Hindek nivîskarên
kurd û pîrozkirina erebkirinê?
Selîm Biçûk
Pirsa zimên
pirseke piralî ye, li hêlekê zanistiyeke
serbixwe di nav beşên zanistiyê de, li bin navê
“Linguistik” cî digire, li hêla din jî, cihê xwe
bi xurtî di bin banê beşên zanistî yên wek
Philologie, Psychologie, Soziologie, Pädagogie,
Kommunikation, Computer û gelek beşên zanistiyê
yên din de digire. Di xêzên giştî de, hemî ziman
cihê xwe di nava rêbaz û lêkolînên zanistî de
dibînin. Lê helbet e, her zimanek taybetiyên wî
hene, ev taybetî jî, di çarçoveya zanistiya
zimên de, dikarin xwe bibînin û pirsgirêkên xwe
çareser bikin. Ji bilî aliyê zanistî û rêbazên
vî alî, ziman girêdayî komek mirov ku xwe wek
netewe nas dikin, dikeve nava liv û pêşveçûnê.
Mebest li vir, berjewendiyên netewî û yekîtiya
hest, daxwaz û hêviyên gel e. Herweha têkilî û
bihevgihana çandî di nava wî gelê xwediyê zimên
de. Di vê xalê de, eger em zimanê kurdî
destnîşan bikin û di bin hûrkolînên zanistî,
dîrokî û siyasî re derbas bikin, em dê bibînin
ku gelê kurd bêtir ji her kesî pêdivî bi vê
hevgihîştin û berdewamiya têkiliyên kulturî heye.
Wek ku em dizanin zimanê kurdî jî, di bin bayê
şerên piralî de, para xwe ji wêranî û pişavtinê
gelek girtiye.
Di xirecira serrastkirin û yekgirtina zimanê
kurdî de, bi taybetî di van demên dawî de, hin
dîtin, bîr û boçûnên seyr derdikevin. Kesin
şîret û wazan dikin, hin jî, dûrtir diçin û bi
awayekî vekirî, bi zanebûn yan bi nezanî, lêdana
mirinê, li zimanê kurdî û yekîtiya gelê kurd
dixin. Yek ji kesên ku xwe bi pirsa zimanê kurdî
re, mijûl dike, birêz Muhsin Ciwamîr e. Birêz
Cewamîr, di gotareke xwe de, mîna meleyekî yan
jî miftiyekî, di çarçoveya pîrozayî û ramanên
dînî de, nêzî yekgirtina alfabêya kurdî dibe û
şîretan li kurdan dike.
http://www.rojava.net/MihsinCIWAMERI.31.07.07.htm
.
Ji destpêka nivîsê heta bi dawî, nakokî li pey
nakokiyê rêz dike. Dixwaze 40 miliyon kurd
bigihîne baweriyê ku li (tîpên erebî yên pîroz
vegerin). Ji bo ku nakokiyên xwe yên dîrokî û
zanistî bi nakokiyeke siyasî bixemilîne,
sernivîsa gotara xwe weha aniye: „Mistefa
Barzanî çi li ser latînî gotiye?“. Di dawiya
gotarê de, dinivîse: „Dilovaniya Xwedê li ser
pêşengê kurd Mistefa Barzanî be dema ku di
rûniştineke bi Dr. Mustefa Muslim û hevalên wî
re got: Ez ticaran napejirînim ku nivîsandina
kurdî bibe latînî“. Bê ku bide xuyakirin,
di çi rewşê de, li bin kîjan mercî û çima nemir
Barzanî ev axaftin kiriye, bi niyeteke ku cihê
pirsê ye, dixwaze dîtinên xwe yên li derî
zanistî, yekîtiya netewî û berjewendiyên gelê
kurd bide pejirandin. Em vegerin gotara birêz
Ciwamîr û xal bi xal moxil bikin. Di destpêkê
de, weha dinivîse: „Herkes dizane, ji roja
pêşî ku xameyê di nav kurdan de dest bi
nivîsandina wêje kir û mejiyê wan vebû,
helbet e piştî ku derbasî islamê bûn, mîna
hemî gelên islamî tîpên erebî ji bo nivîsandinê
bikaranîn ….“. Birêz Cewamîr ji bîr kiriye,
yan jî, dixwaze ji bîr bike ku derbasbûna islamê
û pê re çand û zimanê erebî felaket û wêraniya
yekem bû li ser çand û zimanê kurdî, di bin siya
islamê de, ereban cara yekemîn dest bi
erebîkirin û tunekirina çand û zimanê kurdî
kirin û peywerê wan yê herî dadmend Omer Bin
Alxetab zimanê kesên ku bi kurdî dipeyivî
jêdikir. Herweha wek berdewamiya wê erebîkirinê
hêja Ciwamîr baş dizane bê Sedam Husên çi kir û
çi nekir û di bin eynî rêbaz û bîr û ramanan de.
Li aliyê din ev tîpên ku Ciwamîr pîroz dibîne û
dixwaze kurd hemî lê vegerin, Sedam Husên bi
darê zorê û bi alîkariya Tirkiyê bi kurdên Başûr
dan pejirandin.
Cewamîr weha dewam
dike û dibêje: „ Piştî derbasbûna nîv sedsalê
di ser alfabêya kurdî ya nû re, mebest ya ku
guhertinên dengên taybet bi kurdî li ser hatin
kirin, têra pêdivîya nivîsandinê ji bo xwendevan
û nivîskar dike. ….“. Gelo çend lêkolînên
hêja Ciwamîr li ser alfabêya kurdî ya latînî û
ya erebî hene, di hêla Semiotik, Phonetik û
Phonologie, zanistiya teknîka computer, ciwanî û
aliyên din yên zimanzaniyê de, çend berhevî û bi
rêbazên zanistî kirine heta ku bikaribe biriyarê
bide ku alfabêya erebî baştir li kurdî dike.
Gelo, birêz Ciwamîr dizane ku zimanê kurdî
zimanekî Phonetîk e û bikaranîna alfabêya latînî,
vî zimanê bêtir di Phonetîkkirinê de bihêz dike,
yanî zimanê nivîsandin û axaftinê gelekî nêzîkî
hev dike.
Hêja Cewamîr,
çiqas bi gotara xwe re diçe, nakokiyên mezintir
dicivîne û dixwaze serencama ku berê biriyar li
ser daye bi xwendevanan jî, bide pejirandin: „
Danîna diyardeyên dengên latînî yên tirkî li
ser tîpên kurdî, ji ber girêdana hin kurdan bi
nivîsandina wan, taybetmendiyên dengên kurdî
winda kirine û hin ji wan avêtine. Vê yekê
lêdaneke zimanî tirkî li ser zimanê gelekî ku ne
ji wê çarçoveya zimanî ye kir“. Hêvî dikim
ku haya hêja Ciwamîr jê hebe ku dengên latînî ne
yên tirkî ne, lê belê piraniya zimanên ji
malbata hindo-europî bikar tînin û zimanê tirkî
ne ji vê malbatê ye, herweha zimanê erebî jî, ne
ji vê malbata zimanan e. Zimanê kurdî, di nav
van zimanan de cih digire û dengên wî gelekî
nêzîkî dengên wan e û gelekî dûrî dengên erebî
ye. Li aliyê din alfabêya C. Bedirxan bi çend
salan berî ya tirkî çêbûye, lê ji ber rewşa kurd
û Kurdistanê neketiye bikaranînê. Cewamîr gelek
mînakan rêz dike, lê mixabin peyvên ku wek mînak
dane hemî erebî ne.
Berî ku bi axaftina nemir Barzanî ya me di pêşî
de anî zimên, Ciwamîr gotara xwe bi dawî bike,
dest bi şîret û wazan dike, mîna: „ Bêguman,
kurdên tirkiyê dikaribûn û niha jî dikarin
alfabêya Kurdistana federal mîna çekeke çandî û
zimanî bihêz li hember serhişkiya Tirkiyê
bikarbînin …. Wek sedemeke cudabûna kesayetiya
wan ya kurdistanî û taybet …“. Li vir hêja
Ciwamîr ji bîr dike ku ew bi xwe jî, naxwaze
alfabêya latînî ji bo cudabûna xwe ya kurdistanî
û kesayetiya xwe ya taybet li hember erebkirinê
ku ji tirkkirinê bêtir felaket bi serê çand û
zimanê kurdî de anîye, bikar bîne. Ev nakokiyên
seyr ku bîna herêmperestiyê jê difûre, dihêlin
mirov gelek xalepirsan li ser van bîr û boçûnan
deyne.
Birêz Ciwamîr, girêdana bi tîpên latînî ve ne „evîn“
e û ne jî, „nexweşî“ ye , bêtir, pirsa
zanistiya zimên e, ciwaniya zimên e, yekîtiya
neteweyî ye, pirsa teknîk û lêhatina latînî li
zimanê kurdî ye û dawî dûrketina ji çand û
zimanê erebî yê dagîrker û xwedîderketina li
kesayetiya kurdî ya resen e. Pirsa dûrketina ji
erebkirinê û ber bi mafên mirovan û demokrasiyê
ve çûn e. Ev nirxên giranbiha hêja ne ku ji bo
wan mirov bibe evîndarê tîpên latînî. Lê dîsa jî,
ez bi xwe nabêjim bila tîpên latînî bibin
standard. Bila biriyara dawî ya lêkolînên
zanistî û berjewendiyên netewî be. Bila xwediyê
biriyarê zimanê kurdî bi xwe be, bi hemî
zaravayên xwe.
Pirseke bê şirove ez dê di dawiyê de, arasteyî
hêja Ciwamîr û kesên ku dixwazin zaraveyekî
kurdî li ser yên din bi zorê fermî û standard
bikin, bikim: Gelo çi cudahî di navbera vê
rêbazê û rêbazên ku doh Sedam, îro Alesed û
Tirkiye û îran birêve dibin heye?!
|