Helbest

Gotar ZimanLêkolîn      
 
 

Destpêk

 KURDÎ

 DEUTSCH

عربي

 AGENDA

KONTAKT

PIRTÛK

LINK

PRESE

 

 
   
Weha dişewitîm …. Û bihişt li welatê rojê xilmaş dibû


1
Rêwî bêaram dibûn. Balefir ber bi jêr dadiket, asîmanê Hewlêrê diçirand. Dengê balefirê û giraniya bayê mîna barê sedên salan xwe berdidan ser guhên min. Dixwestin ji hev perçe bikin. Hêdî hêdî bêdengiyê konê xwe vedigirt. Hemû deng û axaftin hatin vemirandin. Di pencereya biçûk re, ronahiya bajêr û carcaran tevger û xirecir û nearamiya rêwîyan li nava balefirê rewş bi tevger û liv dikir. Em niha li asîmanê Kurdistana Azad in. Çend kêliyên din em dadikevin ser zemîna xewna sedên salan. Ez dê niha wê xewnê di rastiyê de bijîm. Ew çend xule weha dirêj dibûn, şax û perên xwe ber bi dîrokê ve dikişandin. Mihabad, Pêşewe û Meydana Çarçira bi gewde dibû. Destana Çemê Aras û rêwîtiya dirêj ber bi welatê berfê, Qelediz, Helebçe û xaka xwînê…. Dê niha pêşmergeyek li pêşberî balefirê raweste û bibêje: „ Hun bi xêr hatin Kurdistana Azad, welatê xwe“. Dê niha ev xak biqîre û bibêje: „ Êdî bes e! Ji vexwarina xwînê têr bûm, azadî, aşitî û sorgulan bidin min“. Dê niha cara yekem pasporta min ya biyanî ji hêla pêşmergeyekî û bi zimanê kurdî bê kontrolkirin. Ez dê niha cara yekem bêm jiyanê û mirin dê bikeve revê. Ez dê niha biqîrim, bikenim, bigirîm, dîlanê bikim û eger di vê kêliyê de, bimirin jî, bizanibin ku min çend kêlî jiyan dîtin.
Û weha ez hîn di xewnan de dijiyam, bi hejeke dijwar hişiyar bûm. Balefir li ser zemîna firokxaneya Hewlêrê ye. Tevger û liva rêwiyan zêdetir bû. Her kes dixwaze berî yên din ji balefirê dakeve.
Pencên tariyê rê li ber ronahiya sibehê vedikirin. Hewlêr di nava xewnên doh û hêviyên sibe de, bi aramî ji xewê hişiyar dibû. Alên Kurdistanê li ser firokxaneyê liba dibûn. Çend pêşmergeyên bêxew û karkerên firokxaneyê pêşwaziya rêwîyan dikirin. Ez bi hesret bûm ku pêşmergeyê yekem bibînim wî hembêz bikim û maç bikim. Wê xakê, berî ku piyên min bikevin ser bi serî û devê xwe maç bikim û bi ser û rûyê xwe ve dakim. Lê ji bo min her tişt rawestiya, weha bêdeng û liv bûm, tenê min li wan al, pêşmerge û meydana firokxaneyê temaşe dikir. Bêdeng û bêliv, ber bi hola firokxaneyê ve min laş û giyanê xwe dikişandin, tenê hêstir diaxivîn. Girî serdestiya mejî, hest û giyan kiribû. Û ji nijkê ve hişiyar bûm. Bêsînor diaxivîm, dikeniyam û hema direqisîm ….
Min xwest çend wêneyan bikişînim … Lê li dengekî rawestiyam: Qedexe ye bira!
Di kêliyên pêşî de vê peyvê ez sar kirim. Qedexe! Eve 46 sal û bi zimanên cuda vê peyvê dijîm. Ez, ziman, jiyan, xak û …… em tev qedexe dijîn. Lê vê carê bi zimanê kurdî min bihîst. Tevî ku ji vê peyvê nefret dikim û dixwazim ji ferhengên dinyayê tev bê avêtin, bê şewitandin, dîsa jî, bi min siviktir hat û min xwest xwe razî bikim ku ev yek ji bo parastinê ye. Û ev pêşmergeyê ku jiyana xwe hemî qedexe derbas kiriye, niha bi xwe peyva qedexe bikar tîne. Û weha mejiyê min li ba wî pêşmergeyî hat alandin. Gelo li kîjan çiyayî ji van çiyayan jiyana xwe derbas kiriye. Wî çend heval û xizmên xwe ji bo van rojan winda kirine? Çend şewat, xwîn û êş dîtine? Çend hevrêyên xwe bi destên xwe binax kirine? Li çend dîlan û govendên mirina bêbext bûye mêvan?
Niha li ser xaka Kurdistanê me. Bi saw û tirs piyên xwe diavêjim. Ber bi hola firokxaneyê, weha mîna derwêşekî ku di agirê hezkirina Xwedê de dişewite, dilerizim. Ev xak, ciyê ez piyê xwe diavêjim xwîn e. Haa li vir dibe ku şehîdek, dido, yan sisê ketibin. Dibe ku tavek hêstirên dayîkekê, jinekê, keçekê, zilamekî ku ji girî şerm dike, zarokek ji pêsîra dayîka xwe qetiyayî, tevî xwînê bûbe. Hêstir û xwîn û hawara êşê bûne havênê vê xakê. Eger xwîn, hêstir, êş û xak bi hev hatin stirandin, cih dikin perestgeh. Li perestgehê mirov pêxwas dimeşin, erê pêxwas. Ev cîgeh û cografiya xwînê ye. Eger rojekê navê vî welatî jî, mîna al û sirûda wî ber bi bayê guhertinê bikeve, bila navê wî bibe Xwînistan… Xwînistan!...
Ji nijkêve û piştî 46 salan ji hesret û qedexeyan, min pasporta xwe ya biyanî arasteyî pêşmergeyekî kir: Fermo! Ez kurd im … Cara yekemîn e ez têm Kurdistanê … Cara yekemiiii ….. û hêstir di çavên min de zîz bûn.
- Bi xêr hatî welatê xwe!
Dema girî, ken, xweşî û êş tevî hev dibin, ziman, hevok û ferhengên cihanê hemî têra derbirîna hestan nakin. Weha mîna volkanan difûrin, ber bi dilê çiyan ve berz dibin. Dibin pirek di navbera asîman û zemînê de. Giyan, weha bêçare, ji dîrokê ber bi paşerojê ve difire. Lê giyanekî bi sînor û têlên rêsayî perçekirî, dê bi çi baskan bifire? Bi vî giyanê ji qedexe, sînor, derbiderî û qamçiyan têr, em ber bi Duhokê ve diçin. Duhoka ku dixwaze sînoran bibezîne û bibe pira rewşenbîriya kurdî. Duhoka ku dixwaze perçeyên her giyanekî bi hev bigihîne û wan giyanan di ser sînoran re, di ser qedexeyan re û di ser windabûnê re, li sînga xwe bineqişîne. Gelo sînga Duhokê têra hewqas êş, hewqas têkçûn, hewqas perçe dike?
Hêdî hêdî tariya şevê konê xwe ji ser Kurdistana Azad radikir. Ber bi Duhokê ve, ronahiya rojek nû, mizgîniya paşerojek nû arasteyî xaka xewn û xwînê dikir. Paşerojeke bi tirs û tije hêvî em û rê û ajovanê me di nava gengeşî û axaftinên cihêreng de kûr û hûr dikirin. Carcaran ew axaftin radiwestiyan, dema pêşmergeyan li cîgehên xwe yên li ser rê ji me pirs dikirin:
- Bi xêr hatin bira, hun bi ku ve diçin?
- Em mêvanê festîvala rewşenbîrî ya Duhokê ne.
- Bi xêr bên seyda!
Û weha ew hest û xweşiya kontrolkirina pasportan dubare dibû. Dîsa axaftin û gengeşeyê destpê dikir. Em nêzîkî Duhokê dibin. Ji nijkê ve, ajovanê me got: Ev deryana Şêxan e!
Peyva Şêxan, ez dûr birim, ber dilê dîrokê çûm. Dîsa dîroka xwîn û êşê. Dîroka tevkujî, berxwedan û têkçûnan. Dîroka parastina resenî û keleporê kurdî. Şêxan, Laliş, êzîdî, rewşenbîrên kurd, Duhok … Pirsa yekemîn di serê min de geriya: Gelo Duhok dikare sînorên di navbera xwe û Lalişê de jî bibezîne? Ew Lalişa ku di nava dil û cîgerê wê de cî digire. Dê Duhok bibe pirek di navbera Laliş û Duhokê de jî? Rê û rêbazên pakkirina xwînê, aştkirina dîrokek tije kul, paşerojek bêtirs ji ku derbas dibin?
Li Duhokê, em li mêvanxaneya Şindûxa bi cih bûn. Çend rojên bêxewiyê em bêgav kiribûn lê dîsa xew nedihat. Roja yekem e li Kurdistanê, xaka xwîn û xewnan, hêvî û metirsiyên li hev alandî. Xweşiyek bêsînor, bêaramiyek bêsînor, ez di nava netebatiyê de dizîvirandim. Ev ne xewn e, rastî ye, ez niha li Kurdistana Azad im.
                                                                                                                          


 

 

 

 

 

 

 selim@bicuk.de  

Destpêkirina malperê:05.08.2006 / http://www.bicuk.de/ - © Selîm Biçûk
Design:
www.hesso.de