Baroke,

Kê: Dilvînkê, Nermînkê,

Ikê: Xweşikê, Sêvikê, Gulikê,

Iko: Xweşiko, Diliko, Xortiko

Bangkirin:

Babet           Tek              Kom

Nêr              Azado           Azadino

Nêr              Bavo            Bavino

Nêr              Birawo          Birano

Mê               Şêrînê           Şêrînino

Mê               Şerînê           Şêrînino

Mê               Yadê            Yadino

Mê               Xwîşkê          Xwişkno


Rastnivîsa navan:

Nexşe -1- Navên mê (Keç)

Rêz

Awa

Pendî-Yek

Nependî-Yek

Pendî-Kom

Nependî-Kom

1

Rast

keç

keçek

keç

keçin

2

Bang

keçê

...........

keçno

..........

3

Tewandî

keçê

keçekê 

keçan

keçinan

4

Bihevre

keçê re

keçekê re

keçan re

keçinan re

5

Tevayî

keçê ve

keçekê ve

keçan ve

keçinan ve

6

Cîwarî

keçê de

keçekê de

keçan de

keçnan de


Nexşe -2- Navên nêr (Nan)

Rêz

Awa

Pendî-Yek

Nependî-Yek

Pendî-Kom

Nependî-Kom

1

Rast

nan

nanek

nan

nanin

2

Bang

nano

---------

nanino

---------

3

Tewandî

nên(nanî)

nanekî 

nanan

naninan

4

Bihevre

nên re

nanekî re

nanan re

naninan re

5

Tevayî

nên ve

nanekî ve

nanan ve

naninan ve

6

Cîwarî

nên de

nanekî de

nanan de

naninan de


Nexşe -3- Navên nêr (Xort)

Rêz

Awa

Pendî-Yek

Nependî-Yek

Pendî-Kom

Nependî-Kom

1

Rast

xort

xortek

xort

xortin

2

Bang

xorto

---------

xortno

---------

3

Tewandî

xort(î)

xortekî 

xortan

xortinan

4

Bihevre

xort(î) re

xortekî re

xortan re

xortinan re

5

Tevayî

xort(î) ve

xortekî ve

xortan ve

xortinan ve

6

Cîwarî

xort(î) de

xortekî de

xortan de

xortinan de



 

Rastnivîsîna cînavan:

Cînavên kesok awayê rast: Ez, tu, ew, em, hun, ew.

Cînavên kesok, awayê tewandî: Min. te. , wê, me, we, wan.


Cînavên (wî) û (wê) bi daçekan re:

Li wî (wê)               Lê

Bi wî (wê)               Pê

Di wî (wê)               Tê

Ji wî (wê)               Jê


Cînava hev (hev û din) bi daçekan re:

Bi hev           Pev

Ji hev           Jev

Di hev           Tev

Li hev           Lev


Cînava êk bi daçekan re:

Bi êk             Pêk

Li êk             Lêk

Li êk             Jêk

Di êk            Têk


Cînavên nîşandanê:

Ev, evan, evan, evê ha, eva ha, evên ha.

Ew, ewî, ewan, ewê ha, ewa ha, ewên ha.

 

Cînava ev bi peyvên roj, şev û sal re dibe (î):

Ev şev          îşev

Ev roj           îroj

Ev sal           îsal


Cînava girêkî (ku):

Keça ku, te dît şoreşger e.


Rastnivîsa cînavan


Nexşe -1- Cînavên kesok

Rêz

Awa

1Tek

2Tek

3Tek

1Kom

2Kom

3Kom

1

Rast

Ez

Tu

Ew

Em

Hun

Ew

2

Bang

-----

------

-----

------

------

------

3

Tewandî

Min

Te

Wî/Wê

Me

We

Wan

4

Bihevre

Min re

Te re

Wî/Wê re

Me re

We re

Wan re

5

Tevayî

Min ve

Te ve

Wî/Wê ve

Me ve

We ve

Wan ve

6

Cîwarî

Min de

Te de

Wî/Wê de

Me de

We de

Wan de

 

Nexşe -2- Cinavên nîşandinê

Rêz

Awa

Ev-Mê

Ev-Nêr

Ev-Kom

Ew-Mê

Ew-Nêr

Ew-Kom

1

Rast

Ev

Ev

Ev

Ew

Ew

Ew

2

Bang

-----

------

-----

-----

-----

-----

3

Tewandî

Evê(Vê)

Evî(Vî)

Evan

Ewê(Wê)

Ewî(Wî)

Ewan

4

Bihevre

Evê re

Evî re

Evan re

Ewê re

Ewî re

Ewan re

5

Tevayî

Evê ve

Evî ve

Evan ve

Ewê ve

Ewî ve

Ewan ve

6

Cîwarî

Evê de

Evî de

Evan de

Ewê de

Ewî de

Ewan de

 

Nexşe -3- Cînava kîjan

Rêz

Awa

Nêr

Kom

1

Rast

Kîjan?

Kîjan?

Kîjan?

2

Bang

-------

---------

-------

3

Tewandî

Kîjanê?

Kîjanî?

Kîjanan?

4

Bihevre

Kîjanê re?

Kîjanî re?

Kîjanan re?

5

Tevayî

Kîjanê ve?

Kîjanî ve?

Kîjanan ve?

6

Cîwarî

Kîjanê de?

Kîjanî de?

kîjanan de?

 

Nexşe -4- Cînavên kî û çi?

Rêz

Awa

Kî?

Çi?

Nêr

1

Rast

Kî?

Çi?

Çi jin?

Çi xort?

2

Bang

-----

------

-----

-------

3

Tewandî

Kê?

Çi?

Çi jinê?

Çi xortî?

4

Bihevre

Kê re?

Çi re?

Çi jinê re?

Çi xortî re?

5

Tevayî

Kê ve?

Çi ve?

Çi jinê ve?

Çi xortî ve?

6

Cîwarî

Kê de?

Çi de?

Çi jinê de?

Çi xortî de?

 

Rastnivîsîna rengdêran

Rengdêrên pesinde: Baş, reş, sor, bilind, xweş, geş

Rengdêrên afirandî: Ev rengdêr bi alîkariya paşgîn û pêşgînan tên afirandin.


Paşgîn:

Baz: canbaz, tîrbaz, rimbaz, sextebaz

Kar: Cotkar, alîkar, sextekar

Ker: Zîvker, zêrker, şûrker, hesinker

Van: Bilûrvan, şervan, gavan, şivan

Bend: Solbend, sazbend

Vanî: Aşvanî, xêlvanî, bajarvanî

Gîn: Gulgîn, rengîn, xemgîn, lezgîn, xwazgîn

Yar: Hişyar, bextiyar, kiryar

Dar: Serdar, bindar, guhdar, dildar, evîndar

Anî: mêranî, piranî

Ane: Şahane, hovane

Î: Gundî, çiyayî, giranî, erzanî

Ger: Şoreşger, şevger, dadger, şanoger

Mend: Cegermend, hişmend, hunermend

Gêr: Wergêr, xwegêr, kargêr

Saz: Pîşesaz, dermansaz

Bîn: reşbîn, bedbîn


Pêşgîn:

Hev: Heval, hevrê, hevkar, hevpîşe

Nîv: Nîvro, nîşev, nîvsal

Ho: Hozan, hogir


Rengdêrên hevdinanî:

Bi ketina zêderê çê dibin:

Dilê şad                  Dilşad

Bejna zirav              Bejnzirav

Çavê reş                 Çavreş

 

Bi guhastina peyvan çê dibin:

Bihayê giran            Giranbiha

Roja xweş               Xweşroj


Ji du navan çêdibin: Bavkuştî, dilşewitî


Ji nav û lêker çêdibin: Dilrevîn, dengbêj, mêrkuj, dengir


Ji rengdêr û lêker çê dibin: Xweşgo, pirgo, pakbîn


Pêpelûka rengdêran:

Sor              Sortir            Sortirîn

Sert             Sertir            Sertirîn

Reş              Reştir           Reştirîn


Gelek rengdêr ji bo navekî:

Xortê çelengî jîrî qenc                  Xortê çelengê jîrê qenc

Çiyayê asêyî bilindî pîroz               Çiyayê asêyê bilindê pîroz

Keça rinde bedewe ciwan             Keça rinda bedewa ciwan

Ava zelale kûre xurt                     Ava zelala kûra xurt

Keçên rinde bedewe şoreşger        Keçên rindên bedewên şoreşger

 

Rastnivîsa jimaran:

Yek: Bi (ê) tê tewandin.

1921ê Hezar û nehsed û bîst û yekê.

Ji yekê bixwîne heta dehan.Yek, tewanga xwe nade navdêrê xwe:

Ji yek xortî min pirsî.


Di jimarên hevbend de, bi tenê parçeyê dawî tê tewandin:

Sala 901 ê (Sala nehsed û yekê)

Jimarên 2-20an bi (an) tên tewandin:

Çaran ez dîtim.

Min ji dehan pirsî.

1920an Hezar û nehsed û bîstan.

Ev jimar tewanga xwe didin navdêrên xwe:

Min hesp bi şeş zêran kirî.

Bîst mirovan xwe dan pêş.

Çar salan mim xwend.

 

Jimarên dehtayî (30, 40, 50, 60, 70, 80, 90, 100) bi (î) tên tewandin:

Min ji sihî pirsî.

Min ji Çilî re got.

Sala 1990î hezar û nehsedû nodî.

Ev jimar tewanga xwe didin navdêrên xwe:

Min ev wêne bi sed zêrî kirî.

Min ev sal bi Çil pereyî kirî.


1000 û 1000000: Mîna jimarên dehtayî bi (î) tên tewandin:

Hezarî bi hev re digotin: Bijî azadî.

Milyonî digot: Kurd namirin.

Ev jimar tewanga xwe didin navdêrên xwe.

Min ev pirtûk bi hezar pereyî kirî.

Milyon mirivî digotin: Yan serkevtin, yan serkevtin.

Dema hezar bi jimarekê din re be tewanga wê distîne:

Ji çar hezaran yek derket.

Yek hezarê min heye.

Sed hezarî serî hildan.


Eger navdêr di vê rewşê de hebe ne hezar û ne navdêr nayên tewandin:

Min ev tişt bi çar hezar zêr kirî.

Dema jimar ne diyar be û guman li ser hebe bi (an) tê tewandin:

Bi hezaran gelê me serî hildide.

Bi sedan rewşenbîr dibin yek.

Bi milyonan alîkariya şoreşê dikin.

 

Nîv. Dema nîv bi serê xwe be bi (î) tê tewandin:

Nîvî bide min.

Me sêvk bi nîvî kir.

Navdêra nîv li gora tewanga xwe tê tewandin:

Nîv nanî bide min.

Min pênûs bi nîv zêrî kirî.

Nîv sêvê bixwe.

Sed û nîv rojê min kar kir.

Eger nîv bi jimarekê re be li gora tewanga we tê tewandin:

Bîst û nîvan bide min.

Çar û nîvan binivîse.

Sed û nîvî bijimêre.

Yek û nîvê bîne.

 

Jimarnavên didu û sisê, dema bi navedêrekê re tên û dibin rengdêrên jimarî (di) û

(si) dikevin û dibin du û sê:

Min du pênûs kirîn.

sêvan bide min.

 

Rastnivîsîna lêkeran

Radera lêker herdem bi (n) dawî dibe:

Çûn (çûyin), bûn (bûyin), man (mayin), pan (payin)

Kirîn, birîn, çinîn, birîn, kirin, hatin, dîtin, gerandin

 

Gelek lêkerên nederhingêv bi du awa tên nivîsandin:

Meşîn           Meşiyan

Girîn             Giriyan

Kenîn            Keniyan

 

Veguhastina hin lêkerên kurdî

Rader

Fermanî

Nihok

Buhêrk

Ajotin

bajo

dajo

ajot

Alandin

balîne

dalîne

aland

Alastin

balêse

dalêse

alast

Anîn

bîne

tîne

anî

Avêtin

bavêje

davêje

avêt

Axaftin

baxive

daxive

axaft

Barandin

bibarîne

dibarîne

barabd

Barîn

bibare

dibare

barî

Bezandin

bibezîne

dibezîne

bezand

Bezîn

bibeze

dibeze

bezî

Bihartin

bibihêre

dibihêre

bihart

Bihîstin

bibihîze

dibihîze

bihîst

Bijartin

bibijêre

dibejêre

bijart

Biraştin

bibirêje

dibirêje

biraşt

Birin

bibe

dibe

bir

Birîn

bibire

dibire

birî

Bişkaftin

bibişkive

dibişkive

bişkift

Borîn

bibore

dibore

borî

Bûn

bibe

dibe

Çêrandin

biçêrîne

diçêrîne

çêrand

Çêrîn

biçêre

diçêre

çêrî

Çinîn

biçine

diçine

çinî

Çûn

biçe

diçe

çû

Cûtin

bicû

dicû

cût

Dan

bide

dide

da

Danîn

dane

didane

danî

Dirandin

bidirîne

didirîne

dirand

Dirîn

bidire

didire

dirî

Dirûtin

bidirû

didirû

dirût

Dîtin

bibîne

dibîne

dît

Dotin

bidoşe

didoşe

dot

Dûn

bidû

didû

dût

Firandin

bifirîne

difirîne

firand

Firîn

bifire

difire

firî

Frotin

bifiroşe

difiroşe

firot

Gerandin

bigerîne

digerîne

gerand

Gerîn

bigere

digere

gerî

Gestin

bigeze

digeze

gest

Gihan

bigihe

digihe

giha

Gihandin

bigihîne

digihîne

gihand

Gihîştin

bigihîje

digihîje

gihîşt

Girîn

bigirî

digirî

girî

Girtin

bigire

digire

girt

Gotin

bêje

dibêje

got

Guvaştin

biguvêşe

diguvêşe

guvaşt

Hatin

were

dê (tê)

hat

Hejandin

bihejîne

dihejîne

hejand

Hêran

bihêre

dihêre

hêrt

Hêrandin

bihêrîne

dihêrîne

hêrand

Heristin

biherêse

diherêse

herist

Hêrtin

bihêre

dihêre

hêrt

Hiştin

bihêle

dihêle

hişt

Jentin

bijene

dijene

jent

Jîn

bijî

dijî

Karîn

bikare

dikare

karî

Kelandin

bikelîne

dikelîne

keland

Kelîn

bikele

dikele

kelî

Kenandin

bikenîne

dikenîne

kenand

Kenîn

bikene

dikene

kenî

Ketin

bikeve

dikeve

ket

Kirin

bike

dike

kir

Kirîn

bikire

dikire

kirî

Kolan

bikole

dikole

kola

Kotin

bikoje

dikoje

kot

Kuştin

bikuje

dikuje

kuşt

Lerizandin

bilerizîne

dilerizîne

lerizand

Lîstin

bilîze

dilîze

lîst

Maliştin

bimale

dimale

malişt

Man

bimîne

dimîne

ma

Mêtin

bimêje

dimêje

mêt

Mirandin

bimirîne

dimirîne

mirand

Mirin

bimire

dimire

mir

Mîstin

bimîze

dimîze

mîst

Nalandin

binalîne

dinalîne

naland

Nalîn

binale

dinale

nalî

Nêrîn

binêre

dinêre

nêrî

Nihêrtin

binihêre

dinihêre

nihêrt

Nirixandin

binirixîne

dinirixîne

nirixand

Nivîsandin

binivîsîne

dinivîsîne

nivîsand

Nivîsîn

binivîse

dinivîse

nivîsî

Nixumandin

binixumîne

dinixumîne

nixumand

Pan

bipê

dipê

pa

Parastin

biparêze

diparêze

parast

Patin

bipêje

dipêje

pat

Pêçan

bipêçe

dipêçe

pêça

Peyîvîn

bipeyîve

dipeyîve

peyîvî

Pijandin

bipijîne

dipijîne

pijand

Pijîn

bipije

dipije

pijî

Pirsîn

bipirse

dipirse

pirsî

Pişavtin

bipişêve

dipişêve

pişavt

Pûn

bipû

dipû

Qelaştin

biqelêşe

diqelêşe

qelaşt

Qelişandin

biqelişîne

diqelişîne

qelişand

Qeşartin

biqeşêre

diqeşêre

qeşart

Quraftin

biqurêfe

diqurêfe

quraft

Rawestandin

rawestîne

radiwestîne

rawestand

Rêtin

birêje

dirêje

rêt

Revandin

birevîne

direvîne

revand

Revîn

bireve

direve

revî

Rijandin

birijîne

dirijîne

rijand

Rijîn

birije

dirije

rijî

Ristin

birêse

dirêse

rist

Rîtin

birî

dirî

rît

Rizandin

birizîne

dirizîne

rizand

Rizîn

birize

dirize

rizî

Rûniştin

rûne

rûdine

rûnişt

Şandin

bişîne

dişîne

şand

Şewitandin

bişewitîne

dişewitîne

şewitand

Şewitîn

bişewite

dişewite

şewitî

Şikênandin

bişkênîne

dişkênîne

şikand

Şikestin

bişike

dişike

şikest

Simtin

bisime

disime

simt

Sipartin

bisipêre

disipêre

sipart

Şiştin

bişo

dişo

şişt

Sitandin

bistîne

distîne

sitand

Sotin

bisoje

disoje

sot

Sûtin

bisû

disû

sût

Teraştin

biterêşe

diterêşe

teraşt

Tirsandin

bitirsîne

ditirsîne

tirsand

Tirsîn

bitirse

ditirse

tirsî

Veniştin

vene

vedine

venişt

Vexwarin

vexwe

vedixwe

vexwar

Viritîn

bivirite

divirite

viritî

Weşandin

biweşîne

diweşîne

weşand

Weşîn

biweşe

diweşe

weşî

Xebitandin

bixebitîne

dixebitîne

xebitand

Xemilandin

bixemilîne

dixemilîne

xemiland

Xistin

bixe

dixe

xist

Xurandin

bixurîne

dixurîne

xurand

Xwarin

bixwe

dixwe

xwar

Xwestin

bixwaze

dixwaze

xwest

Zan

bizê

dizê

za

Zanîn

bizane

dizane

zanî

 

Lêkerên hevdinanî (cemkirî)

Lêkerên hevdinanî bi yekgirtina lêkerên alîkar û pêşgîn, daçek, nav û rengdêran

çêdibin. Ji lêkerên allikar yên ku lêkerên hevdinanî çê dikin ev in:

Bûn, dan, kirin, birin, xistin, girtin, ketin, birîn, dîtin.

Çend mînak li ser lêkerên cemkirî:


Mînak 1: Pêşgîn û Lêkera alîkar

Hilgirtin, vegirtin, wergerandin, rakirin, vebirînûhwd.


Mînak 2: Daçek û Lêkera alîkar

Lêxistin, pêketin, levhatin, levkirin, jêkirin, pevçûn…    hwd.


Mînak 3: Hoker û Lêkera alîkar

Berxistin, pêşketin, pasxistin,derketin, serketin, peyketin, derkirin… ûwd.


Mînak 5: Rengdêr û Lêkera alîkar

Sarkirin, sorbûn, korbûn, xweşkirin, reşkirin, zerkirin, sazkirin, germkirin,

geşkirin… ûwd.

 

Mînak 6: Nav û Lêkera alîkar

Bersivdan, rêxistin, cihgirtin, gilîkirin, hînbûn, kardîtin, karkirin, dersdan,

guhbirîn, rêbirîn… ûwd.

 

Mînak 7: Lêkerên cemkirî yên ku bêtir ji du parçeyên axaftinê ne.

Têderxistin, malbarkirin, xwejibîrkirin, xwemijûlkirin, bixwebawerkirin,

liberxweketin, devjêberdan, lihevhatin… ûwd.

 

Rastnivîsîna lêkerên hevdinanî

Di veguhastinê de, ev lêker parçe dibin. Her parçeyek bi serê xwe tê nivîsandinê

eger bikaribe wateyeke temam di hevokê de bide. Lê eger parçeyek jê bi serê xwe

ne xwedî wateyeke temam be, cuda nabe û bi lêker ve tê nivîsandinê. lêkerê

hevdinanî bi hev ve tê nivîsandin dema ku mîna nav tê bikaranîn.

Ji mînakên jor ya yekemîn lêker bi hev dihêle û parçe nake ji be ku pêşgînên

hil, ve, wer, re, ve bi serê xwe ne xwedî wate ne. Lê di her şeş mînakên din de

lêker parçe dibe.

 

Çend mînak li ser veguhastina lêkerên hevdinanî:

Min ala rengîn hilgirt.

Ew konê xwe li bihara min vedigire.

Em herdem ala aşitiyê radikin, lê ji şer jî re amade ne.

Ew kengê li hev hatin?

Ez gelekî ber hevalê xwe ketim.

Ev çiqasî xweş dike.

te dinya li ber min reş kir.

We kengê mal bar kir?

Azad gelekî li ber xwe ket.

Ma tu bi xwe bawer nakî?

 

Lêkerên ku bi du awa tên nivîsandin:

Gelek lêkerên nederhingêv yên ku bi (în) dawî dibin, dawiya wan dibe (iyan) jî:

Meşîn           Meşiyan

Kenîn            Keniyan

Gerîn            Geriyan

Westîn          Westiyan

Bezîn            Beziyan

Firîn             Firiyan

Çerîn            Çêriyan

Revîn            Reviyan

Awayê ku bi (iyan) dawî dibe tenê ji bo demên derbasbûyî tê bikaranîne:

Ez westiyabûm.

Pez diçêriya.

 

Paşgînên kesanî û lêkera bûn:

Lêkera bûn li gora kesan mîna paşgînekê li dawiya lêker, nav, rengdêr û cînavan

tê bikaranîn:

Kes

Bûn bi dengdaran re

Bûn bi bêdengan re

Ez

im

me

Tu

î

Ew

e

ye

Em

in

ne

Hûn

in

ne

Ew

in

ne

 

Ew paşgîn bi lêker ve tê nivîsandinê, lê eger bi nav, cînav û rengdêr re be cuda

tê nivîsandin.

Ez difirim

Tu dikenî

Ew dimeşe

Em diçin

Hûn dikirin

Ew direvin

Ez têr im                 Ez birçî me

Tu têr î                  Tu birçî yî

Ew têr e                 Ew birçî ye

Em têr in                Em birçî ne

Hûn têr in               Hûn birçî ne

Ew têr in                Ew birçî ne

 

Veguhastina lêkera bûn:

Ez

bûm

bûme

dibûm

bama

ê bama

Tu

bûyî

bûyî

dibûyî

bayî

ê bayî

Ew

bûye

dibû

ba

ê ba

Em

bûn

bûne

dibûn

bana

ê bana

Hûn

bûn

bûne

dibûn

bana

ê bana

Ew

bûn

bûne

dibûn

bana

ê bana

 

 

 

 

 

 

Ez

bûbûm

ê bûbim

bûbama

ê bûbama

bûbim

Tu

bûbûyî

ê bûbî

bûbayî

ê bûbayî

bûbî

Ew

bûbû

ê bûbe

bûba

ê bûba

bûbe

Em

bûbûn

ê bûbin

bûbana

ê bûbana

bûbin

Hûn

bûbûn

ê bûbin

bûbana

ê bûbana

bûbin

Ew

bûbûn

ê bûbin

bûbana

ê bûbana

bûbin

 

 

 

 

 

 

Ez

dibim

ê bibim

bim

im

me

Tu

dibî

ê bibî

î

Em

dibin

ê bibin

bin

in

ne

Hûn

dibin

ê dibin

bin

in

ne

Ew

dibin

ê dibin

bin

in

ne

 

Fermanî:

Bibe be

Bibin bin

 

Veguhastina lêkerên nederhingêv (ketin)

Ez

ketim

ketime

diketim

biketama

ê biketama

Tu

ketî

ketiyî

diketî

biketayî

ê biketayî

Ew

ket

ketiye

diket

biketa

ê biketa

Em

ketin

ketine

diketin

biketana

ê biketana

Hûn

ketin

ketine

diketin

biketana

ê biketana

Ew

ketin

ketine

diketin

biketana

ê biketana

 

 

 

 

 

 

Ez

ketibûm

ê ketibim

ketibim

ketibama

ê ketibama

Tu

ketibûyî

ê ketibî

ketibî

ketibayî

ê ketibayî

Ew

ketibû

ê ketibe

ketibe

ketiba

ê ketiba

Em

ketibûn

ê ketibin

ketibin

ketibana

ê ketibana

Hûn

ketibûn

ê ketibin

ketibin

ketibana

ê ketibana

Ew

ketibûn

ê ketibin

ketibin

ketibana

ê ketibana



 

Ez

 

dikevim

ê bikevim

bikevim

Tu

bikeve

dikevî

ê bikevî

bikevî

Ew

 

dikeve

ê bikeve

bikeve

Em

 

dikevin

ê bikevin

bikevin

Hûn

bikevin

dikevin

ê bikevin

bikevin

Ew

 

dikevin

ê bikevin

bikevin

 

Veguhastina lêkerên derhingêv (dîtin):

(Min, te, wî, wê, me, we, wan) dît/dîtin.

Kê kî/çi dît/dîtin?

 

Te, wî, wê, wan

ez

dîtim

dîtime

didîtim

Min, wî, wê, me, wan

tu

dîtî

dîtiyî

didîtî

Min, te, me, we, wan

ew

dît

dîtiye

didît

Te, wî, wê,we, wan

em

dîtin

dîtine

didîtin

Min, wî, wê, me, wan

hun

dîtin

dîtine

didîtin

Min, te, wî, wê, me, we

ew

dîtin

dîtine

didîtin

 

 

 

 

 

Te, wî, wê, wan

ez

bidîtama

ê bidîtama

BY

Min, wî, wê, me, wan

tu

bidîta

ê bidîtayî

 

Min, te, me, we, wan

ew

bidîta

ê bidîta

 

Te, wî, wê, we, me, wan

em

bidîtana

ê bidîtana

 

Min, wî, wê, me, wan

hun

bidîtana

ê bidîtana

 

Min, te, wî, wê, me, we

ew

bidîtana

ê bidîtana

 

Te, wî, wê, wan

ez

dîtibûm

ê dîtibim

dîtibim

Min, wî, wê, wan

tu

dîtibûyî

ê dîtibî

dîtibî

Min, te, me, we, wan

ew

dîtibû

ê dîtibe

dîtibe

Te, wî, wê, we, wan

em

dîtibûn

ê dîtibin

dîtibin

Min, wî, wê, me, wan

hun

dîtibûb

ê dîtibin

dîtibin

Min, te wî, wê, me, we

ew

dîtibûn

ê dîtibin

dîtibin

Te, wî, wê, wan

ez

dîtibama

ê dîtibama

 

Min, wî, wê, mw, wan

tu

dîtiba

ê dîtibayî

 

Min, te, me, we, wan

ew

dîtiba

ê dîtiba

 

Te, wî, wê, we, wan

em

dîtibana

ê dîtibana

 

Min, wî, wê, me, wan

hun

dîtibana

ê dîtibana

 

Min, te, wî, wê, me, we

ew

dîtibana

ê dîtibana

 

 

Kî kê/çi dibîne/dibînin?

Kiyê kê/çi bibîne/bibînin?

 

Ez

Te, wî, wê, we, wan

dibînim

ê bibînim

bibînim

tu

Min, wî, wê, me, wan

dibînî

ê bibînî

bibîni

ew

Min, te, me, we, wan

dibîne

ê bibîne

bibîne

em

Te, wî, wê, we, wan

dibînin

ê bibînin

bibînin

hun

Min. wî, wê, we, wan

dinînin

ê bibînin

bibînin

ew

Min, te, wî, wê, me, we

dibînin

ê bibînin

bibînin

 

Fermanî: Bibîne                Bibînin

 

Di demên derbasbûyî de, lêkera derhingêv bi berkar ve tê girêdanê û li gora wî

veguhastinê. Kiryar di awayê tewandî de berkar di awayê rast de tê bikaranînê.

 

Nakirina lêkeran:

Di nakirina demên niha û pêşerojê de lêker (na) distîne, lê di demên derbasbûyî de

(ne) distîne. Na û ne bi lêker ve tên nivîsandinê. Eger lêker hevdinanî be na û

ne dikevin pêşiya parçeyê dawî.

Lêkerên karîn û zanîn, di hemû deman de, (ni) distînin.

Ez nakevim

Ez neketim

Ez nizanim

Ez nikarim

 

Di lêkeran de darêja hatin- kirin:

Darêja hatin-kirin (pasîv) bi alîkariya lêkera hatin tê xebitandinê. Bi tenê

lêkera hatin tê veguhastinê û lêkera din di awayê raderî de dimîne. Ji bo

lêker ji navê raderî cuda bibe baştir e ku dawiya wê (ê) bistîne.

Ez têm kuştinê.

Ez hati bûm girtinê.

Bila ez bihatama girtinê.

Ez dihatim mirinê.

 

Rastnivîsîna peyvên neguhêrbar:

Ev peyv di hevokê de herdem mîna xwe dimînin.

Peyvên neguhêrbar ev in:

- Hoker

- Daçek

- Gihanek

- Bang

 

Rastnivîsa hevokan

Di hevokê de rêzkirina peyvan:

Bi gelemperî hevok bi vî awayî saz dibe

Kiryar

Berkar

Agahî (lêker)

Min

nan

xwar

Min

gul

av da

Te

pênûs

kirî

 

Di lêkerên nederhingêv de, yên ku bizava wan ber bi aliyekî ve ye, mîna: Çûn,

ketin, hatin .ûwd. Her wiha lêkera bûn dema wateya bibe, dibe distîne, rêzkirina

peyvên hevokê bi vî awayî çêdibe.

Kiryar

Agahî (lêker)

Berkar

Ez

diçim

zanîngehê

Hêvî

çû

çiyê

Gulê

ket

şikeftê

Şêrîn

dibe

mamoste

 

Rêzkirina cînavan:

Eger, di hevokê de, gelek cînav hebin li gora rêza xwe li pey hev tên:

Ez , tu, ew, em, hun, ew.

Min, te, wî/wê, me, we, wan.

Ez, tu û ew em diçin bajêr.

Em û hun bi hev re nehatin dawî.

Me û wan pêmanek danî.

Cînavê nîşandinê:

Eger babet û jimara van cînavan yek be, di hevokê de, du navdêr dikarin bi

cînavekê re bên.

Ez vê gulê û vî baxçeyî dibînim.

Ez vî rez û baxçeyî dibînim.

Vî hespî û van mehînan bikire.

Vî hesp û kerî bikire.

 

Di rastnivîsîna hevokan de nuqteşanî

Di nivîsandinê de, birên axaftinê bi alîkariya nîşanan ji hev cuda dibin. Ev

nîşan dawiya hevokê, wateya parçeyekî jê yan jî, daxwaza wê pêş me dikin. Li

hêla din ev nîşan, di xwendinê de cihê rawest û bîndanê jî, diyar dikin. Ji bo

van nîşanan niqteşanî tê gotinê. Nîşanên niqteşaniyê ev in:

. Niqte, xal

, Bihnok

? Niqtepirs

! Niqtebang

: Niqtecot

; Niqtebihnok

( ) Kevanek

“ “ Dunik

- Xêzek

- Bendek

 

Niqte: Ev nîşan dawiya hevokê pêş me dike.

Duh, ez çûm Amedê. Min şal û şapik kirî. Li wir min hevalekî xwe dît. Em gelekî

bi hev şabûn. Li nava bajêr, min tiştên balkêş dîtin. Lêşkeran bi hezaran kolan

dagirti bûn.

 

Bihnok: Ev nîşan, di nivîsandinê de pir pêwist e. Cihên ku digire ev in:

1. Cihê gihaneka (û) digire.

Hogir, Azad, Rojîn û Rewşen ji bajêr tên.

Kurd hişyar in, dost û dijmin ji hev nas dikin, xwedî bawerî ne û riya xwe baş

dizanin.

2. Dikeve navbera parçeyên hevokê yên biçûk, lê bi mercê ku wateya hevokê neyê

guhêrandin.

 

a. Piştî jî tê.

Çiya, cihê rûmeta me, hem jî, ji pîrozayiyên me ne.

 

b. Di de, di re, bi ve, ji re, ûwd, di navbera du bihnokan de cih digirin.

Di rewşên awerte de, hevalên me, ji min re, dibin şîretkar.

Ez, ji te re, dibêjim ku em biçin çiyê baş e.

 

c. Li paşiya cînava girêkî ku tê.

Mirovê ku, te dît şoreşger e.

 

ç. Eger ku bi wateya heke be jî, dîsa li paşiya wê tê.

Ku, tu bê mala me em ê çayê vexwin.

Ku, ez biçim bajêr ez ê şalekî xwe bikirim.

 

d. Dikeve pêşiya ku ya gihanek ya ku li pey lêkeran tê.

Ez gelekî ber xwe ketim, ku ez neçûm serdana hevalê xwe.

Ez matmayî mam, ku te wisa got.

 

Ev çi zeman e em ketinê, ku rovî bi şêran tên naskirinê.

 

e. Piştî kiryar tê dema ku ji lêker dûr dikeve.

Şêrîn, di rojeke bi berf û baran û bager de hat rûdinê.

Ez, di sala hezar û nehsed û şêstî de, ji dê bûme.

Reşo, ji ber ku nizane bixwîne matmayî dimîne.

 

ê. Piştî banglêkirinê tê.

Mizgîn, li min binihêre û gotinên min guhdar bike.

Xebat, ku tu çûyî Şerefdînê silavan li hevalan bike.

 

Niqtepirs:

Dikeve paşiya hevokên pirsyariyê.

Tu kengê ji welêt hatî?

Ew çi dixwaze?

Çend leşger hatin gund?

 

Niqtebang:

Dikeve paşiya bangan û hevokên bi wan re.

Ax! Ev çi zemanekî xirab e!

Xwedêyo! te çawa li hev anî!

Oh xweş! çi mizgîneke baş e!

 

Niqtecot:

Dikeve paşiya hevokê ku tiştek tê gotin yan hejmartin:

Beyana sibê bû, dema bavê min ji xew hişiyar bû û got: Ev çiya ji şer û kûştinê

natirsin.

 

Niqtebihnok:

Dikeve navbera hevokên ku bi hev re girêdayî ne û wateya hev temam dikin.

Reşo, bilez ji malê derdikev; wisa xuya ye ku tiştekî pêwist qewimî ye.

 

Kevanek:

Peyvên ku bi sebebekê dikevin hevokê dikevin nav kevanekan. Rakirina wan jî,

wateya hevokê naguherîne.

 

Dunik:

Peyvên ku ji cihekî din tên guhastinê di nava dunikan de tên nivîsandin.

 

Xêzek:

Eger nivîsandin ket awayê axaftinê û peyvbêj hat guhartinê, li pêşiya hevokê

xêzek tê nivîsandin.

 

Bendek:

Dikeve navbera du peyvên ku hogiriyek di navbera wan de heye.

Birca-belek

Kaniya- sipî

Bedir-xan

 

Çavkanî

Rêzimanê Kurdî, C.Bedixan, R. Lescot

Gramera Zimanê kurdî, Q.Kurdo

Rêzimanê Almanî Yê Nû, R. Luschr û R. Schäpers

Zeichensetzung (Almanî), P. Habecker

Rêzimanê kurdî, F. H. Sagniç

Kovara Hawar, C. Bedirxan

Kovara Stêr

Kovara Rewşen

Rojnameya WELAT

Navên Kurdî, H. Kartal

Xebateke neçapkirî, H. Kartal

20 Lektionen für Deutsche; Z. Haco

Zimanê Kurdî yê Yekgirtî, Jemal NEBEZ

Kovara Roja Nû

 

 

                                                                                                                         


 

 

 

 

 

 

 

 

 selim@bicuk.de  

Destpêkirina malperê:05.08.2006 / http://www.bicuk.de/ - © Selîm Biçûk
Design:
www.hesso.de